HDP bi sê zaravayên kurdî strana hilbijartinê amade kir

HDP’ê ji bo hilbijartinê stranek din jî amade kir. Strana bi navê ‘Leyla’ bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên kurdî hat amadekirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) heta niha ji bo hilbijartinê yek jê rap 3 stran çêkirine. HDP’ê stranek din jî çêkir û li stranên xwe yên heyî zêde kir. Strana ‘Leyla’ ku gotinên hilbijartinê lêanîne bi zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî yên kurdî tê gotin. Stran li ser tora civakî rastî eleqeyek mezin hat. HDP di stranê de wiha dibêje: “Em bi hemû reng, cudahî û yekitiya xwe bi hêz in.” AMED

Dikarî Biecibînî