‘Gel biryara xwe daye dê AKP’ê ji desthilatiyê bixe’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Karaçoban a Erziromê mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de Buldan da zanîn ku li her deverekê bi coş tên pêşwazîkirin. Buldan diyar kir ku gel êdî biryara xwe daye û dê di 31’ê adarê de xwedî li îradeya xwe derkeve û AKP’ê ji desthilatiyê bixe

Hevseroka Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta pê re ku di nav de ji Tifaqa Kurdistanî serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak û Bora Balîn jî amade bûn, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Karaçoban a Erziromê bi gel re axivî.

Di mîtîngê de Pervîn Buldan anî ziman ku du roj in ew li navçeyên Erziromê bi gel re ne û wiha domand: “Em duh li Xinis û Tekmanê bûn. Piştî Karaçobanê em ê biçin Qereyaziyê. Li her deverê em heman tiştî dibînin. Mirov li ser pêyan e, bi coş e, bi moral e. Li her derê heman coş heye. Bi vê coş û moralî em ê biserkevin.”

‘Li her deverê coş û heyecan heye’

Buldan da zanîn ku tiştên desthilatdariyê derew e, heqaret e û wiha pê de çû: “Bi gotina ‘HDP terorîst e’ hewl dide me krîmînalîze bikin. Em di zanin ku vî welatî çawa bi rê ve dibin. Em di zanin ku 17 sal in Tirkiyeyê çawa bi rê ve dibin. Haya gel êdî ji her tiştî heye. Êdî dem hatiye ku ew ji desthilatdariyê bê xistin. Gelê me bi biryar e. Atmosfera niha li vir tê dîtin, ne tenê li vir e. Li her derê heye; li Şirnex, Colemêrg, Wan, Stenbol, Enqere, Îzmîr li her derê. Em ê derseke wisa bidin AKP’ê ku dê fêhm bikin êdî partiyeke tabelayê ye. Dê fêhm bikin ku welat bi derewan nayê birêvebirin, nabe ku ji gelekî re ‘terorîst’ bê gotin.”

‘Gelê me biryara xwe daye’

Buldan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me êdî biryara xwe daye. Dê xwedî li îradeya xwe derkeve. Hevşaredarên me li vir in. Em van hevalên xwe emanetî xwedê û piştre jî emanetî we dikin. Dizanim ku gelê Karaçobanê dê di 31’ê adarê dîrokeke mezin binivîsîn û bi rêjeyeke bilind hevşaredarên me bi xizmeta ji bo bajêr wezîfedar bike. Em ê bi hev re bi ser bikevin. An serkeftin an serkeftin. Bila rêya me vekirî be. Di 31’ê adarê de em ê vê derê bi taybetî bişopînin. Em ê navçeyên Erziromê careke din radestî gelê xwe bikin.” ERZIROM

Dikarî Biecibînî