HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê divê teqez tecrîd rabe

HDK’ê encamnameya civîna Meclisa Giştî ya 10’ê sibatê bi raya giştî re parve kir. HDK’ê di encamnameyê de diyar kir ku ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve divê teqez tecrîd bi dawî bibe û tê gotin: “Ji ber ku ne tenê kesek, vîna hemû civakê di bin tecrîdê de ye.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 10’ê sibatê de li Stenbolê 1’emîn Civîna Meclisa Giştî ya Serdema 9’emîn pêk anî. HDK’ê encamnameya civînê bi daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kir. HDK’ê rêveberiya lijneyê hilbijart û diyar kir ku wan di çarçoveya xebatê de komîsyonên meclisê ji nû ve amade kirine.

HDK’ê di encamnameyê de ev tişt ragihand: “Pergala Kapîtalîst a Cîhanê di nava qeyranekê de ye. Efnaseya demokrasiya lîberal ku di salên 1990’î de xistin piyasayê êdî têk diçe. Niha pêla faşîzmê li ser hemû cîhanê belav dike. Li Tirkiye jî faşîzm di sêgoşeya Qesr-AKP-MHP’ê de xwe bi rêxistin dike û êrîşî keda gelên herêmê û welat dike. Di qada çand, civak û siyasî de li ser gelan yek milet, yek ol û yek mezhebî ferz dike. Mafê hemû gelan xezp dike. Tifaqa AKP-MHP’ê niha xwe di bin gotinên ‘bekaya welat’  de diparêze. Dîsa xwe bi polîtîkayên şer ve girê dide. Kesên ku aştî xwestin bi KHK’ê îxrac kirin. Akademisyenên Aştiyê yên ji ber daxwaza aştiyê hatin îxrackirin mînaka faşîzmê ya herî şênber e. Parlamenterên ku vîna milyonan kesên aştî û demokrasî dixwazin, girtin û avêtin zindanan. Rastî tecrîda teqez hatin. Dîsa di serî de Leyla Guven û girtiyên siyasî yên dest bi greva biçîbûnê kirine, encama van polîtîkayan e. Ji bo vê rêya tarî ronî bike bedena xwe dane ber birçîbûnê. Em wan silav dikin.”

‘Hemû civak di bin tecrîdê de ye’

HDK’ê dirêjî da encamnameyê û wiha berdewam kir: “Encama polîtikayên şer û bandora tecrîdê xwe li ser hemû civakê dide der. Desthilatî bi van polîtîkayên xwe dixwaze hemû jiyana me dorpêç bike. Ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve divê teqez tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe têkoşîna aştî û demokrasiyê ferz e. Ji ber ku tecrîd ne tenê li ser kesekî tê meşandin. Li ser hemû civakan tê meşandin. Ji bo bêdengiya li hemberî daxwazên kesên ketine greva birçîbûnê divê hewldan dest pê bikin. Nerazîbûn û bilindkirina dengan her roj bêtir bi lez ferz dibe. Rojên borî Erdogan der barê buhabûna jiyanê û zêdebûna enflasyonê de got ‘Îsot û bacan çi dibêje; Bifikirin buhayê guleyekê çiqas e?’ ev gotina wî nîşanî me dide ku sedema em li dijî şer derdikevin çiqas mafdar e. Di şertên şer de çavkanî ne ji bo gel ji bo çekan tê xerçkirin. Ger ku şer tune be pere li çekan jî nayê xerçkirin. Dema mijar dibe şer hemû nakokiyên civakî, bêzarî, nerazibûn, eciqandin, cudakarî dibin ‘teferuat’”.

Divê li Sûriyeyê çareserî li gorî daxwazên gel pêş bikeve

Encamname wiha didome: “Îro li Sûriyeyê di şerê çekdarî de rawestînek heye. Ji bo çareseriya siyasî hin gav tên avêtin. Kongreya Demokratîk a Gelan, bê guman, çareseriya siyasî ku armanc dike hemû gelên li Sûriyeyê bi hev re di nava aştiyê de bijîn esas digire. Li aliyê din tifaqa Qesr-AKP-MHP’ê gefên li ser axa gelê Sûriyeyê berdewam dike. Bazara xwe ya li ser herêma tampon berdewam dike. Ev nîşan dide ku şer ne li gorî berjewendiyên gelê herêmê ye. Ji ber ku êdî şerê li Sûriye bûye amûra mutlaqiyeta desthilatiyê. ”

Tirkiyiyê ji bo koçberan bûye dîwarê Apartheîtê

HKD’ê di encamnameyê de bal kişand ser biryara DMME’yê ya der barê Cizîrê de jî û wiha pê de çû: “Di mînaka biryara DMME’yê ya der barê Cizîrê de jî tê dîtin ku êşa koçberiyê ku DMME’yê jî eleqeder dike, derketiye asteke pir mezin. Ewropa û cîhan li hemberî vê êşa koçberiyê bêdeng dimînin. Bi destê tifaqa Qesr-AKP-MHP’ê Tirkiye ji bo koçberên Sûriyeyê bûye dîwarê Apartheîtê. Ev encama rewşa Tirkiyeyê ya bîrdozî û polîtîk e.”

HDK’ê herî dawî destnîşan kir ku tifaqa AKP/MHP’ê polîtîka tundiyê pêş xistiye û bi polîtîkayên ku kesên tundiyê dike diparêze rê li pêş tundiya li ser jin, zarok, LGBTÎ û hemû beşên civakê pêş dixe.

Di dawiya encamnameyê de HDK’ê ev bang kir: “Li pêşiya me hilbijartina 31’ê adarê heye. Di vê hilbijartinê de divê em bersivek xurt bidin qeyûmên ku vîna gel xezp kirine. Em wekî HDK’ê bang li hemû hêzên muxalif dikin ku li dijî vê hişmendiya desthilatdar û şer bi hev re têbikoşin.” STENBOL

Dikarî Biecibînî