HDK: Rabûna li ber tecrîdê rabûna li ber şer e

 

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Rabûna li ber tecrîdê rabûna li ber şer e.”

Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo tev li 1’emîn Kongreya Meclisa Giştî ya Serdema 9’emîn bibin, li navenda xwe ya li Taksîmê li hev civiyan.

Civîn bi rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Di civînê de Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û bal kişand ser grevên birçîbînê. Kiliç bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 95’an de ye û diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê di vî warî de tu gav neavêtiye.

Koçyîgît ragihand ku tecrîd destpêka rêwîtiya tarî ya vî welatî ye û got ku ji 5’ê nîsana 2015’an ve ku hevdîtina dawî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin, destpêka şer û tundiya heyî ye. Koçyîgît wiha dewam kir: “Ji wê rojê û vir ve rejîm bi bayê bezê diguhere. Di bin guhertina rejîmê de gelên Tirkiyeyê dinalin.”

Koçyîgît diyar kir ku AKP’ê mafê civakê yê daxwaza aştiyê krîmînalîze kiriye û ev tişt anî ziman: “Akademîsyenên ku ji ber daxwaza aştiyê kirin hatin darizandin, mînaka vê yekê ye. Aştî dilpakiya herî mezin e û mafê her yekî ji me ye ku li nava refên vê yekê cih bigirin. Ji ber vê yekê em feraseta AKP’ê ya ku aştiyê krîmînalîze dike, red dikin.” Koçyîgît destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî şer e û aşkera kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya bilindkirina dengê aştiyê.

Koçyîgît biryara ‘qebûlnekirinê’ ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser serlêdana ji bo şehîdên Cizîrê hate kirin bi bîr xist û wiha got: “Ger di sûcên li dijî mirovahiyê de prosedura hiqûqî bidin pêş, ev yek tê wê wateyê ku bûne hevkarê wê komkujiyê.”

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû jî diyar kir pêwîstiya wan bi HDK’bûnê heye û wiha got: “Ji bo ku em hêza herêmî ya HDK’ê derbixin holê, divê em bibin HDK’î. Divê bi çavê HDK’ê li hemû pirsgirêk û têkiliyên rojane mêze bikin. Weke HDK’ê ger em nikarin peywira xwe bi cih bînin, divê em vê pirsgirêkê berî her tiştî di xwe de bigerin.  Divê em pirsgirêka HDK’bûyînê ji holê rabikin û ji bo vê dest bi hin xebatên perwerdekirinê bikin.” STENBOL

Dikarî Biecibînî