‘Rola Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de pir girîng e’

Parlamenter Salîha Aydenîz diyar kir ku li dijî polîtîkaya şer û înkarê, Ocalan pêşniyara çareseriyeke demokratîk û aştiyeke birûmet dike. Aydenîz got ku pirsgirêka kurd, di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîne û di çareserkirina vê pirsgirêkê de rola Ocalan jî gelek girîng e

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Salîha Aydenîz têkildarî pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên weke ‘Lihevkirina civakiyî’, ‘Siyaseta demokratîk’, ‘Muzakereya demokratîk’ û ‘Aştiyeke birûmet û xeta sêyemîn’ ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ozgur Paksoy re axivî.

Salîha Aydenîz diyar kir ku Ocalan ji agirbesta di sala 1993’yan heta niha her tim pêşniyara ‘rêya sêyemîn’ dike û wiha domand: “Armanca bingehîn a bangawaziyên Ocalan ên ji bo agirbestan ew bû ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin. Di sala 2004-2005’an de pênaseya rêya sêyemîn kir. Bi vê rêyê dê civak bikare xwe birêxistin bike û xwe bi xwe qadên ku bikare pê bijî ava bike. Em hewl didin ‘rêya sêyemîn’ bixin meriyetê. Avakirina HDP’ê ji xwe fikra birêz Ocalan e û encama rêya sêyemîne. Birêz Ocalan dibêje bila HDP li gorî rêya sêyemîn tev bigere. Dibêje ku pirsgirêka kurd dê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û pirsgirêka derdorên din ên civakê jî bi desthilatiyê neyên çareserkirin.”

‘Di çareseriyê de Ocalan xwedî rolekî girîng e’

Têkildarî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê jî Aydenîz ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan diyar kir ku gelên me yên bi sedan salene bi hev re dijîn, di nava çar salên dawî de li hev hatine sorkirin û bi hev hatine şikandin. Ji destpêka komarê heta niha gelê kurd rastî polîtîkaya pişaftinê tê û weke ku qet nebin tên hesibandin. Li dijî vê zîhniyetê jî birêz Ocalan, rêya sêyemîn nîşan dide. Tirkiye mozaîka çandan e. HDP ji bo xurtkirina vê mozaîkê derket. Ji ber vê yekê, di çareserkirina pirsgirêka kurd ku pirsgirêka Rojhilata Navîne de, birêz Ocalan xwedî rolekî girîng e.”

‘Polîtîkaya şer û înkarê dê bêencam be’

Herî dawî jî Aydenîz ev tişt destnîşan kir: “Dewlet, pêşniyarên birêz Ocalan ên weke ‘Muzakereya demokratîk’ û ‘Aştiyeke birûmet’ bi polîtîkaya şer di bersivîne. Ewqas operasyonên derveyî sînor hatin kirin ku êdî navên wan jî nayên bîra me. Dizanin ku dê bêencam bin lê dîsa jî di şer de israr dikin. Birêz Ocalan ji her du aliyan re dibêje ku; ‘Ev pirsgirêk dê bi muzakereyeke demokratîk û bi aştiyeke civakiyî û birûmet çareser bibe.’ Divê dewlet ji bo avakirina zemîneke demokratîk, hin gavan biavêje. Bi polîtîkaya şer û înkarê re dê tu encamekî bi dest nexin.” AMED

Dikarî Biecibînî