Temellî: Gelê kurd pêşengiya têkoşîna gelên Tirkiyeyê dike

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Amedê axivî. Temellî diyar kir ku Erdogan ji serê sibehê heta êvarê nûnerên HDP’ê hedef nîşan dide û zimanê nefretê bikartîne. Temellî got ku Tirkiye di nava krîzeke siyasî ya mezin de ye û da zanîn ku gelê kurd niha pêşengiya têkoşîna gelên Tirkiyeyê dike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li Amedê di civîna ragihandina Danezana Hilbijartinê ya HDP’ê de axivî. Di civînê de geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê nirxand.

Sezaî Temellî di axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Erdogan ên nefretê û wiha got: “Di mîtîngên xwe de bi sînevîzyonan nûnerên HDP’ê hedef nîşan dide. Li şûna ku di sînevîzyonan de me nîşan bidî, hinekî li axaftinên xwe yên sala 2014’an binihêre.”

Temellî diyar kir ku li dijî faşîzmê ew dibêjin demokrasî, azadî û rêveberiya xwecihî. Temellî destnîşan kir ku partiya wan her tim ji hêla Erdogan ve hedef tê nîşandan û wiha domand: “Gelên Tirkiyeyê li serokkomar digerin lê wî nabînin. Ji ber ku serokkomarê vî welatî sibehê bi gotinên nefretê çavê xwe vedike û êvarî bi gotinên nefretê digire. Ji 20 milyon kurd re ku li vî welatî dijîn, dibêje ‘bicehimin.’ Terorîst dibêje. Her cure sûcdariye dike û piştre jî dibêje; ‘min tiştekî wiha negotiye.’ Li şûna ku di vîdeoyan me nîşan bidî, hinekî gotinên xwe nîşan bide. Mînak ên sala 2014’an.”

‘Siyaseta Tirkiyeyê di nava krîzê de ye’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî daxuyand ku dê di hilbijartina rêveberiyên herêmî bêhtir şaredariyan bi dest bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîna me ya rêveberiyên herêmî dê li ser sê lingan teşe bigire. Di roja me de li Tirkiyeyê ev her sê ling jî di nava krîzeke kûr de ne. Çareserkirina temamiya van krîzan, li rêveberiyên herêmî dest pê dike. Beriya herî tiştî, siyaseta Tirkiyeyê di nava krîzeke kûr de ye. Bi qasî ku siyaset vediguhere yek rengî, bi qasî ku kes ji siyasetê tên dûrxistin, siyaset jî dikeve nava siyaseteke kûrtir. Rêya çareserkirina vê krîzê, demokrasiya xwecihî ye. Raste rast cihgirtina gel a di rêveberiyê de ye. Em bi dirûşma ‘yên ku hildibêrin em in, yên birêve dibin em in’ her kesî vedixwînin siyaset, têkoşîna hevpar û rêveberina bajaran.  Em siyasetê civakî dikin. Têkoşîna gelê kurd ji gelên Tirkiyeyê re rêbertiyê dike. Tu wehd, gotin an jî vîzyoneke wan nemaye. Tenê dijminatiyê dikin. Em jî li dijî vê zimanê dijminatiyê bi proje, vîn û gotinên xwe derdikevin pêşberî wan. Bawerî, îdia û têkoşîna me mezin e.” AMED

Dikarî Biecibînî