Birayê namzetê AKP-MHP’ê yê Wanê piştgirî da HDP’ê

Birayê namzetê AKP-MHP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva, Şemsettîn Takva endam û rêveberên HDP’î vexwend mala xwe. Takva diyar kir ku ew ji kevneşopiya 50 salan tên û di şahiyên Newrozê de bûne yek. Takva got ku ew li dijî zilmê têdikoşin û da zanîn ku dê HDP di hilbijartinê de pir bihêz biserkeve

Birayê namzetê AKP-MHP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva ku di heman demê de qeyûmê tayînkirî ye, Şemsettîn Takva û gelek endamên malbata Takva, rêveberên HDP’ê dawetî malên xwe kirin û soza piştgiriyê dan HDP’ê. Hevdîtin li mala Şemsettîn Takva pêk hat. Di hevdîtinê de hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê HDP’ê Mustafa Avci, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Artemêtê yên HDP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Medenî Ozer, rêveberên HDP’ê yên Artemêtê û gelek endamên malbata Takva amade bûn.

Di hevdîtinê de Şemsettîn Takva axivî û wiha got: “Em ji kevneşopiya siyaseta 50 salan tên. Em gelek caran ketin û rabûn. Me êşen gelek mezin dît. Me berê hev nas nedikir. Lê têkoşina azadiya kurd em bi hev dan naskirin. Em di şahiyên Newrozê de bûn yek. Hin caran em ketin rêyên asê. Pir hatin hilweşandin. Lê em her dem meşiyan. Niha li dijî zaliman û zilmê têkoşîna mezin a heq û heqîqetê tê dayîn. Ji bo têkbirina vê têkoşîna hemû rê û rêbaz tên bikaranîn lê em ê bidomînin. Çi dibe bila bibe em li ser pêyan in.”

‘Dê HDP pir bihêz biserkeve’

Takva anî ziman ku li Tirkiyeyê bi sedan partî demek şûnde tenê tabelayên wan mane û wiha domand: “Yên ku ev kevneşopiya partiyên tabela tek birin jî partiyên kurd bûn. Partiyên kurd her tim bihêz li ser pêyan man. Weke her tim dibe ku hin kesên xwedî pratîkên nebaş li dijberî me bixebitin lê divê ev yek moralê me xerab neke. HDP dê di hilbijartinê de pir bihêz biserkeve. Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê yên li Wanê baş derbas dibin. Ez di wê baweriyê de me ku dê encameke baş bi dest bixe. Ji bo ku we daweta me qebûl kir û hûn hatin, gelek spas dikim.”

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede û namzetên hevşaredariyê jî ji ber dawetê kêfxweşiya xwe anîn ziman. WAN

Dikarî Biecibînî