Bayik: Dewleta tirk dixwaze başûrê Kurdistanê tev li axa xwe bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku armanca dewleta tirk a ji êrîşên dawî ew e ku başûrê Kurdistanê heta Kerkûkê bi temamî dagir bike û tev li axa xwe bike. Bayik hêzên siyasî yên Başûr hişyar kir û pêşniyar kir ku divê vê hewldana dagirkeriyê binirxînin. Bayik bang li gelê Başûr jî kir ku tev li berxwedana gerîla bibin û rê li ber hewldana dagirkeriyê bigirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di vê beşa hevpeyvîna xwe ya bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re qala êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, Bakur û başûrê Kurdistanê û têkiliyên PDK’ê axivî. Bayik anî ziman ku dewleta tirk hewl dide başûrê Kurdistanê dagir bike û ji aliyê siyasî ve jî îradeya Başûr teslîm bigire lê ji Xakûrkê heta Behdînan, ji Dêrsimê heta Serhedê dê li her deverê li ber xwe bidin.

Cemîl Bayik di serî de qala êrîşên dewleta tirk ên li derveyî sînor kir û wiha got: “Berê ji bo derbê li tevgera me bixin û pêşî li pêşketina têkoşîna tevgera azadiyê bigirin, ev operasyon dihatin kirin. Lê belê bi destpêkirina Şerê Sêyemîn ê Cîhanê re polîtîkaya xwe guhertin. Operasyonên berê di çarçoveya hevsengiyên sedsala 20’an û statûya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an de dihatin kirin. Wê demê sînorên heyî, statûyên heyî qebûl dikir û bi vî rengî êrîş dikir. Lê rewş guherî û hevsengiyên berê yên li Rojhilata Navîn ji holê rabûn. Di vê pêvajoyê de kurd bûn xwedî hêzeke girîng. Dewleta tirk di rewşeke wiha de li şûna ku pirsgirêka kurd çareser bike û bibe parçeyek ji sîstema nû ya li Rojhilata Navîn, dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bieciqîne û di vê hevsengiyê de cih bigire.”

Peymana Lozanê û gotinên Erdogan

Bayik di berdewamê de gotina Erdogan a ‘Peymana Lozanê serkeftin nîne’ bi bîr xist û wiha domand: “Ango bi vekirî dibêje sînorên ku li Lozanê hatine xêzkirin, qebûl nake. Tiştên weke, ‘Sînorê Tirkiyeyê ji Helebê heta Kerkûkê û hwd’ got. Vê yekê di çarçoveya Mîsakî Mîlî de nabêje ku sala 1919’an di Kongreya Sêwasê de hate qebûlkirin. Ji ber ku Mîsakî Mîlî wê demê welatê hevpar ê kurd û tirkan bû. Dê kurd bibûna xwedî jiyaneke xweser. Di vê çarçoveyê de dê kurd û tirk Mîsakî Mîllî ya dagirkirî rizgar bikirabûna û li welatê hevpar bibûna dewleteke xwe dispêre yekitiya her du gelan. Di wir de înkara kurdan tune bû.”

‘Kurdistanê weke qada belavbûna neteweya tirk dibînin’

Di berdewamê de jî Bayik bal kişand ser gotinên Bînalî Yildirim ên ji bo mebûsên Kurdistan û Lazistanê û ev nirxandin kir: “Desthilatdariya AKP’ê nêzîkatiya meclisa 1920’an qebûl nake. Berevajî vê, di polîtîkaya qirkirinê ya piştî sala 1924’an de israr dikin. Bi înkarkirina kurdan re dixwaze xwe li herêmên ku jê re dibêje Mîsakî Mîlî, bi cih bike. Çawa ku Kurdistanê weke qadeke ji bo belavbûna neteweya tirk dibîne, niha jî sînorên Mîsakî Mîlî yên berê jî weke qadeke belavbûna netewetiya tirk dibîne. Di demekê de ku hevsengiyên berê yên li Rojhilata Navîn ji holê radibin û hevsengî û statûyeke nû derdikeve holê, dewleta tirk hem dixwaze kurdan bieciqîne û hem jî ger jê bê xeyala xwe ya Osmaniya nû pêk bînin.”

‘Ji zîhniyeta osmaniyan paşvemayîtirin’

Bayik got ku zîhniyeta heyî, ji ya serdema Împaratoriya Osmaniyan pir paşdemayîtir e û wiha pê de çû: “Di nava osmaniyan de neteweperestiyeke mîna niha tune bû. Xeyala Osmaniya nû ew e ku bi temamî tirk serdest bin û nasnameyên din bên qirkirin. Bi berfirehkirina sînorên Tirkiyeyê re bêguman dixwazin kurdan tune bikin. Di dema şerê Kobanê de çi gotin? Gotin, ‘Ne Kobanê, Ayn El Ereb e’. Di dema krîza Kerkûkê de gotin, ‘Ew der bajarê tirkan e’. Divê cudahiya êrîşên nû yên dewleta tirk bi vî rengî were dîtin.”

Hevkariya nokerên kurd

Di berdewamê de jî Cemîl Bayik bal kişand ser têkiliya dewleta tirk a bi nokeran re û wiha derbirî: “Di çarçoveya vê polîtîkaya belavkarî û dagirkeriyê de, nokeriyeke kurd heye ku destekê dide wan. Tişta ku ya bi navê ENKS’ê li Rojava, li Efrînê kir li pêş çavan e. Tevî ku tu hêza xwe nîne jî bi hevkariya bi çeteyan re qaşo dê bibûna xwediyên Efrînê. Lê belê niha kurd li wir tên qirkirin. Di nava vê nokeriyê de asteke welê ya xiyanetê heye ku li tu devera dinyayê nîne. Dibêje, ‘Ne ya min be, divê ya kurdekî din jî nebe’. Niha jî di dagirkirina başûrê Kurdistanê de PDK tê bikaranîn. PDK bi rastî jî bi nêzîkatiyên rojane û teng dibe amûrek ji van polîtîkayên dewleta tirk re.”

‘AKP-MHP dixwaze Başûr tev li axa xwe bikin’

Cemîl Bayik anî ziman ku tifaqa AKP-MHP ger ku jê bê dixwaze beşek ji xaka Sûriyeyê tev li xaka xwe bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger şert û mercên siyasî guncav bibin, dixwaze bi van derfetên xwe û hêza xwe ya dagirkeriyê başûrê Kurdistanê jî tev li xaka xwe bike. Xwedî vê polîtîkayê ye. Lê ger ev nebe jî hewl dide li Başûr herêmeke tampon ava bike. Bi bikaranîna derfetên teknîkî re hewl dide sînoran bi temamî bigire. Bala xwe bidin ser; li seranserê Îranê û li sînorê Sûriyeyê dîwar lê dike. Ji ber ku başûrê Kurdistanê herêmeke çiyayî ye derfetên xwe nîne ku dîwar lê bike, li aliyê din gerîla destûrê nade. Lê belê bi êrîşên dagirkeriyê re dixwaze mîna niha herêmeke tampon ava bike û piştre vê dagirkeriyê li tevahiya başûrê Kurdistanê belav bike. Em nizanin êdî bi PDK’ê re kîjan têkiliyên veşartî pêk aniye, kîjan soz dane PDK’ê. Bi rastî jî em nizanin ku PDK çawa baweriya xwe bi sozên dewleta tirk tîne, çawa jê bawer dike û tev li van operasyonan dibe.”

Êrîşa li dijî Başûr û hilbijartina Stenbolê

Bayik da zanîn ku divê êdî polîtîkayên dewleta tirk weke hewldana dagirkirina başûrê Kurdistanê bê nirxandin û ev tişt destnîşan kir: “Hin hêz êrîşê tenê weke ‘dagirkirina Xakûrkê’ biçûk dibîne. Hewldaneke biçûk nîne. Hemû hêz û teknîka xwe bikartînin ji bo ku hin herêman dagir bikin. Bêguman pêwendiya xwe bi hilbijartinê ve jî heye. Serkeftina di hilbijartinên Stenbolê de ji bo desthilatdariya AKP’ê pir girîng e. Dixwaze bi vê yekê dengê şovenîst û neteweperestan werbigire. Girê Lêlikanê jî bi destûr û piştgiriya PDK’ê dagir kiribû. Niha jî hewl dide Şekîfê dagir bike û lê serdest bibe. Lewma êrîşeke berfireh a ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Dê bi ser bikeve yan na? Ev mijareke cuda ye. Heta niha gelek operasyon pêk hatin lê bi ser neketin. Lê niha armanc cuda ye. Bêguman stratejî û taktîkên Tevgera Azadiyê jî hene. Dê têkoşîna me jî bi demdirêjî bidome û bersiva pêwîst bê dayîn.”

‘PDK’ê Başûr kiriye parçeyeke Tirkiyeyê’

Têkildarî baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên li Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanîmasî, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyeyê, şaxên MÎT’ê yên li Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyeyê, kampên artêşa tirk ên li Başîka, Soran, Kalaçolan û Zûmarê, balafirgeha artêşa tirk a li Harîrê û gelemperî jê paravan zêdetirî hezar û 350 şîrketên taybet ên li xeta Silêmaniye, Helebçe û Germiyanê yên girêdayî MÎT’ê jî Bayik wiha got: “Ev jî nîşan dide ku ya heyî dê tevgera dagirkeriyê bi ku ve bibe. Başûr êdî veguherandiye mandayekê û di her alî de kontrol dike. Ev di referandûma serxwebûnê ya sala 2017’an de hate dîtin. Gotina wan a ‘Em ê deriyê sînor ê Xabûrê bigirin dê ji birçan bimirin’ ev yek raxist ber çavan. Erdogan ji bo Kerkûkê jî got; ‘bajarê tirkmenan e.’ Ango dibêjin; ‘hûn di kontrola me de ne û hûn nikarin li derveyî polîtîkayên min tevbigerin.’ Tevî ewqas baregehan niha jî dixwazin li Lêlîkan û Şekîfê jî baregehan ava bikin. Ev jî nîşan dide ku Başûr bi temamî dikeve bin mêtingeriya wan. Bi vê re dixwazin Iraq û Kerkûkê kontrol bikin û li hemberî Îranê pozîsyona xwe xurt bikin. PDK jî amûrekî vê polîtîkayê ye. Polîtîkaya PDK’ê Başûr kiriye parçeyeke Tirkiyeyê.”

‘Dewleta tirk zextê li YNK’ê jî dike’

Bayik daxuyand ku Tirkiye li ser YNK’ê jî zextê dike û wiha berdewam kir: “Dixwazin Başûr di hêla siyasî de jî teslîm bigirin. Dixwaze gotinên xwe bi YNK’ê jî bide kirin. Ji xwe YNK û Goran jî hevparê hikûmeteke wiha ne. Gelo ev Kurdistaneke çawa azad e? Hêzeke ku li Bakur qirkirinan dike, ji Kobanê re dibêje ‘bajarê kurdan nîne’, dixwaze Rojava dagir bike û helwesta wê ya li dijî referandûma Başûr tê zanîn li Başûr bi bandor e. Encamên vê hewldana dagirkeriyê yên ji bo dema pêş nayên dîtin.”

Bêdengiya gelê Başûr

Di berdewamê de jî Bayik welatparêziya gelê Başûr bi bîr xist û wiha axivî: “Gelê Başûr gelekî welatparêz e. Raperîna destpêkê ya mezin raperîna Babanzade ye. Wekî din raperîna Şêx Mehmûd Berzencî heye. Ji ber vê yekê bi taybetî herêma Soran serdestiya derve qebûl nekiriye û her tim li ber xwe daye. Lê li dijî vê dagirkeriyê bêdengiyek heye. Weke ku dewleta tirk tenê li dijî PKK’ê şer bike, dixwînin. Li her deverê dixwaze îradeya kurdan têk bibe û destkeftiyên wan tune bike. Armanc ew e van deveran dagir bike û bike tirk. Demografyayê diguherîne û civakên cuda lê bi cih dike. Yek ji armancên wan ên stratejîk ew e ku başûrê Kurdsitanê heta Kerkûkê dagir bike û tev li xaka xwe bike. Lewma divê hêzên Başûr vê mijarê nîqaş bikin. Ger nîqaş nekin û pêşî lê negirin, dê îradeya wan bi temamî ji dest biçe û di milê leşkerî û siyasî de bikevin kontrola dewleta tirk. Jixwe ev yek heta astekî girîng pêk hatiye. Ger pêşî lê neyê girtin dê hemû destkeftiyên Başûr bikevin talûkeyê.”

Bang li gelê Başûr kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di dawiyê de jî wiha got: “Deverên ku niha dixwazin dagir bikin, deverên stratejîk in. Ger dewleta tirk van herêman dagir bike, derxistina wan a ji van herêman dê hêsan nebe. Sibe yan dê dernekevin an jî ji bo ku dernekeve dê mercên gelekî giran nîşan bidin. Lewma em bang li gelê Başûr dikin ku di vê mijarê de hesas be. Ev yek tevgereke dagirkeriyê ye û gerîlayên azadiyê li ber xwe didin. Em bang li gelê Başûr dikin ku tev li vê berxwedanê bibe. Gerîla ji bo destkeftiyên Başûr têdikoşe û divê gel vê yekê bibîne û bi temamî tev li vê berxwedanê bibe. Em bang dikin ku rewşa dagirkirina başûrê Kurdistanê bê nîqaşkirin. Armanca vê êrîşê dagirkerî û têkbirina îradeya siyasî ya Başûr e. Encamên vê dê giran bin.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî