‘Şoreşa Rojava bi felsefeya Ocalan geş bû’

Ehmed Şêxmûs ku cara pêşî 1994’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtibû, diyar kir ku şoreşa Rojava ev 8 sala e bir aman û felsefeya Ocalan geş bûye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku demeke dirêj li rojavayê Kurdistanê mayî, bandoreke mezin li ser gelê Rojava kir.

Hevserokê PYD’ê yê bajaroka Topiz a Amûdê Ehmed Şêxmûs ku 1994’an ji Amûdê çûyî Şamê da ku Ocalan bibîne, têkildarî hevdîtinên xwe yên li gel Ocalan axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Şêxmûs diyar kir ku beriya ku biçe hevdîtinê rêxistiniya nav civakê dikir û wiha got: “Dema ku di nav xebatan de bûm di 1992’yan de hevalan xwestin ku ji her gundî hevalek biçe qada Rêbertî. Wê demê min jî hin heval şandibûn. Piştre 1994’an siûda min çêbû û ez jî çûm. Ji bo min weke xewnekê bû ku biçim Serok bibînim, pê re rûnim. Em komeke nêzî 40 kesî bûn û em ji vir çûbûn. Piştre em bûne du kom. Ez çûbûm yek ji malên me yên partiyê. Dema firavînê bûn. Serok hate hundir û silav da me. Rêbertî nedixwest ku wextê wî vala biçe.”

Jin li ku ne?

Di axaftina xwe de Şêxmûs da zanîn ku li ser rewşa Kurdistanê û tiştên ku wê bibin li gel Rêberê Gelê Kurd Ocalan gotebêj kirine û wiha domand: “Hevalekî me got, Kurdistan wê kengî ava bike. Rêber Apo jî got ‘Heta ku em nebin yek ev daxwaza me çênabe. Hûn gel heta yek bin wê gavên mezin werin avêtin.’ Piştre li me nêrî û got; ‘Di nav we de jin nîn in? We jin neanîn? Hûn jî ji xwe re demokrat dibêjin, ji xwe re rêveber dibêjin. Hê we hevalên ji nenanîne vir Jin ku di dîrokê de pir hatiye çewisandin, keda wê hatiye xwarin lê dîsa jî dîrok çêkiriye, zarok mezin kirine û mirovahî bi pêş ve biriye. Divê em jinê bi pêş ve bibin, divê hûn jinê li paş nehêlin. We ev kêmasî carekê kir lê hêvî dikim ku hûn dubare nekin.’”

‘Divê her yek ji we bibe rêberek’

Şêxmûs destnîşan kir ku Ocalan li ser partiyên berê fikra xwe vegotiye û wiha pêde çû: “Wê demê min got ‘Serokê min di nav PDK û YNK’ê de şer heye û çi fêdeya vî şerî li Kurdan heye?’ Bi dirêjî behs kir bê ka dijmin çawa me bi hev dide şerkirin û dixwaze yekitiya me parçe bike. Piştre jî got ‘heke em yek bin dijmin li hemberî me wê qels be.’ Wê demê jî bi tevlêbûna ji çar parçeyên Kurdistanê dixwest ku yekitiya netewî ava bike. Got ku di şerê navxwe yê kurd de para dijmin zêde ye. Her wiha Serok diyar kir ‘Rewşa partiyên niha yên kurdan mîna yê zarokan e ku dixwazin xwe li deverekê bigirin. Çi dema ku hûn destê wan berdin wê bikevin. Lê zarokek bêyî ku xwe bispêre hinan dema ku hîn bû ku xwe li ser pêyan bigire wê demê hûn pehîna jî lêxin wê bikaribe bimeşe.’ Rewşa partiyên niha wiha vegotibû. Rêber Apo digot her yek ji we divê bibe rêberek û tim raman û felsefeya xwe bi gel re par ve bikin. Bi rêya pirtûk û kasetan jî be tim bi me re par ve dikir. Dixwest ku gel hemû bîrewer bibe û xwe bigihîne. Hemû lîderên din û rêber her tişt bi xwe re dicivandin, gel bîrewer nedikirin.”

Ocalan ji birînan re bû derman

Di dawiya axaftina xwe de Şêxmûs da zanîn ku Ocalan ji birînên wan ên bi sedan salan re dibû derman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêber Apo di vê xalê de tim çareserî dida. Ji ber vê jî dijminên me digot belkî mîna Qazî Mihemed, Seyîd Riza û Şêx Seîd Rêber Apo esîr bigirin û şoreşê biqedînin. Lê Rêbertî di vê xalê de planên domdirêj kiribûn û ji ber vê sedemê jî digot divê hûn tim xwe bi pêş ve bibin û bigihînin. Em dîsa sonda dixwin û dibêjin, em ê di rêya Rêber Apo de bimeşin û di vê rêyê de her çi were xwestin em hazir in. Derbarê Rêber Apo de em çi bibêjin kêm e. Rêber Apo mîna okyanusan e, şoreşa Rojava ya 8 salî jî bi raman û felsefeya Rêber Apo geş bû. Me bi qasî ku wî dixwest ew fêhm nekir lê li gel vê jî şoreş geş bû û giha heta îro. Azadiya Rêber Apo tê maneya ku Rojhilata Navîn ji zilma heyî rizgar bibe. Çareseriya rastî li Îmraliyê ye û bila kesek li devereke din negere. Em dixwazin mîna berê bi Rêber Apo re bin, em gelek tiştan deyndarî wî ne.” QAMIŞLO 

Dikarî Biecibînî