Karayilan: Dîktatorê bi hilbijartinê hatiye bi hilbijartinê naçe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku divê mirov pişta xwe bi hilbijartinên li Tirkiyeyê girênede û bal kişand ser vî tiştî ku dîktatorên bi hilbijartinê hatine, bi hilbijartinê naçin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel a Kurdistanê Mûrat Karayilan bû mêvanê Bernameya Taybet a Radyoya Dengê Welat û pirsên Rosîda Mardîn bersivand.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya Enfalê û ev tişt anî ziman: “Em di salvegera 31’emîn a Enfalê de ne. Di operasyona Enfalê de 180 hezar mirovên me şehîd bûn. Ez hemû şehîdên Enfalê bi bîr tînim. Têkoşîna me ya hesappirsîna vê qetlîamê îro jî didome. Ji ber ku qirkirina li ser ax û gelê Kurdistanê îro jî didome. Ji ber vê jî divê em têkoşîna xwe ya demokratîk a neteweyî geştir bikin.”

Karayilan li ser keraseta li Rojhilatê Kurdistanê jî rawestiya û wiha got: “Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber lehiyê gelek mirov mirin. Ji bo alîkariya wan gelek caran bang hate kirin, ez jî tevlî van bangan dibim. Gelê kurd divê em xwedî li hev derkevin. Ev peywireke neteweyî ye.”

Kurdan sîle li Akp û MHP’ê dan

Bi berdewamî Karayilan li ser hilbijartinên 31’ê adarê yên xwecîhî nirxandin kir û ev tişt anî ziman: “Hilbijartina li Tirkiyeyê di şertên adilane de pêk nehat. Rejîma AKP û MHP’ê tevî hemû derfetên dewletê, xwest di van hilbijartinan de bi ser bikeve. Lê dîsa jî bi ser neketin. Di vê hilbijartinê de helwesta HDP’ê ya li metropolan sîleyek li rejîma AKP û MHP’ê da. Encama ku derketiye holê, ji bo gelê me serkeftin e.”

Karayilan axaftina xwe wiha domand: “Mirov nikare ji hilbijartina li Kurdistanê re bibêje hilbijartin. Ya li Kurdistanê hate kirin, şer bû. Qileban, Şirnex, Elk, Çelê û Şemzînan bi hilbijartinê nehatin stendin. Ev der bi fermana dewletê hate stendin. Dewleta tirk a dagirker dixwaze li ser sînorê başûrê Kurdistanê şerekî bide kirin. Ji ber vê jî xwest bajar û navçe di destê wan de bin. Xwestin hemû şaredariyên li vê derê di destê wan de be. Li van deran bi sedan wesayîtan leşker hatine veguheztin û van leşkeran di hilbijartinê de deng dane. Mesele li Çelê hejmara hilbijêran 2200 e. Lê AKP’ê li Çelê 2500 deng stendiye. Ji hejmara gelê Çelê zêdetir leşker anîne û van leşkeran dengê xwe dane. Li Mûş û Milazgirê jî heman polîtîkaya taybet a dewletê heye. Li Rihayê Xelfetî, Hewang û Wêranşar jî wisa stendin. Ji ber ku Riha, bajarê Serok Apo ye. Ji ber vê jî naxwazin Riha di destê kurdan de be. Milazgir jî wisa ye. Dewletê çi ji destê wê hat, ew kir lê dîsa jî li gelek cihan dewlet bi ser neket. Bi vê mudaxeleyê re derkete holê ku rêya siyasetê ji kurdan re hatiye girtin. Ji saya keda gelê me û siyaseta Rêber Apo kurdan ji xwe re qada têkoşînê ava kirine. Ji xeynî wê ji kurdan re rêya siyasetê girtiye.”

Hiqûq tune

Bi berdewamî Karayilan wiha got: “AKP û MHP’ê hê jî nikarin encama hilbijartinê qebûl bikin. 17 roj ji ser hilbijartinê derbas bûye lê hê jî encama Stenbolê tê hejmartin. Niha jî hewl didin bi betalkirina hilbijartina li Stenbolê encamekê bistînin. Di heman demê de niha mazbatayan nadin hevşaredarên ku bi ser ketine yên ku KHK’yî ne. Heke wisa bûya, bila berê bigotina. Lê tê dîtin ku ne heq heye, ne jî hiqûq. YSK di destê wan de bûye amûrek, biryara xweser a YSK’ê tune. Li Rezana Amedê şaredariya ku ji sedî 71 hatiye stendin, YSK dide kesê ku ji sedî 25 jî deng nestendiye. Ev siyaseta şer e.”

Divê mirov pişta xwe bi hilbijartinê gire nede

Karayilan destnîşan kir ku divê mirov pişta xwe bi hilbijartinê ve gire nede û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê hilbijartinê heqîqetek derxistiye holê: Divê mirov pişta xwe bi hilbijartinê gire nede. Rast e ku hilbijartin qadeke têkoşînê ye. Ji bo têkoşîna şoreşger divê ev qad were bikaranîn û divê ev qas ji hêzên mêtinger re neyê hiştin. Careke din di jiyana pratîk de derket holê ku bi hilbijartinê mirov nikare encamekê bistîne. Divê gelê kurd bizanibe ku bi têkoşîna zagonî encameke baş nayê stendin.Va ye encamên hilbijartinê li holê ye. Kengî dixwazin dest datînin ser îradeya gel. Ji ber ku tu hiqûq tune. Divê gelê tirk û kedkar baş bizanibin ku rejîmên faşîst bi hilbijartinê têk naçin. Bi hilbijartinan re ev faşîst dixwazin desthilatdariya xwe xurt bikin.  Li Misirê Husnu Mubarek 32 salan desthilatdar bû, li Sûdanê Omer El Beşîr 30 salan desthilatdar bû. Dîktatorên ku bi hilbijartinê tên, bi hilbijartinê re naçin. Gelê Sûdanê Omer El Beşîr xistin, wê li Tirkiyeyê jî gel Erdogan bixe. Bi hilbijartinan ev tişt zehmet e. Divê em baweriyê bi hêza xwe û kolan û qadan bînin. Divê em li qadan xwe birêxistin bikin. Divê em têkoşîna gel a şoreşgerî xurt bikin. Bi vî awayî em dikarin bi ser bikevin. Gelê me ji sala 1990’î û vir ve di pêvajoya serhildanê de ye. Li bakurê Kurdistanê û li parçeyê din têkoşîn gelê me hatiye asteke girîng. Dijmin ji ber vê ditirse.”

Pêngava grevên birçîbûnê

Karayilan bal kişand ser grevên birçîbûnê jî û wiha got: “Grevên birçîbûnê veguherîne pêngaveke girîng. Li Kurdistanê cara pêşîn greva birçîbûnê dikeve rojên 160’î. Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de di şexsê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de greva birçîbûnê bi ser ketibû. Cara pêşîn çalakiyeke wisa berfireh di têkoşîna me de pêk tê.700 hezar kes tevlî têkoşînê bûne. Ev jî asteke nû îfade dike. Ev çalakî li her welatan didome. Bi taybetî jî li girtîgehan didome.”

Di nava gel de pêwîstî bi pêşengên xwezayî heye

Karayilan axaftina xwe wiha domand: “Ev pêngava bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir mezin bûye. Di lingê vê pêngavê yê civakî û leşkerî de kêmahî heye. Lê asta ku pêngav gihiştiyê rê û rêbazên nû pêwîst e. Divê hêj pêşbikeve û biçe encamê. Hêza bingehîn ku encamê bigre gel e û hêza gel e. Ji vir şûnde divê hêza gel hê bi bandor bikeve dewrê. Ji bo ku hêza gel nekeve dewrê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li her cihî îtîraz dike. Di vê wateyê de jî di nava panîk û tirseke mezin de ne. Li ku derê çend kesek li hev kom bibin, deng derxînin polîs li wir kom dibin û dest bi girtinan dikin. Ev pêngava greva birçîbûnê ew gelek tengav kirine. Çalakiya dayikên çalakgerên grevê çêdibin û ev jî bi nirx in. Lê xuya dike ku rêxistinbûyîn kêm e. Di demekî wiha de divê pêşengên xwezayî yên gel derkevin.”

Divê çalakiyên fedayî dubare nebin

Karayilan di berdewama axaftina xwe de li ser çalakiyên fedayî yên li zindanan pêş ketin jî rawestiya û wiha domand: “Grevên birçîbûnê kete qonaxekî hestiyar de. Li gorî agahiyên me girtine hinek hevalên li girtîgehê di ketine qonaxa şehadetê. Li girtîgehê 7 hevalan çalakiya fedayî pêk anîn. Partiya me PKK û PJAK’ê daxuyanî da û diyar kirin ku divê ev çalakiyên fedayî neyên kirin. Heval Zulkuf Gezen, Ayten Beçet çalakî kirin. Ji bo dayîna peyamên pêwîst hebûna van çalakiyan xwezayî ye. Lê domandina vê û bê navber veguherandina weke rêbazekê ne rast e. Em dizanin ku Rêber Apo vê rêbazê rast nabîne. Lê hevalan israr kirin. Divê ji niha û şunde israr nekin, li gorî fermanên tevger û perspektîfan tevger bikin. Ya rast ev e. Divê ji nêzîkatiyên takekesî dûr bikevin. Di rastiyê de sekneke fedayî ye, pîroz û em rêzê jê re digirin. Çalakiya van hevalan ji bo me peyamek e. Ruhekî gelek girîng ê fedayî derket holê û belavî her alî bû. Ev jî encamek diyar girt. Ji vir û şunde hem rewşa civakî, hem rewşên din bi xistina dewrê ya rê û rêbazên nû wê hêzeke bide pêngavê. Divê bi vî awayî biçin encamê. Ev ruh û îrade eger xwe rêxistin bike, bi taybet eger di nava civakê de xwe rêxistin bike wê encam bigire.”

Li dijî ciwanên kurd politîkayên şerê taybet

Kariyilan ser polîtîkayên dewletê yên li dijî ciwanan jî ev tişt anî ziman: “Li ser ciwanên kurd polîtîkayekî şerê taybet tê pêkanîn. Ji bo ku ciwan welat, gel û pêşeroja xwe nefikire û ji bo vê tênekoşe, ji bo bi xwe re mijûl bike fêrî madeyên hişber dikin û bi tiştên ku ehlaqê civakê xira dikin re gef û şantajê li wan dikin. Dewlet ji bo ku ciwanên kurd bikin sîxûr siyasetekî qirkirina çandî ya berfireh li ser wan dimeşîne.  Ne siyasetekî ji rêzê ku çend ciwanan dike hedef e. Dewlet bi vî çavî temaşeyî ciwanên Kurdistanê dike; mînak her ciwanê li Amedê potansiyela PKK’yî û gerîla ye. Ji bo ku wiha nebe dixwazin ciwanan ji potansiyela nebûna gerîla derxînin. Ji bo vê pêk bînin çi dikin? yan dixin nava fûhûş yan jî dixwazin bikin sîxûr. Dewlet ji bo vana bike hem gelek pereyan xerc dike û hem jî gelek kesên ku wiha bikin erkdar dikin. Vêya bi awayekî berfireh dimeşînin. Bê guman ev tiştekî derveyî ehlaq e. Ehlaq, wijdan nîne. Rê û rêbazên vê dewletê qirêj in û bêehlaqî ye. Dewleta Îranê jî vêya dike. Berê dewleta Sûriyeyê jî heman polîtîkayên qirkirinê dimeşand. Hemû dewletên qirker ên mêtînger li ser Kurdistan û bi taybet li ser ciwanên Kurdisanê ev siyaseta qirkirinê meşandine.”

Sekna hantaş mînak e

Karayilan kuştina Recep Hantaşê ku li Amedê ji aliye polîsan ve hat qetilkirin mînak nîşanda û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê zanîn ku ciwanê kurd Recep Hantaş ji ber ku van polîtîkayên dewletê qebûl nekirye hate şehîd kirin. Recep Hantaş şehîd xistin ku êdî ciwanên ku dixwazin bikin sîxûr li dijî vêya dernekevin, li dijî polîsan dernekevin û polîs çi ji wan dixwaze bikin. Divê vê bûyerê mirov wiha binirxîne. Di serî de ez bang li ciwanên Amed, Kurdistan û hemû ciwanan dikim; Divê sekin û helwesta ku Recep Hantaş nîşandayî ji xwere mînak bigrin. Dijmin ji bo ku di nava ciwanên kurd de tirsê bide avakirin Recep şehîd kirin. Recep ji ber li dijî dewletê xwedî helwest bû û nehate lîstokên wan ji aliyê dewletê ve hate şehîd kirin. Divê hemû ciwanên me ji Recep Hantaş cesaret bigirin. Recep Hantaş şehîdê Kurdisanê ye û ji malbat û gelê Amedê re sersaxiyê dixwazim. Recep weke ciwanekî kurd serî ji dijmin re netewand û ji ber vê hate şehîdkirin, divê malbat ji ber vê helwesta Hantaş serbilind be.”

Divê ciwanên kurd xwe rêxistin bikin

Karayilan xwes ciwanên kurd li dijî van polîtîkayên dewletê xwe bi rêxistin bikin û ev tişt anî ziman: “Divê ciwanên Amed û ciwanên Kurdistanê vê bûyerê ji rêzê negirin. Ev êrîşekî li dijî hemû ciwanên Kurdsitanê ye. Divê li dijî vê helwest were nîşandan, li dijî vê komkujiya dijmin xeta şoreşgerî, heta welatparêzî were bihêz kirin, beşdarî têkoşînê bibin, neyên lîstokên şerê taybet û psîkolojîk, li dijî hemû pêkanînên dijmin rawestin û di nava refên welatparêziyê de cih bigirin. Divê ciwanên kurd di vê demê de xwe rêxistin bikin û têbikoşin. Yên îmkanên wan hebe divê beşdarî refên gerîla bibe. Ev dem dema geşkirina têkoşîn, meşa mezin a serketinê yê. Ji ber vê sedemê jî divê her ciwanê kurd li dijî polîtîkayên dijmin hişyar be, xwedî helwest be û refên têkoşînê tercîh bikin.”

Salekî nû û girîng

Di berdewamiya axaftina xwe de Karayilan ev tişt anî ziman: “Di serî de hemû hevalên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Em beşdarî salekî girîng û nû bûn. Ji zivistana derbasyî û bihara ku em tê de gerîla serketî bû. Dijmin li bakurê Kurdistanê gelek operasyon pêk anî lê encam negirt. Li Besta, li Botanê dijmin hinek windahiyên gerîla da çapemeniyê. Lê ev hê nehatiye piştrastkirin. Ji derveyî vê hemû hewldanên dijmin ên li bakurê Kurdistanê bê encam man. Ev jî dide nîşandan ku bicihbûna gerîla li ser bingehekî rast pêk hat. Divê pêvajoya zivistanê de dijmin li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek êrîşên hewayî pêk anî. Ev herêm ji xwe bê navber di çarçoveya operasyonên hewayî de dihate bombekirin. Di van êrîşan de jî dijmin encam negirt. Gelê me, heval û dostên me yên ku agahiya wan ji vê nîne bila bizanin; dijmin her roj di çapemeniyê de dibêje ‘Me li Zê, Avaşîn, Xakûrkê, Qendîl û Gare da, evqas windahiyên wan hene’ ne rast in. Di vê wateyê de jî gerîla serketî ye. Gerîla hem li Bakur û hem jî li Başûr ji her demê bêhtir bi ezmûn û amade ye. Li aliyê din jî projeya ji nû ve pêkanînê di rojeva me de ye. Li ser vê bingehê amadekariyên me hene. Ji bo vê didin nîşandan ku dikevin qonaxeke nû. Eşkere ye ku wê di pêngava nû de gerîla di sala 2019’an derbên xurt li dijmin bidin. Em di vê çarçoveyê de nêz dibin.”

Gerîla divê baldar be

Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dijmin çwa li qada siyasî xefikan datîne, divê gerîla jî kemîn û xefikan dane. Kemîn û xefik ji xwe têgînên xweser ên qadên leşkerî ne. Di tevahiya zivistanê de dijimin 3 şêwazên xefikan li ber gerîla danîn: A yekem li gelek cihan sîstema wênekêşî û kamera bicih kiribûn. Li derdora gundan, xetên ku gerîla tim bikar tînin, qontar û derbasker, heta li ser rêyên ku gerîla çalakî pêk bînin kamera danîbûn. Dibe ku gerîla bên çalakî bikin, bi vê sîstemê wêneyên wan bikişînin. Dijim hêviya wê ji vê rêbazê pir bû, ji bo vê li gelek cihan kamera bikar anîbûn. Herî zêde ev şêwaz li Karadeniz, Dêrsim, Mêrdîn, Amed, Cudî û Bestayê xistibûn meryetê. Nikarîbû vê rêbazê li her derî jî pêk bîne. Ji ber ku divê ev sîstem tim bê kontrolkirin, pîlên wan bên guhertin. Li deverên ku bikarin bi rehetî xwe bigihîninê danîbûn. Nikarîbûn li cihên dûr û bi hêsanî xwe bigihînê nekarîbûn danin. A duyemîn jî; li bendê dema ku gerîla muxabere dikir bû. Dema muxaberê ne li ser esasê tam kordînegirtinê be jî, destpêkê cihê muxaberê diyar bike, piştre jî balafirên keşfê li herêmê bigerin û ketina nava hewldanan ku yekîneyê kifş bikin û koordîneyê tesbîtkirin bû. A sêyemîn jî; di tevahiya werza zivistanê de hemû saziyên dewletê di serî de MÎT, bi gef, şantaj, tirs, rêbazên serîlêdanên qirêj kirina dijmin a mirovan bûn. Bi taybet ev rêbaz li ser kesên ku dibe têkiliya wan bi gerîlayan re hebû dan kirin. Hewl didan malbatên heyî bikin dijminên gerîla. Gerîla jî bi gotina ‘dostên me ne, milîsên me ne’ bê ku kontrol bikin bi dilpakî nêzîkî van kesan bibin, bi rêya van kesên ku cih di nava xebatên qirêj ên dijmin de girtin, xefikan li ber gerîla danin û dixwazin komployan li ber gerîla danin. Mirovên me yên welatparêz, kesên girêdayî welatê xwe û dozê divê îxanetê nekin. Gelek kesan ev ret kirin. Dîsa ji ber ku MÎT pir bi ziravî xebatên qirêj dikin, hinek mirovên me dibe ketibin van xefikên dijimin. Bi rêya van kesan dibe xefikan li ber gerîlayan danin. Li gelek deverên Kurdistanê dewletê li ser vî bingehî kar kiriye bi rêya muxabere yan jî sîstema wêneyan û dîsa rêya sîxûran gerîla tesbît kirine û bi rêya teknîkê xwesitine îmha bikin. Ji xwe projeya me ya ji nû ve pêkanînê jî li ser vî bingehî ye. Em jî hemû planên dijmin vala derbixin e. Ne bi xefikên sîxûr, ne jî bi kamera û ne jî bi muxabereyan bên kifşkirin û sîstema dijmin vala derbixin. Gerîlayê profesyonel ê dema nû, bi hestyar tevgerkirin, veşarîbûnê parastin û neketina kontrolê û gerîlayê dijmin vala derbixe ye. Kameraya dijmin, teknîk û sîxûriya wî vala derxistin be. Divê di vê mijarê de gerîla pir bi hestyar û baldar be, dijmin vala derbixe û derb bike. Erka gerîlayê dema nû ev e. Li dijî hemû lîstikên dijmin hişyar, neketina xeftikên dijmin e. Gerîla rê, patîka, gundên berê diçûnê bikar neîne. Divê hemûyan kontrol bike. Bê ku kontrol bike ji tiştekê bawer neke û ti tiştî bikar neyne.”

Ya girîng serketina salê ye

Karayilan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger gerîla li ser vî bingehî tevger bike, wê lîstikên heyî vala derbixe. Em dixwazin di dema nû de gerîla li ser vê pratîkê kar bike. Em niha dikevin werzên biharê. Di vê werza biharê de bikevin tevgerê, çalakiyan bikin. Divê gerîlayên ku nehatibûn amadekirin, nekevin tevgerê, lezê nekin. Em dixwazin salê bi ser bixin, ne rojê. Bê xwestin em dikarin xwe li benda çend hefte din jî bigirin. A girîng em stratejîk nêz bibin û salê bi ser bixin. Pilansaziyên ku salê bi ser bixin amade bikin û wisa bikevin tevgerê. Li ser vî bingehî dijmin vala derbixin û salê bikin sala aştiyê. Di vê zivistanê de heta niha gerîlayê ku derb nexwarî bingehê serketinê xurt kiriye. Li ser bingehê projeya ji nû ve pêkanînê tevgerkirin, bicihbûn û şêwazê çalakiyê veguherîn dana jiyîne. Li ser vê bingehê guherîn û vegûherînê de di meşa gerîla de serketinê dixwazin. Meşa sala 2019’an wê bibe meşa serketina azadiya Rêber Apo û Kurdistanê.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî