‘Bi operasyona Xakûrkê mudaxeleyî yekitiya kurdan tê kirin’

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan operasyona dewleta tirk a li dijî Xakûrkê daye destpêkirin nirxand û diyar kir ku ev operasyon tiştekî ji rêzê nîne, armanca operasyona mudaxelekirina yekitiya di navber gelê kurd e

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyona Xakûrkê ku Tirkiyeyê daye destpêkirin nirxand.

Omer Ocalan diyar kir ku Ocalan pêvajoya navbera 2015-2019’an wekî ‘karesatekê’ pênase kir û bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de li bajarên kurdan şerê navbajaran pêk hatiye, bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran mirov ji bêgavî terka warê xwe kirine.

Ocalan destnîşan kir ku di vî pêvajoyê de di serî de Şirnex hin bajêr ji ser nexşeyê hatine paqijkirin û wiha domand: “Pêvajoya ji wir dest pê kir bi girtin, binçavkirin, pevçûnên nav bajaran, bi operasyonên li bejahiyê dewam kir. Taliyê pêvajoya grevên birçîbûnê dest pê kir û encam girt û parêzer hevdîtin bi Ocalan re çêkirin. Ji malbatê jî Mehmet Ocalan hevdîtin pê re çêkir. Divê mirov ji du hêlan li ser van hevdîtinan hûr bibe. Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin û bi hezaran girtî daxilî van çalakiyan bûn, pêk hat û encam girt. Ev hevdîtin bi saya van grevên birçîbûnê pêk hatin. Ger em ji hêla dewletê ve lê hûr bibin; dibe hesabê ku tesîrê li gelê kurd bike, tesîrê li HDP’ê bike hatibe kirin. Lê em baş dizanin, di navbera 2015-2019’an de bi pevçûnan, bi şer, bi girtin û binçavkirinan, bi îşkence û binpêkirina mafan 4 sal ji dîroka welêt hatin xwarin. Cîhan, Rojhilata Navîn û raya giştî ya Tirkiyeyê tenê temaşe kirin. Di weşanên zindî de mirov hatin şewitandin. Şerên li bajaran bi awayekî zindî hatin dayîn. Bi awayekî lehengiyî di weşanên xwe de vegotin.”

‘Tenê bi peyameke Ocalan welat aram dibe’

Di axaftina xwe de Ocalan da zanîn ku di vê pêvajoyê de Ocalan bi awayekî mutleq hat tecrîdkirin û wiha pêde çû: “Birêz Ocalan ne li benda lutfekê ye. Ji bo birêz Ocalan rewşeke taybet jî tune ye. Tenê tişta dihat xwestin ev bû ku li gor hiqûq û qanûnên vî welatî divê mafên girtiyekî pêk bên. Lê mixabin di vî warî de jî dewlet ket nav pêkanînên kêfî. Ne li gor qanûnên xwe ne jî li gor hiqûqa xwe tevgeriya. Bi têkoşîna di vî warî de, bi berxwedana dayikên kitanspî hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk hatin. Her wiha girtiyên li cem birêz Ocalan jî malbatên xwe dîtin. Piştî salên dûr û dirêj hevdîtin pêk hatin. Ev bi saya têkoşînê pêk hatiye. Divê ev wisa bê qebûlkirin. Tecrîd, bi awayekî qismî hat şikandin, lê nayê wê wateya ku bi temamî qediyaye. Divê têkoşîn, berxwedan li qadên cuda bê birêxistinkirin. Divê liv û tevgera, hesasiyeta civakiyî zêde bibe. Çimkî pêvajoyeke dûr û dirêj li ber gelê kurd e. Her wiha serdema têkoşînê ya vê pêvajoyê jî heye. Divê di vê pêvajoyê de her kes rol û mîsyona xwe bilîze. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Divê dewlet tirk baş zanibe. Ji bo gelê kurd xwedî pozîsyoneke watedar e. Jixwe dewletê ev yek bi pratîka xwe jî îspat kiriye. Rêberê Gelê Kurd e. Bixwe tesîra Ocalan a li ser gelê kurd qebûl kiriye. Her cara ku birêz Ocalan ji dewrê hatiye derxistin alozî rû daye. Lê peyameke birêz Ocalan bi tenê jî welat rihet û aram dike. Divê ev wisa bê pênasekirin.”

Armanc yekitiya kurdan e

Ocalan têkildarî operasyona leşkerî ya dewleta tirk li dijî herêma Xakûrkê daye destpêkirin û anî ziman ku operasyona leşkerî teqabulî dema hevdîtina bi Ocalan re dike û wiha berdewam kir: “Operasyona Xakûrkê ne operasyoneke ji rêzê ye. Armanca operasyonê girtina tepeyekî, çûyîna wir, koordînekirina şer û berbelavkirina şer e. Her wiha dixwaze mudaxileyî yekitiya kurdan bike. Dixwaze di pevçûna di navbera kurdan, şerê birakujiyê de rola xwe bilîze. Pêşengiya vê yekê dike. Piştî Efrîn û Kerkûkê niha jî dixwaze li başûrê Kurdistanê operasyona Pençeyê bike. Ji ber vê xeterya ku 400 gund bên valakirin û bi zext û zoriyê bi ser mirovên li wir biçe û tirsê belav bike. Her wiha dixwaze li 4 perçeyên Kurdistanê kurdan bera hevdu bide. Di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê PDK, YNK, Tevgera Goran û Komala Îslamê. Divê nekevin vê xefikê. Di 4 salan de dewletê pêvajoya pevçûnî gur kir û niha jî dixwaze bi hêzên herêmî re vê ber bi merheleyeke din ve bibe. Armanca sereke ya vê yekê, ew e ku birîna kurdan kûrtir bike, yekitiya wan ji holê rabike. Niha her çend kêmasî hebin jî di vê serdemê de yekitiya navbera kurdan pir nêzîk e. Di vê sedsalê de statuya kurdan mimkun e. Mirov vê dikare vê operasyonê wekî mudaxilekirina yekitina di navbera kurdan de binirxîne. Divê gelê kurd û nexasim jî gelê me yê li Başûr destûra vê yekê nede. Ev ne operasyoneke ji rêzê ye.”

40 sal in heman rêbaz tên bikaranîn

Her wiha Ocalan diyar kir ku rêya çareserkirina pirsgirêka kurd siyaseta demokratîk û aştiyeke birûmet e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “40 sal in heman rêbaz tên bikaranîn, lê tu encam nayên girtin. Nexwe ev hewldaneke bêhûde ye. Êdî kurd ne kurdên berê ne. Êdî siyasîbûyîn heye. Têkoşîn heye. Di warê siyasî de vînek heye. Di vê warî de birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya 2016’an de ev tişt gotibûn û di hevdîtina xwe ya dawî de jî heman tişt dubare kirine. Diyar dike ku ev şer şerekî kor e û dawiya vî şerî nayê, di vî şerî de kes bi ser nakeve û bi vî şerî gel hemû winda dikin. Rêya vê ya maqûl siyaseta demokratîk e.” RIHA

Dikarî Biecibînî