Polîs destûrê nadin welatî bi rihetî biçin şaredariyê

Polîsên li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê nobetê digirin, welatiyên dikevin şaredariyê wan di kontrola nasnameyan re derbas dikin. Li ser fermana Wezîrê Karên hundir welatiyên dikevin şaredariyê neçarin nasnameya xwe bidin polîsan û derbasî hundir bibin

Di hilbijartina 31’ê adarê de, HDP’ê li Mêrdinê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dest xist û ji destê qeyûm derxist. Piştî HDP’ê şaredarî bi dest xist û dest bi xebatê kirin, Wezareta Karên Hundir, di 7’ê gulanê de li pêş deriyê avahiya şaredariyê polîs bi cih kirin. Polîs welatiyan di cîhaza X-ray re derbas dikin û li ser wan lêgerîn dikin. Niha jî welatiyên ku dixwazin biçin şaredariyê nasnameya wan ji wan distîne û li Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas dike. Dema personel jî derbasi şaredariyê dibin, piştî cihê wan ê kar û beşa wan fêr dibin û şûnde wan derbasî hundir dikin. Piştî polîs destûr didin welatî û personel dikarin derbasî hundir bibin.

Rayedarên Şaredariyê têkildarî vê pêkanînê bi walîtiya Mêrdînê re hevdîtin kirin û xwestin dawî li vê yekê bînin. Lê walîtîyê jî got “Ferman bi vî şeklî ye” û xwe ji nava vê pêkanîna derhiqûqû derxist. MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî