‘DAIŞ ne tenê pirsgirêka bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye’

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif diyar kir ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ne tenê leşkerî ye û destnîşan kir ku DAIŞ ne tenê pirsgirêka wan e, DAIŞ ji bo hemû cîhanê pirsgirêk e ji ber vê ji bo darizandina wan divê dadgehek navnetewî were avakirin

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bejahiya rojhilatê Dêrazorê dawî li serweriya DAIŞ’ê ya li ser xaka Sûriyeyê anîn, rewşa piştî DAIŞ’ê bû mijara sereke ya rojevê.

Li gorî daneyên ne fermî, zêdeyî 11 hezar endamên çekdar ên DAIŞ’ê li girtîgehên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne. Piraniya wan jin û zarok zêdeyî 72 hezar kesên ji malbatên DAIŞ’î yên ji 54 welatên cuda ne, li kampan e.

Ji bo van kesên ji welatên cuda hatin Sûriyeyê û sûcên şer kirin radestî welatên wan bên kirin, Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê beriya niha bang kiribû lê belê bersiveke erênî nehatibû dayîn. Li ser vê yekê mijara darizandina van kesan li bakur-rojhilatê Sûriyeyê hate nîqaşkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif li ser vê nîqaşê axivî û diyar kir ku şaş e ku DAIŞ tenê weke pirsgirêkeke leşkerî bê nirxandin û destnîşan kir ku divê têkoşîneke berfireh bidome.

Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka leşkerî ye

Yûsif anî ziman ku nabe ku barê DAIŞ’ê tenê li ser milê gelên bakur-rojhilatê Sûriyeyê bê hiştin û diyar kir ku ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ya van kesan darizîne divê Neteweyên Yekbûyî, dadgeha ceza ya navneteweyî û hêzên navneteweyî bikevin nava hewldanan.

Di axaftina xwe de Yûsif da zanîn ku DAIŞ ji aliyê leşkerî ve qediyaye lê belê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka leşkerî ye û wiha domand: “Çawa ku heta niha li dijî DAIŞ’ê têkoşîn hate meşandin, ji niha û pê ve jî ne tenê ji aliyê leşkerî divê ji gelek aliyan ve têkoşîn bê meşandin.”

Paşeroja çeteyan û malbata wan ne diyar e

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif destnîşan kir ku nediyar e dê paşeroja çeteyên DAIŞ’ê yên sûcên şer kirine û malbatên wan çi be û ev tişt anî ziman: “Barî herî giran li ser milê gelê herêmê ye. Em qala bi deh hezaran kesî dikin ku ji çar aliyên dinyayê hatine. Mirov dikarin bêjin, barê tevahiya dinyayê niha li ser milê gelên bakur-rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Yûsîf destnîşan kir ku hêj şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li herêmê hene û wiha pêde çû: “Li hêla din jî ev kes niha li girtîgehan in lê statûyeke vir tuneye. Li ser herêma me, di serî de dewleta tirk, hin dever gefê li me dixwin. Heke li herêmê valahiyeke biçûk li ser ewlehiyê çêbibe ev kes ji bo her kesî dê bibin talokeyeke mezin. Wê bibin mîna bombeyeke ku pîma wê hatibe kişandin.”

Divê dadgeha navnetewî were avakirin

Her wiha Yûsif got ku çeteyên DAIŞ’ê ne tenê pirsgirêka wan e ya her kesî ye, kesên ku li herêma wan sûc kirine dibe ku li deverên din jî sûc kiribin lê piranî li herêma wan sûc kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo vê jî divê li vir werin darizandin. Ji bo vê jî divê dadgeheke navnetewî were avakirin.”  QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî