Farîsogûllari: Polîsan yekser fermana ‘lêxin’ da

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farîsogûllari ku di êrîşa polîsan a li Amedê de birîndar bûbû diyar kir ku bi konsepta nû re armanca wan tasfiyeya kurdan e

HDP’ê ya Bajêr a Amedê xwest li Parka Koşuyolu ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku şaredarên bi KHK’ê hatine îxrackirin erka wan betalkirin, şermezar bike. Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir.

Di mudaxeleyê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Mûsa Farîsogûllari birîndar bûn. Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA ya ava şid êrîş kir. Wekîl Remziye Tosun û Musa Farisogûllari di êrîşa polîsan de birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê tespît kirin ku parsuyê parlamenter Remziya Tosûn şikestiye. Dîsa di bûyerê de parlamenter Mûsa Farisogûllari jî rastî êrîşê hat û rûyê wî şîn bû. Farîsogûllari, têkildarî êrîşê axivî û bertek nîşanî êrîşa polîsan da. Farisogûllari da zanîn ku yekser feramana ‘lêxin’ dane polîsan û diyar kir ku kontrgerîla ketiye meriyetê û armanc dikin ku kurdan tasfiye bikin. AMED

Dikarî Biecibînî