Karasû: Rojiya mirinê mîna 14’ê Tîrmehê dîrokî ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bal kişand ser tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana li dijî tecrîdê pêşketiye. Karasû wiha got: “Li ser hevdîtina bi Rêber Apo re spekulasyon tên kirin. Ev yek li navendên şerê taybet tê afirandin ku di kontrola AKP’ê de ne.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameya “Ulkeden” a televîzyona Medya Haber TV û bersiv da pirsên nûçegihan Kadîr Hurdogan.

Karasû bi bîr xist ku ya li Îmraliyê pêk tê sîstemeke tecrîdê ye û ev tişt anî ziman: “Ji dema girtina Rêber Apo û vir ve tecrîd li wî tê ferzkirin. Demekê hatiye şidandin, demekê ji ber rewşa siyasî hatiye sistkirin. Ya ku îro tê kirin tecrîda şidandî ye, pêwendiya vê yekê bi rewşa siyasî heye. Sîstemeke berfireh a qirkirinê li ser gelê kurd tê ferzkirin. Zext li gel, li qada siyasî demokratîk û hêzên demokrasiyê tê kirin. Ev yek paralelî tecrîdkirina Rêber Apo tê kirin.”

Karasû diyar kir ku bi şidandina tecrîdê ya 5’ê nîsanê re êrîşên qirkirinê li gelemperiya Kurdistanê dest pê kirine û wiha got: “Leyla Guven li dijî vê yekê bi hestên welatparêziyê, bi zîhniyeta demokratîk a kûr, bi daxwaza xwe ya ji bo azadiyê fêhm kir ku tecrîdkirina Rêber Apo qirkirina kurdan e, zextên li hêzên demokrasiyê ye û gavek avêt. Ji bo bidawîkirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kir.”

AKP’ê ji bo bêhnê bistîne parêzer şand Îmraliyê

Karasû anî ziman ku tevlîbûna li greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyan, Kurdistaniyên li Ewropayê û ciwanên li çar aliyên dinyayê yên girêdayî Tevgera Azadiyê ne, kir ku civaka kurd bikeve nava liv û tevgerê û desthilatdariya AKP’ê teşhîr kir. Karasû ragihand ku berxwedana dayikên bi xavikên spî û destpêkirina rojiya mirinê, van hemûyan desthilatdariya AKP-MHP’ê tengav kir û ev tişt got: “Di encama vê yekê de, ji bo zexta ji raya giştî ya derve û hundir lê tê kirin sivik bike, ji bo nerazîbûna gelê Kurd kêm bike, ji bo bêhnê bîne ber desthilatdariya xwe ku li pêşberî têkoşîna gel û hêzên demokrasiyê tengav bûye, parezer şandin dîtina Rêber Apo. Daxwaza hevdîtinê destpêkê red kiribûn. Lê berî rojekê bi telefonê li parêzeran geriyan û ji wan re gotin, ‘Hûn dikarin bên û muwekîlê xwe bibînin’. Parêzer di vê çarçoveyê de diçin hevdîtinê pêk tînin. Parêzeran ji xwe encamên hevdîtinê bi raya giştî re parve kirin.”

Parêzeran di nava şert û mercên tecrîdê de hevdîtın kirin

Karasû destnîşan kir ku hevdîtin di encama zexta raya giştî û berxwedana gel de pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd hîn bi dawî nebûye, ji ber ku polîtîkaya şer a AKP’ê neguheriye. Polîtîkayên qirkirinê yên li dijî kurdan neguherîne, hîn jî didomin. Di bingeha vê polîtîkayê de tecrîdkirina Rêber Apo heye. Lewma heman piştî hevdîtinê girtiyan bi daxuyaniyekê ragihandin ku tecrîd bi dawî nebûye, hevdîtin di nava şert û mercên tecrîdê de hatiye kirin û wê çalakiya xwe bidomînin. Her wiha eşkere kirin ku wê koma duyemîn dest bi rojiya mirinê bikin. Raya giştî ya kurd dît ku ev yek bidawîbûna tecrîdê nîne; AKP bi betalkirina hilbijartinên Stenbolê re ji bo îmaja xwe beriya hilbijartinê baş bike û li ser vê bingehê dengê xwe zêde bike, gaveke wiha avêt. Me jî da xuyakirin ku hevdîtin bi vê têgihiştinê dane kirin. Me diyar kir, em hurmetê nîşanî biryardariya girtiyan a ji bo domandina çalakiyê didin, ew mafdar in. Ji xwe di hevdîtinê de Rêber Apo bangeke vekirî ya ji bo bidawîbûna çalakiyan nekiriye. Ji xwe ne rast e ku mirov ji Rêber Apo hêvî bikin ku banga pêkanîna çalakiyekê jî bike.”

Kurdan desthilatdariya AKP-MHP’ê lawaz kirin, têk birin

Karasû hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Kurdan helwesteke girîng nîşan dan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê lawaz kirin, têk birin. Ne tenê li Stenbolê, li Enqereyê, Antalyayê, Çûkûrovayê, Edeneyê, Mersînê jî ev yek kirin. Desthiltadariya AKP-MHP’ê li van deverên girîng û gelemperiya Tirkiyeyê lawaz bû û di vir de rola herî mezin kurdan, HDP’ê bi cih anî. Bêguman di nava HDP’ê de kurd jî hene, hêzên demokratîk jî hene. Wan polîtîkayeke rast nîşan dan û encam wergirtin.”

Karasû bal kişand ser spekulasyonên li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin û wiha dirêjî da axftina xwe: “Ev spekulasyon li navendên şerê taybet ên afirandin ku di bin kontrola AKP’ê de ne. Faşîzma AKP-MHP’ê niha li dijî kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Gelo ev hatiye guhertin? Polîtîkaya li dijî kurdan hatiye guhertin? Berevajî vê yekê, wê bi şovenîzm û dijminatiya li kurdan tevlî hilbijartinê bibin. Ji xwe ger di hilbijartinê de bi ser bikeve wê bibêje ‘polîtîkaya min bi ser ket’. AKP û MHP wê bi hev re polîtîkaya dijminatiya li kurdan, dijminatiya li hêzên demokrasiyê bimeşînin. Tevî vê rastiyê, gelo guhertina helwesta hêzên demokrasiyê dikare bê hêvîkirin? Ji kurdan dikare bê xwestin ku helwesta xwe biguherînin? Kurd li Tirkiyeyê hêza demokratîk a herî cewherî ye. Hêza demokratîk a rasteqîn e. Hêza demokratîk a herî rast e. Bingeha têkoşîna demokrasiyê ye. Pêkhateya bingehîn a hêzên demokratîk e. Gelo dikare bê hêvîkirin ku hêza herî cewherî û demokratîk a Tirkiyeyê helwesteke cuda nîşan bide?”

Divê ev polîtîkaya qirkirinê biguhere

Karasû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên ku herî zêde li Tirkiyeyê pêwîstiya xwe bi demokrasiyê hene, kurd in. Ji kurdan bêhtir kîjan civak pêwîstiya xwe bi demokrasiyê heye? Ji kurdan zêdetir kê ji desthilatdariya AKP-MHP’ê zerar dîtiye? Niha zilma herî giran a AKP-MHP’ê li kê tê kirin? Li kurdan tê kirin. Lewma, çawa dikare bê hêvîkirin ku ji ber hevdîtina ji bo başkirina îmaja xwe ya beriya hilbijartinê hatiye kirin, kurd helwesta xwe biguherîne? Heta ku polîtîkaya li dijî kurdan, polîtîkaya qirkirina kurdan neguhere, polîtîkaya kurdan a li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê jî naguhere. Ji xwe bi zîhniyeta AKP-MHP’ê pirsgirêk çareser nabin. Lewma divê desthilatdariya AKP-MHP ji holê bê rakirin. Heta ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji holê neyê rakirin, gelo kurd û hêzên demokrasiyê dikarin ji zilm û zordariyê rizgar bibin? Lewma divê neyê hêvîkirin ku kurd di hilbijartinên Stenbolê de helwesta xwe biguherînin.”

‘Jiyan bi tecrîdê nabe’

Endame Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê careke din bi rêzdarî silav kir û wiha got: “Hevrêyên ku tevlî rojiya mirinê bûne bi rêzdarî silav dikim. Wan wateya dîrokî ya tecrîdê fêhm kirine. Dîtine ku têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî faşîzmê ye, têkoşîna azadiyê ye û helwesta xwe nîşan dane. Çawa ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê wê demê berpirsyariya xwe dîtin, bi çalakiya xwe helwest li dijî faşîzmê nîşan dan û herikîna dîrokê guhertin, van çalakgeran jî mîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê berpirsyariya xwe ya dîrokî dîtin, dest bi çalakiyê kirin û bi vî rengî çalakiyê didomînin. Em vê yekê dibêjin; Em naxwazin bi tecrîdê bijîn, gelê me naxwaze bi tecrîdê bijî. Hevrêyên me yên li zindanan naxwazin bi tecrîdê bijîn. Em êdî naxwazin bi tecrîdê bijîn. Lewma heta bidawîbûna tecrîdê wê têkoşîn bidome. Biryara Leyla Guven bi vî rengî ye. Biryara hevrêyên li zindanan wiha ye. Ji ber vê yekê divê gelê me vê biryarê bibîne. Divê bi tecrîdê nejî. Jiyana bi tecrîdê qebûlkirina koledariyê ye, qebûlkirina polîtîkaya qirkirinê ye. Pejirandina polîtîkaya qirkirinê ye. Lewma berxwedan derbasî qonaxeke nû bûye. Em piştrast in ku ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê û bidawîkirina tecrîdê wê berxwedana heyî roleke girîng bilîze.”

Dayikên laçik spî wijdanê gelê kurd in

Karasû bal kişand ser çalakiyên dayikên Kurd jî û ev tişt bi lêv kir: “Dayikên kurd ên bi xavikên spî wijdanê gelê kurd e. Îradeya gelê kurd e. Ew hîmên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan e. Divê her kes bi vî rengî fêhm bike. Em destên wan hemûyan bi hurmet maçî dikin. Ew berpirsyariya xwe ya li pêşberî dîrokê bi cih tînin. Nîşan didin ku wijdanê kurdan dayik in. Wijdanê kurdan tê wateya îradeya kurdan. Ji ber ku êşa herî giran a ji ber zilma li gelê kurd tê kirin, êşa herî giran a qirkirinê dayikên me dibînin. Ya ku tê qirkirin nirxên dayiktiyê ye. Ew dayik zimanê dayikê hînî zarokên xwe dikin. Sîstema qirker jî dixwaze wan tune bike… Yên ku hebûna kurdan heta niha parast in dayikên kurd in. Lewma zanin ku Rêber Apo çi bi kurdan daye qezençkirin. Zanin ku Rêber Apo çi bi jinên kurd daye qezençkirin. Ew jî mîna zarokên xwe zanin ku tecrîdkirin ji bo gelê kurd tê çi wateyê. Ji ber vê yekê li refên herî pêş in, li ber xwe didin.”

Karasû bal kişand ser êrîşên li dijî dayikan û wiha got: “Divê ciwan şopdarên helwesta dayikan bin. Her roj dest li dayikan tê rakirin. Pêwîstî bi rêxistinbûnekê nîne, li dijî vê yekê li her deverê, li tax û kolanan ciwan dikarin li hev bicivin û çalakiyê bikin.”

Karasû destnîşan kir ku dayik ji bo zarokên xwe, ji bo parastina nirxên kurdîtiyê li ber xwe didin û divê ciwan jî li her deverê ji bo dayikan bikevin nava liv û tevgerê. BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî