Tevgera Azadî: Bersiva daxwaza me ya destûra hizban nayê dayîn

Tevgera Azadî bi daxuyaniyek aşkera kir ku piştî ku ofîsên wan hatine girtin, ji bo wergirtina destûra hizban a li Herêma Kurdistanê serî li Wezareta Hundirin a Herêma Kurdistanê, Dezgeha Asayîşa Herêmê û Walîtiya Silêmaniyê dane lê heta niha bersiva wan nedane

Li Silêmaniyê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li ser serlêdana ji bo wergirtina destûran hizban li Herêma Kurdistanê daxuyanî da. Berdevka Tevgera Azadiyê Tara Hisên daxuyaniya têkildarî serlêdana ji bo wergirtina destûrê xwend û wiha got: “Piştî ku biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi hinceta nebûna destûrê ofîsên me hatin girtin, roja 5’ê kanûna 2018’an de li ser mijarê me serdana Komîsyona Hiblijartina Iraqê kir. Piştre komîsyonê di 11’ê kanûnê de bi nivîseke hejmara 18/321 hikûmeta Herêma Kurdistanê agardar kir ku Tevgera Azadî partiyeke xwedî destûr e û mafê karê siyasî li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê heye. Di 20’ê çileyê de me serdana Wezarata Hundirin a Herêma Kurdistanê kir, ji bo ku bersiva serlêdana me ya ji bo wergirtina destûrê bide 4 sal derbas bûn. Di vê çarçoveyê de bi nivîsa hejmara 1031 di 31’ê çileyê de me daxwaz ji Asayîşa Herêma Kurdistanê ku bersiva daxwaza me bide, ji ber ku Wezareta Hundirin berê bi nivîsa hejmara 6554 di 17’ê nîsana 2016’an de daxwaz ji Asayîşê Herêma Kurdistanê kiribû ku destûrê bide Tevgera Azadî, lê hîn bersiv nedaye. Di 23’yê çileyê de me serdana Walîtiya Silêmaniyeyê kir. Ji ber ku daxwaza wergirtina destûrê cara yekem ji Walîtiya Silêmaniyeyê hatibû kirin lê heta niha wan jî tu bersiv nedaye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wan di 24’ê çileyê de serdana Asayîşa Herêma Kurdistanê kiriye û herî dawîn jî di 30’ê çileyê de dosyayên xwe ji nû ve radestî Desteya Wezîran kirine û wiha hat domandin: “Me di hemû danûstandinan de daxwaza wergirtina destûrê kiriye. Hemû saziyên hikûmetê bi biryarên siyasî tên birêvebirin. Yên binpêkirinên yasayî dikin ne em in, ew in. Rojane jî bêyî biryara dadwer zext li ser endam û alîgirên me hene. Gelek car in endam û alîgirên me tên binçavkirin. Ji ber vê metirsiyek mezin li ser azadiya fikir û ramanê heye. Li vê herêmê parastina jiyana endam û alîgirên me di stuyê desthilatê de ye.”

Li Iraqê partiyeke fermî ye

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê partiyek siyasî ye û di 17’ê kanûna 2014’an de hatiye avakirin û di 4’ê kanûna 2017’an de destûr ji hikûmeta Iraqê wergirtiye. Rêvebirên Tevgera Azadî gelek caran diyar kirine ku wan ji destpêka damezrandina partiya xwe ve ji bo wergirtina destûrê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine lê heya niha hikûmetê destûr nedaye wan.

Hemû buroyên Tevgera Azadiyê hatin girtin

Herî dawî di 25’ê mijdara 2018’an de hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara girtina hizb û rêxistinên bê destûr li Herêma Kurdistan da û di çarçoveya vê biryarê de hemû saziyên Tevgera Azadiyê li herêma Silêmanî, Helebce, îdareya Germiyan û Raperînê hatin girtin. SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî