Tuma Çelîk: Pêşniyarên Ocalan reçeteya çareseriyê ye

Parlamenterê HDP’ê Tuma Çelîk têkildarî peyamên Ocalan axivî. Çelîk got ku deklarasyona Ocalan ku ji 10 xalan pêk dihat û di sala 2013’an de hate weşandin, ji bo roja me jî derbasdar e. Çelîk bal kişand ser gotina Ocalan a ‘lihevkirina civakî’ û destnîşan kir ku bi lihevkirineke civakî re pêkhateyên li Tirkiyeyê dikarin pêkve bijîn

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî qedexeya 8 salan, cara yekemîn di 2’yê gulanê de û piştre jî di 22’yê gulanê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Her wiha serlêdana malbata Ocalan a bi munasebeta Cejna Remezanê jî hatibû qebûlkirin û birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di roja cejnê de bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Ocalan hem bi rêya parêzerên xwe û hem jî bi rêya birayê xwe peyamên girîng bi raya giştî re parve kirin. Têkildarî peyamên Ocalan, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Tuma Çelîk axivî.

Tuma Çelîk anî ziman ku hevdîtinên bi Ocalan re piştî têkoşîn û berxwedaneke bêhempa pêk hatine û wiha got: “Beriya her tiştî ev hevdîtin mafê birêz Ocalan e û divê neyê binpêkirin. Bi destûrdayîna hevdîtinan re hikûmet ji şaştiyê vegeriya. Lê bêhiqûqiya ku dikir jî hîn bêhtir şênber bû. Çalakgerên greva birçîbûnê careke nîşanî me dan ku bêyî têkoşînê tu destkeftî nepêkan in.”

‘Lihevkirina Civakî’

Çelîk bal kişand ser gotina Ocalan a ‘lihevkirina civakî’ ku bi israr li ser disekine û ev nirxandin kir: “Ocalan bi salane li ser vê yekê disekine. Bi lihevkirineke civakî re hemû pêkhateyên Tirkiyeyê dikarin pêkve bijîn. Êdî hemû cîhan pergala netewedewletê ku sed sal berê hatiye avakirin, diterikîne. Tirkiye bi domandina vê pergalê re tenê bi xwe re êş û eleman tîne. Divê ev pirsgirêk çareser bibe û ji bo pêşerojekî baş divê hemû pêkhate bên qebûlkirin. Lihevkirina civakî bi qebûlkirina hemû nasnameyên li Tirkiyeyê pêkan e.”

Deklarasyona sala 2013’an

Di berdewamê de jî Çelîk got ku Ocalan hîn li pişt deklarasyona di sala 2013’an de ku ji 10 xalan pêk dihat e û ev tişt anî ziman: “Di demên piştre Ocalan xalên di deklarasyonê de bi pêşniyarên cuda hîn berfirehtir kir. Qewimînên piştî vê deklarasyonê, Ocalan careke din mafdar derxist. Xuya bû ku Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê reçeteya herî baş derxistiye. Pêkanînên desthilatê yên di sala 2013’an de nîşan dide ku hîn di destpêka vê pêvajoyê de di rêyeke şaş de bûn. Pêşniyarên Ocalan ên di sala 2013’an de, ji bo roja me jî derbasdar in. Ji bo ku êş û elemên niha civak dikişîne bi dawî bibin, divê li deklarasyona sala 2013’an vegerin.”

Peyamên têkildarî Sûriyeyê

Der barê peyama Ocalan a têkildarî Sûriyeyê jî Çelîk ev nirxandin kir: “Ocalan di peyama xwe de ji HSD’ê dixwaze ku ji çanda pevçûnê dûr bisekinin. Her wiha dixwaze ku rewşa xwe di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de û bi makeqanûnê mayînde bikin. Dixwaze ku pirsgirêk bi perspektîfa demokrasiya herêmî bê çareserkirin. Tirkiye dewleta Sûriyeyê weke dewleta ereb û sun e pênase dike. Lê li Sûriyeyê jî gelek nasname û ziman hene. Bi vê boneyê çareseriya li wir jî divê bi pergalekî pirnetewe û pirçandî pêkan e. Pêşniyara Ocalan a lihevkirina civakî divê li wir jî bê ceribandin.”

‘Jiyaneke birûmet bi mafan pêkan e’

Tuma Çelîk wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku hemû pêkhate gihîştin mafê xwe, wê demê jiyaneke birûmet û aştiyane bi pêkan dibe. Ango divê li Tirkiyeyê bê qebûlkirin ku bi qasî tirkekî, kurdek, an jî erebek, lazek jî xwedî heman mafan e. Hemû nirxên ku hêjayî tirkan tên dîtin, divê bêyî ku cudakarî bê kirin, hêjayî nasnameyên din jî bên dîtin.” STENBOL

Dikarî Biecibînî