‘Qeyûman şaredarî kirine çirava deynan’

Parlamenter Ahmet Şik li Geverê xebatên hilbijartinê meşand. Şik di serdanê de rexneya dayikekê ya ‘ez bi tirkî dizanim tu çima bi kurdî nizanî?’ bi bîr xist û got ku divê êdî perwerdeya zimanê dayikê bikeve pratîkê. Şik diyar kir ku qeyûman şaredarî kirine çirava deynan

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ahmet Şik, li navçeya Gever a Colemêrgê esnaf ziyaret kirin û çû serdana buroya hilbijartinê. Şik li buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Cengîz Topel bi welatiyan re civiya û der barê hilbijartinê de nêrînên xwe parve kirin. Şik anî ziman ku AKP ji ber tirsa windakirinê, êrîşê HDP’ê dike.

Li ser rexneya ‘çima HDP’î bi kurdî naaxivin?’ jî Şik wiha got: “Di rê de me dayikek girt wesayîta xwe. Me sihbet pir xweş kir. Dema min ji dayikê re got ‘ez bi kurdî nizanim.’ Dayikê jî rexneya ‘ez bi tirkî dizanim lê tu bi kurdî nizanî’ li min kir. Ji roja ku partiya me hatiye avakirin û heta niha em li ser perwerdeya zimanê dayikê radiwestin. Lê perwerdeya zimanekê didin pêşiya me. Perwerdeya zimanê dayikê ji bo me xala serekeye. Zimanê dayikê mafe. Ji bo ku em li dijî hemû êrîşên li ser zimanê kurd derbikevin, divê me perwerdaya zimanê zikmakî bixin pratîkê.”

Şik anî ziman ku qeyûman şaredarî kirine çirava deynan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xesar di kîjan astê de ye em nizanin. Piştî hilbijartinê dê hevaşaredarên me bi venihêran re xesaran tespît bikin û kesên bûne sedema vê yekê, dê li pêşberî darazê hesap bidin.”

Şik herî dawî jî esnafên navenda navçeyê ziyaret kirin û rastî eleqeya welatiyan hat. COLEMÊRG

Dikarî Biecibînî