Buldan: YSK ketiye bin wesayeta AKP’ê

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser nedayîna mazbatayan û biryara sosret a YSK’ê û diyar kir ku YSK ketiye bin wesayeta AKP’ê û bêalîbûna xwe winda kiriye

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Navenda Giştî ya partiya xwe beriya civîna Meclisa Jinan têkildarî mijarên di rojevê de daxuyanî da.

Buldan di destpêka axaftina xwe de balkişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin û ev 156 roj in didomin û diyar kir ku ne tenê Guven niha bi hezaran kes li girtîgehan û derve bi heman daxwazî bedena xwe dane ber birçîbûnê û wiha got: “Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan derbasî astek krîtîk bûne. Li hember çalakiyan bêdengiyek mezin heye. Dibe ku her kêlî xeberên nexweş werin. Gelek hevalên me ketine asta ku êdî nabînin û nabihîzin. Rewşa tenduristiya wan nebaş e. Divê demek zûttirîn hikûmeta AKP’ê bêdengiya xwe xera bike. Divê tenê ne AKP, hemû aliyên civakê dengê xwe bilind bike. Tenê ne beden dihelin, em dibînin ku wijdan jî dihelin. Ev bêdengî di heman demê de ji me re dide nîşandan ku wijdan jî bêdeng bûne û dihelin. Ji bo hevalên me bijîn û tiştek ji wan nebe çi ji destê me were em ê bikin. Di vê mijarê de rolek mezin dikeve ser milê jinan.”

Li gelek deveran temsîliyeta jinan pêk hat

Di axaftina xwe de Buldan têkildarî pêvajoya piştî hilbijartinê jî ev tişt anî ziman: “Me li gelek deveran temsîliyeta jinan pêk anî û 65 şaredarî bi dest xist. Pêvajoya îtîrazan didome. Dibe ku ev hejmar zêde jî bibe. AKP dixwaze şaredariyên ku HDP’ê bi dest xistiye xesp bike. Tevî vê yekê jî dê hejmara şaredariyên me kêm nebe. Wê hevşaredarên me jin xebatek mînak birêve bibin û modelek ava bikin. Sazî û navendên jinan ên ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, dê carek din ji aliyê şaredariyên me ve werin vekirin. Wê hevşaredarên me jin bi taybetî bi pirsgirêkên jinan re eleqadar bibin.”

Divê her kes rastiya AKP’ê bibîne

Buldan da zanîn ku li gelek navendên wek Şirnex, Mûş, Wêranşar îradeya gel hatiye xestpkirin û ew ji bo gelek navenda îtîraz kirin lê îtîrazên wan nehatine qebûlkirin û têkildarî nedayîna mazbatayan û biryara sosret a YSK’ê jî ev nirxandin kir: “Tevî ku 10 roj bi ser hilbijartinan re derbas bûne jî hêj mazbatayên gelek bajaran nedane. Mazbatayên hevşaredarên me yên Mêrdîn û Amedê nedane wan. Îtîraza AKP’ê ya ji bo Mêrdînê ewqas komîk e; bi hêceta tenduristî û extiyariya Ahmet Turk AKP’ê daxwaznameya xwe ya îtîrazê daye. Ji aliyê din ve YSK’ê biryar da ku dê mazbatayên hevşaredarên me yên bi KHK’ê hatine îxrackirin nede wan. YSK tam ketiye bin wesayeta AKP’ê. Ji saziyek serbixwe derketiye. Ewil serlêdana namzetên me yên KHK’yî qebûl dikin û pişt re jî KHK dikin hicet û mazbata nadin wan. Ev jî dide nîşandan ku yek ji lîstikên AKP’ê yên li dijî HDP’ê ne. Divê her kes vê rastiyê bibîne. AKP li dijî partiya me û partiyên muxalefetê xefik ava dike û AKP partiyek xefikê ye. Tişta ku nikare bike saziyên din dike şirîkê xwe û dixwaze vê lîstoka xwe berdewam bike.” ENQERE

Dikarî Biecibînî