Altûn: Siyaseta li ser Rêbertî qirkirina civakê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn geşedanên dawîn nirxand û ev tişt anî ziman: “Siyaseta li ser Rêbertî tê wateya qirkirina li ser civakê. Dema ku siyaseta li ser Rêbertî were dîtin wê qirkirina li ser civakê were fêmkirin û sekinandin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn tevlî Bernameya Taybet a Medya Haber Tv’yê bû û pirsên Mazlûm Kayaalp bersivand. Riza Altûn geşedanên dawîn nirxand û bal kişand ser şerê taybet ê li çapemeniyê û diyar kir ku nûçeyên derbarê wî polîtîkaya şerê taybet e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser medya tirk û ev tişt anî ziman: “Çapemenî û medyaya li Tirkiyeyê ji berê ve li dijî tevgera me şerekî taybet dike. Di demên dawî de ev polîtîka zêde bûye. Bi nûçeyên derew dixwazin di civakê de xwe xurt nîşand bidin û moralê welatparêzan xerab bikin. Bala xwe bidin hin rayedarên dewletê di demên dawîn de dibêjin me ew qedand, ew neman, têk çûn û bi tenê 600-700 kes mane. Derbarê şehadetên gerîlayan û êrîşên hewayî yên li ser gerîlayan jî hejmarên zêde didin.”

Altûn bi domdarî bal kişande ser polîtîkaya şerê taybet û wiha got: ”Rast e di 21’ê Adarê de li Qendîlê êrîşeke hewayî çêbû lê li cihê ku êrîş hate kirin, ez ne li wir bûm. Li gel ku ez ne li wê derê bûm jî pêdivî pê dîtin ku propagandayeke wisa bikin. Ev tişt ne bi tenê ji bo min kirine. Ji bo hevalên din jî heman tiştî dikin. Her roj dibêjin di lîsteya sor de me filankes kuşt, me filan kes kuşt. Divê mirov zêde li ser vî tiştî nesekine. Ev propagandaya şerê taybet e.”

Rejîma li Tirkiyeyê derbeke mezin xwar

Têkildarî hilbijartinên 31’ê adarê yên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê Altûn ev tişt anî ziman: “Vê hilbijartina li Tirkiyeyê girîng e. Encama wê jî girîng e. Ev rewş li Tirkiyeyê hê jî tê nîqaşkirin. Divê ev tişt baş were nirxandin û encamên rast were derxistin. Heke encamên ji rêzê were derxistin wê rizîna rejîma heyî neyê fêmkirin. Heke encam zêde werin mezinkirin jî wê hin xetere pê re werin. Desthilatdarî li Stenbol, Mêrsîn, Enqere û Edeneyê têk çû û derbên giran xwar. Li Kurdistanê jî ligel hemû amadekariyên wan, qeyyûm û polîtîkayên qeyûm têk çû. Ligel ku amadekariyên hîleyên mezin hate kirin dîsa jî polîtîkaya wan têk çû.”

Altûn got ku polîtîkayên li ser civakê û Kurdistanê bi ser nektine û domand: “Divê mirov wisa binirxîne: rejîma ku têk çû ya ku hewl tê dayîn li Tirkiyeyê were avakirin. Polîtîkayên li ser civakê û polîtîkayên li Kurdistanê negihiştine encama xwe û beşeke zêde ya civakê nerazîbûna xwe ya li hemberî rejîma nû diyar kiriye. Ev geşedaneke girîng e lê dema ku em karakterê rejîma heyî didin ber çavê xwe, em dibînin ku ev tişt wê li ber çi veke. Îro dema mirov li tifaqa AKP û MHP’ê û tifaqa Ergenekonê binihêre wê were dîtin ku desthilatdariya heyî bi tu awayî nikare demokrasiyê qebûl bike.”

Divê ji çalakiya Geziyê encam werin derxistin

Altûn diyar kir divê ji Geziyê ders were derxistin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ji çalakiya Geziyê encamên baş werin derxistin. Gezî di vî warî de pêkhateyeke girîng e. Dema mirov li Geziyê dinihêrê, tê dîtin ku desthilatdarî ji demokrasiyê tecrubeyê nastîne û êdî dikare polîtîkayên êrîşkar bimeşîne. Di warê hilbijartinan de jî wisa ye. Dema mirov li hilbijartinan binihêre, dibîne ku AKP’ê bi fen û fût û xapandinan bû desthilatdar û desthilatdariya xwe wisa didomîne. Ev polîtîkaya AKP’ê ye. AKP’ê tu carî dev ji vê polîtîkaya xwe berneda, hemû zagon li gorî xwe eyar kir û kete hilbijartinê. Lê di vê hilbijartinê de planên wan pêk nehat. Wê were dîtin bê ka wê rejîma heyî bi rastî jî berê xwe bide demokrasiyê yan jî wê wekî hilbijartina di Hezîranê de bêtir êrîşan bike û girseya xwe faşîst bike? Ev geşedaneke girîng e.”

Desthilatê tiştên ku dê bike nîşan da

Altûn bal kişand ser karekterê rejîma desthilata heyî û wiha got: “Dema em li rewşa niha ya heyî ya rejîma desthilata AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê dinêrin,  nuqteyek ji demokrasiyê li xwe nagire. Hişmendiyeke ku daxwazên civakê, xwastên civakê li xwe bigire qet tune ye. Ji xwe vê di dema hilbijartinê de vekirî da nîşandan. Bi gotina pirsgirêka man û nemanê, bi direw û dirûşmên demogojîk, wisa li civakê kir ku weke bi rastî li Tirkiyeyê pirsgirêka man û neman heye, xwe li desthilata heyî bigirin. Ev jî pêk nehat. Hilbijartinên din ev yek lê dihat lê vê carê nebû. Vê carê desthilatê diyar kir ku wê çi bike der ket holê. Dema ku em tiştên berî hilbijartin û piştî hilbijartinê kirî tînin bermaberî hev, karektera desthilata heyî kiryarên ku wê ji niha û şûnde bike dide nîşanî me. Gelek cihên HDP’ê bi ser ketî, ji HDP’ê girtin û dan AKP û MHP’ê. Gelek deverên bêhiqûqî lê hebûn hemû serdanên HDP’ê ji aliyê YSK’ê ve hatin redkirin. ”

Desthilta qetlîameke civakî ya mezin pêk tîne

Altûn diyar kir ku îtirazên HDP’ê yên li Kurdistanê ti nehatin pejirandin. Altûn bal kişand ku li gelek cihên ku HDP bi ferqek mezin bi ser ketin û li pêşiya AKP’ê jî bûn, bi lîstikan jê hatin girtin û biryar bi rêbazên cuda sepandin YSK’ê û radestî desthilatê hate kirin. Altûn wiha got: “Li gelek cihan bi serketin, lê nedanê. Ev jî nêzîkatiya desthilatê ya li Kurdistanê nîşan dide. Heman rewş li nava Tirkiyeyê jî hebûn. Ya li Tirkiyeyê bi qasî vekîr mîna Kurdistanê dibe nekiribe, bi vekirî nekir, lê ya li Tirkiyeyê kirî ne ji vê pir cuda bû. Piştî hilbijartinê ji hemû daxuyaniyên rêveberên desthilatê dayî hûnê vê rewşê hê vekirî ya li Tirkiyeyê rû dayî jî bibînin. Heke li ser hîmekî rast têkoşîneke demokrasiyê were dayin, ev têkoşîna demokrasiyê dikare di demeke kurt de encamên wiha ku derbên giran li desthilatê bide derxîne holê. Divê mirov bi cotstandartiyê tevnegere.”

Altûn bal kişande ser nîqaşên li ser hilbijartina Stenbolê, biryara betalkirina hilbijartinê û got, her kes Stenbolê nîqaş dike, bila nîqaş bikin, ev baş e, heq ê kê be divê bidin wan û wiha got: “Helbet di vê mijarê de divê mirov neyê lîstika AKP’ê. Lê tiştên ku AKP li Kurdistanê dike hovîtî ye.  Ev weke ku ne girîng ve ji şaredarî ji dest şaredarên ku hatine hilbijartin têne standin. Bajar û navçe têne standin. Ev vekirî tê kirin. Tehrîbatên ku qeyûm kirin, ev pir zêde nayên nirxanin. Tenê li ser Stenbolê tê axaftin. Ev nêzîkatî taloke ye.”

Hêza dewleta tirk nemaye

Altûn bi berdewamî bal kişande ser rejîma AKP’ê, got ku piştî desthilata berdest gelek rêveberiyên herêmî ji dest da, şîroveyên navnetewî û herêmî têne kirin, jixwe berê jî tiştekî ku bike zêde nebûye û ev tişt anî ziman: “Mîna bi asta herêmî  hin derdorên ku Tirkiye bi wan re tifaqê bike mane? Na. Tenê bi Rûsyayê re, ew jî tifaqeke bi berjewendiyê ya bi mirinê ye, li hemanekê ye. Ji bilî vê bi dewletên herêmê re, bi kesî re têkiliyeke dirust nemaye. Bi her kesî re xwînî ye. Li vir îflas kiriye.”

Altûn bal kişande ser nakokiyên wê yên bi Amerîka û Ewropayê re û wiha got: “Hemû hewldanên ketine zaboqekê. Nema ber xwe dibine. An bi welatên pir paşketî yên Ewropayê re, an jî bi dîktatorên ku li ber hilweşandinê ne têkiliyên wan hene.”

Altûn her wiha got politikaya wê ya li ser Rojava û Idlibê hene û ev jî hatine ber rewşqa dawî.

Tirkiye di nav hesabdayinekê de ye

Altûn bi domdarî got, li Tirkiyeya berdest rejîma Erdogan di hilbijartinan de derbeke giran xwariye, weke berê ne xurt e, weke berê wê nema bikaribe hêzê bi kar bîne, weke berê wê nema bikaribe hêza xwe bispêrê civakê û xwe vebêje û ev nêzîktêdayineke giştî ye. Altûn wiha got: “Naxwe em bi Tirkiyeyeke wiha  re hevrû ne ku  krîza wê ya aborî hatiye çespandin, otorîteya wê ya ser civakê hilweşiyaye, ji hêla siyasî û dîploamatîk ve tiştekî ku bike zêde nemaye. Tirkiye di nav xwe de jî û di qada navnetewî de jî li ber hesabdayinê ye.”

Pêvajoyek krîtîk e

Altûn bal kişande ser pêvajoya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî, bi rengê ‘’pêvajoyeke krîtîk’’ bi nav kir û diyar kir ku ev pêvajoyeke têra xwe meşrû û mafdar e. Altûn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi salan e didome bi bîr xist û wiha got: “Tu bingehê vê tecrîd û zextê yên hiqûqî, mirovî tine. rewşeke wiha ye ku hiqûqa fermî ya faşîst a berdest jî vê qebûl nake. Girîng e li dijî vê rewşê Leyla Guven pêvajoyeke wiha daye destpêkirin, pêvajoyeke meşrû ye. Ne çalakiyeke wiha ye ku tenê weke rewşeke ji rêzê ya meşrû were nirxandin. Hem hêla wê ya meşrû ya takekesî heye û hem jî rewşeke wiha ye ku rasterast bi avaniya rejîma siyasî ya Tirkiyê re têkildar e. Jiber ku bi têkoşîna kurd re têkildar e ev çend xuya dike, bi Rêbertî re têkildar e. Hem bi dijminatiya li kurdan a afirandî hem li hemû qadan bi rehetî dikare nehiqûqiyê bike û hem jî civak li ser vê mijarê dikare bêdeng bibe. Ên ku ji vê rewşê ne xweş in jî bi gotina hema bila tiştek bi min nayê, navê min tevlî tiştekî dî nabe, xwe didin qiraxan û bêdeng dimînin.”

Altûn got ku gava Leyla Guven wiha bi nêzîkatiyên ji rêzê, bi hincetên ji rêzê nikare were şîrovekirin û wiha got: “Li dijî kirinên derî mirovî yên li ser Rêbertî dibe çalakiya helwesta mirovî, çalakiya bi berpirsyariya mirovî. Ya dî; dibe têkoşîna ku  hiqûqê dîsa bide dest civakê, wê hiqûqa ku li Tirkiyê hatiye desteserkirin, ji holê hatiye rakirin, kirine siyasî û darê di dest desthilayê de. Her wiha ji bo demokrasiyê û mafê mirovan xwedî girîngiyeke cihê ye.”

Altûn bi domdarî diyar kir ku li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê tu caran wiha xurt û rêxistinî nebûbû got ku heke niha Leyla Guven pêşengiya tiştekî wiha kiribe, hem li eniya Kurdistanê û hem li eniya Tirkiyeyê hemû kesên ku têkoşîna demokrasiyê dikin divê li dora vê çalakiyê asê bibin û bi dewlemendkirina vê çalakiyê heta ku encamê bistînin bi biryararî hewl bidin. Altûn got meşrûiyeta çalakiyê vê zemînê çêdike, meşrûiyeta navnetewî jî vê zemînê çêdike.

Ev qirkirina civakê ye

Altûn bi domdarî diyar kir ku ne rast e ku tenê bi têkoşîna Leyla Guven û hevalên wê mirov li benda encamên sînorar be û wiha got: “Divê hemû gelê kurd bi mîsogerî li vê xwedî derkevin. Li dijî wan rejîmeke faşîst heye ku xwe bi rengê dijminê kurdan ragihandiye, manûnemana xwe di tinekirina kurdan de dibîne, ji bilî tasfiyekirina kurdan tiştekî dî nafikire. Li dijî vê vê berxwedaniyeke mezin hebe. Leyla Guven û hevalên wê gava vê avêtin. Li Tirkiyeyê li gelek navendan û li girtîgehan têra xwe berbelav bûn. Bi asta  navnetewî berbelav bû. Li raya giştî destekek çêbû. Ev geşedanên pir girîng in. Ev girîng in lê ne bes in. Divê civak bi girseyî lê xwedî derkeve. Heke civak bi girseyî lê xwedî derkeve, tirsa xwe bavêje, vê ji bo kurdan mîna pirsa hebûnê, demokrasiyê bibîne bi teqezî derfetên ku encamên bîne, derketine holê. Domdarî û rêxistiniya çalakiyê vê derfetê tine.”

Altûn bi domdarî got heke nêzîkatiyeke wiha neyê danîn li ser vê mijarê wê berdêlên mezin çêbibin û bi birîndarî ji pêvajoyê derkevin. Altûn got di vê qadê de kêmasiyek heye,  divê ji hêla civakî mirov lê xwedî derkeve, xwedîderketina civakî bike çalakî û çalakiyê bike rêxistinî, hem jî di eniya Tİrkiyê de hemû kesên ku têkoşîna demokrasiyê didin divê vê baş bibînin. Altûn got , berê ev şaşî pir hatine kirin, heke îro desthilata AKP’ê ev çend faşîst bûbe, bûbe yek dest, ji ber siyaseta şaş a muxalefetê ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn herî dawî ev tişt anî ziman: “Helbet tecrîda li ser Rêbertî nikare were qebûlkirin. Polîtîkayên li ser zindanan helbet nikarin werin qebûlkirin. Lê ku tenê em weke tecrîda li ser Rêbertî bibinin ev têrê nake. Li ser hemû civakê heye. Siyasta ku di şexsê Rêbertî de tê danîn, qirkirina civakê ye. Çendî siyaseta li ser Rêbertî were dîtin qirkirina li ser civakê dikare were fêhmkirin. Bi qasî ku siyaseta li ser Rêbertî were pûçkirin, mirov dikare qirkirina civakê rawestîne. Ji ber vê jî bala xwe bidinê, çendî girîngiyê pê didin. Çavnebariyê li çalakiya dayikan dikin ku bi rengê yasayî, meşru dixwazin li zarokên xwe yên di greve de ne xwedî derkevin. Li jinên yixtiyar dixin, heqeratê li wan dikin. Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku civak li bara vê bêdeng bimîne û her kes di vê mijarê de çi hewce be divê wê bike.” BEHDÎNAN 

 

Dikarî Biecibînî