Hatîp Dîcle: Hevdîtina bi Ocalan re encama berxwedanê ye

Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle der barê nameya Ocalan de nirxandinên girîng kirin. Dîcle got ku hevdîtina parêzeran encama berxwedanê ye. Dîcle bi lêv kir ku Ocalan dibêje ku êdî pêvajoyeke nû bi azadiya wî pêkan e û wiha axivî: “Tê îdiakirin ku musteşarê MÎT’ê di 10’ê gulanê de careke din bi Ocalan re civiyaye. Ocalan li Sûriyeyê û li tevahiya Rojhilata Navîn bi demokrasiya xwecihî ya radîkal bal dikişîne ser xweseriya demokratîk.”

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’yê gulanê de piştî 8 salan, bi muwekîlê xwe re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de nameya Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi raya giştî re hate parvekirin. Têkildarî hevdîtinê û peyamên Ocalan, ji siyasetmedarên kurd Hatîp Dîcle ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ferhat Çelîk re axivî.

Hatîp Dîcle di serî de hevdîtina bi Ocalan re weke gavekî erênî nirxand û wiha got: “Ev hevdîtin encama berxwedanê ye. Di serî de Mehmet Ocalan û niha jî parêzeran hevdîtin kir. Hevdîtina di 2’yê gulanê de hevdîtineke ji rêzê nîne. Encama berxwedanê ye. Ev berxwedane ye ku gotina; ‘bi ya min divê Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike’ bi serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî daye gotin.”

Wateya peyama Ocalan

Di berdewamê de jî Dîcle diyar kir ku hevdîtina dawî nayê wateya rabûna tecrîdê û ev nirxandin kir: “Jixwe tespîta berxwedêrên greva birçîbûnê jî bi vî awayî ye. Di dema pêvajoya çareseriyê de me herî kêm 3-4 saetan hevdîtin dikir. Di hevdîtinan de girtek dihatin nivîsandin. Dibe ku dewletê bêyî ku haya me jê hebe, ev hevdîtin qeyd jî kiribin. Lê nivîsandina girtekan ne metodeke astengkirinê bû. Lê di hevdîtina parêzeran de girtek, asteng kirine. Ev jî nîşan dide ku ne wek epêvajoya çareseriyê ye. Têkildarî pêvajoya çareseriya demokratîk du tiştan bi bîra we bixim. Yek; beriya 5’ê nîsana 2015’an ku Erdogan maseyê biqelibîne, birêz Ocalan rojekê ji heyeta dewletê re got; ‘ger ev pêvajo xerab bibe helbet hûn ê bêne vir. Lê dê hevdîtinên me ji sihbetê ne wêdetir bin.’ Ev tiştekî pir girîng e. Ango dibêje; ‘ger pêvajo bi dawî bibe dê li ser navê PKK’ê û sermuzakerevan tiştek ji MÎT an jî heyeta dewletê re bi awayekî fermî neyê gotin.’”

Gotina Ocalan a ‘Mandela mafdar e’

Dîcle axaftineke Ocalan a beriya 5’ê nîsanê ya di hevdîtinekê de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ocalan got; ‘a rast Mandela pir mafdar bû. Ev kar wisa nameşe.’ Weke ku hûn jî dizanin Mandela 27 salan li giravekî girtî ma. Piştî 27 salan jî rêveberiya wir dawî li tecrîda ser reşikan anî û hevdîtin kir. Li vir tenê muxatabek hebû, ew jî Kongreya Neteweyî ya Efrîqayê bû. Li ser vê hevdîtin bi Mandela re hatin kirin. Mandela gotibû ku nikare li girtîgehê hevdîtinan bike. A rast birêz Ocalan jî bal kişandibû ser vê yekê. Ango xwest bibêje ‘pêvajoyeke hevdîtinê ya ji niha û pê de tenê bi azadiya min pêkan e.’ Ango daxuyand ku dê êdî li Îmraliyê careke din pêvajoyeke çareseriya demokratîk çênebe. Ji bo vê got Mandela mafdar e. Min ev gotin bi vî awayî şîrove kir.”

‘Dewletê sozên xwe pêk neanîn’

Têkildarî nameya dawî ya Ocalan jî Dîcle ev tişt destnîşan kir: “Ocalan, di Newroza 2013’an de got ‘bila çek rawestin, fikr û raman biaxivin.’ Heta ji bo ku şensekî bide Tirkiyeyê, xwest ku bila gerîla vekişe. Lê tevî vê niyeta baş jî dewletê sozên xwe pêk ne anîn û mase qeliband. Di vê nameyê de jî xuya bû ku birêz Ocalan hîn heman tiştan dibêje. Careke din nîşan da ku ne li Rojhilata Navîn û ne jî li Tirkiyeyê çareserî ne bi çekan, bi hevdîtinan dê pêkan be. Parêzer beriya ku daxuyaniyê bixwînin, gotin; ‘ev ne metneke muzakere yan jî mutabaqateyê.’ Divê ev yek baş bê dîtin.”

‘MÎT di 10’ê gulanê de bi Ocalan re civiya’

Hatîp Dîcle daxuyand ku Ocalan di serî de bal kişandiye ser rewşa Rojava û ev şîroveye kir: “Nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê James Jeffery, di navbera Tirkiye û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de navbeynkariyê dike. Di vî warî de hin hevdîtin hene. Heta hin dezgehên ragihandinê dibêjin ku ev yek li ser daxwaza Tirkiyeyê pêk hatiye. Heta hin îdiayên mezin tên kirin. Mînak; rojnamevanek dibêje di 10’ê gulanê de musteşarê MÎT’ê dîsa hevdîtin bi birêz Ocalan re kir. Ango têkildarî Rojava bi navbeynkariyê hevdîtinên neyekser tên kirin. Jixwe Salih Muslim jî ev yek piştrast kiribû.”

Rêya çareseriyê

Dîcle bal kişand ser gotina Ocalan a ji bo Rojava ku di got; ‘hesasiyetên Tirkiyeyê li ber çav bigirin’ û wiha derbirî: “Di dema hevdîtinên li Îmraliyê de birêz Ocalan bi piranî stratejiya xwe li ser esasê xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ava dikir. Rojekê ji me re got ‘heyeta dewletê dibeje ku dive ev xweseriya demokratîk ber bi hin hêlên cuda ve bê hêlkirin. Ma em nikarin vê bikin demokrasiya xwecihî?’ Birêz Ocalan jî gotibû ‘Helbet mimkun e. Ji niha û pê ve em dikarin bêjin demokrasiya xwecihî.’ Ev axaftin jî di hevdîtineke sala 2015’an de hatibû kirin. Ango li Sûriyeyê ya rast li tevahiya Rojhilata Navîn bi demokrasiya xwecihî ya radîkal bal dikişîne ser xweseriya demokratîk. Helwesta xwe wisa diyar dike.”

Şertê hevdîtinan valakirina Efrînê ye

Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hevdîtinên neyekser ên Tirkiyeyê yên bi rêveberiya xweser de Salih Muslim gotiye ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê Tirkiye ji Efrînê vekişe. Muslim weke şertê destpêkê, valakirina Efrînê nîşan dide. Ango dibêje heta ku Efrîn dagirkirî be û li wir sûcên şer bên kirin dê hevdîtinan nekin. Gotinên birêz Ocalan ên ji bo Rojava, li wir jî bi erênî hatin nirxandin. Lê nêzikatiyên dewleta tirk ên di vê mijarê de çi ne, dê di demên pêş de diyar bibe.”

Helwesta HDP’ê ya di hilbijartinê de

Dîcle bi lêv kir ku roja xwendina nameya Ocalan û betalkirina hilbijartina Stenbolê di heman rojê de pêk hatiye û wiha got: “Hin kesan ev yek weke ‘dê bi pêvajoyeke nû ya Îmraliyê re AKP û HDP nêzî hev bibin’ kir. Lê tiştekî wiha mimkûn nîne. Dê nebe jî. Di vî warî de HDP’ê jî daxuyaniyek da. Helwesta Tevgera Azadiyê ya Kurd jî zelal e. Li welatekî ku di bin nîrê dîktatoriyeke faşîst de, rûniştina bi nûnerên wê re ne mimkun e. Beriya her tiştî rêza wan ji bo demokrasiyê tune ye. Erdogan bi betalkirina hilbijartina Stenbolê re rûyê xwe yê dîktatoriya faşîst careke din nîşan da. Ango tu eleqeya vê hevdîtinê bi hilbijartinê re nîne. Ya din jî çûna Çavuşoglu ya başûrê Kurdistanê ye. Çavuşoglu bi rayedarên PDK’ê re hevdîtin kir. Piştre jî Mesûd Barzanî bi xwe rayedarên Huda-Parê pêşwazî kir. Xuyaye ku tiliya Erdogan di vê de heye. Hin şîrketên lêkolînê di got ku di 31’ê adarê de kurdên muhafazakar neçûne ser sindoqê. Ji bo qanihkirina van derdoran jî xwestin bi PDK’ê re hevdîtinê bikin. Divê bê dîtin ku li vir ne ji bo HDP’iyan, ji bo ku kurdên AKP’î dengê xwe bidin hewldanek heye.”

Girtiyên din ên li Îmraliyê

Hatîp Dîcle bal kişandin ser îmzeya sê girtiyên din a di binê nameyê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî birêz Ocalan, girtiyên din jî tên tecrîdkirin. Di demên berê de dikariyan mafên xwe yên asayî bi kar bînin lê niha nikarin. Lewre jî Ocalan xwest wan jî tev li pêvajoyê bike. Mînak; ger di dema hevdîtinên me yên li Îmraliyê de hevdîtin dewam bikirana, dê ev heval rasterast bibûna endamên fermî yên heyeta Îmraliyê. Heta ku digotin ku dê bi awayekî temsîlî 4 hevalên jin jî tev li vê pêvajoyê bibin. Xuyaye ku ji bo van taahûdan birêz Ocalan ketiye nava hewldanê. Xuyaye ku heyeta dewletê jî ev yek qebûl kiriye.” STENBOL

Dikarî Biecibînî