Bariyerên li ber şaredariyê rakirin

Hevşaredarên HDP’ê yên Qereyaziyê mazbata xwe wergirtin û dest bi wezîfeyê kirin. Hevşaredaran bi rakirina bariyerên ber avahiya şaredariyê dest bi kar kirin

Hevşaredarên HDP’ê yên Navçeya Qereyaziyê ya Erziromê Melîke Goksû û Bûrhanettîn Şahîn mazbataya xwe wergirtin û dest bi wezîfeyê kirin. Hevşaredar bi girseyek mezin a gel çûn avahiya şaredariyê û bangî kepçeyê kirin û bi rakirina bariyerên li ber avahiya şaredariyê dest bi kar kirin. Hevşaredaran mazbata xwe diyarî hevşaredarên berê yên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin Mehmet Saît Karabakan û Zeynep Bîngol a di girtîgehê de kirin.

Hevşaredaran piştî axaftina kirin derbasî şaredariyê bûn û ziyaretan qebûl kirin. ERZIROM

Dikarî Biecibînî