‘AKP bi şer emrê xwe dirêj dike’

Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Başûr axivî û diyar kir ku bi salan e Tirkiye imhaya topyekûn û qirkirina kurdan wek polîtîkayek daniya pêşiya xwe û destnîşan kir ku AKP hewl dide bi şer emre xwe dirêj bike. Her wiha Unat bêdengiya rêveberiya Herêma Kurdistanê û Iraqê jî rexne kir û bang xwedîderketina Başûr kir

Operasyona ‘Pençe’ ya Tirkiyeyê bi armanca dagirkirina axa başûrê Kurdistanê di 27’ê gulanê de daye destpêkirin didome. Di van êrîşên dagirkeriyê ku bi hevkariya PDK’ê pêk tê de gelek sivîl ji aliye artêşa tirk ve hatin qetilkirin. Tevî vê yekê jî PDK’ê li dijî vê yekê bêdeng e û niha jî hewl dide ji bo dewleta tirk dagirkeriya xwe berfireh bike, bi darê zorê herêmê ji welatiyan vala dike.

Têkildarî dagirkeriya li ser axa Başûr hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat axivî û bêdengiya Rêvebiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê rexne kir û bang hemû gelan kir ku li dijî vî êrîşê bêdeng nemînin.

Unat anî ziman ku operayonên ji hewayî û bejahî tên kirin tu carî nayê qebûlkirin û wiha got: “ Şer û operasyonên ku duh li Efrînê pêk anîn dixwazin îro jî li başûrê Kurdistanê pêk bînin. Bi taybetî jî nêzîkatiya dewleta tirk tim wisa ye. Cihên ku destkeftiyên kurdan hene û cihên ku kurd lê dijîn dewlet êrîş dike. Îktîdara AKP-MHP jî îro li ser dijminahiya kurdan xwe heyî dike. Ji ber operasyina Pençeyê gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek jê jî birîndar bûn. Her wiha gelek zeviyên gel hatin şewitandin û zirar dîtin.”

Êrîşên heyî ne tesaduf in

Di axaftina xwe de Unat destnîşan kir ku êrîşên li dijî Efrînê jî beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê hatiye destpêkirin û îro jî êrîşa li hember Herêma Federal a Kurdistanê beriya hilbijartina 23’yê tê kirin û wiha domand: “Ev êrîşên ku beriya hilbijartinan tên kirin ne tesaduf in. Dema mirov lê dinêre bloga AKP-MHP beriya hemû hilbijartinan taktîka şer bi kar tîne. Lê tu carî bi ser nakeve. Îktîdara AKP’ê dixwaze xwe bi şer li ser nigan bigire. Lê belê ev şer dê rojekê bi dawî bibe û îktîdara AKP’ê jî ji holê rabe. Bi şerê ku beriya hilbijartinê jî da destpêkirin dixwaze dijminatiya kurd û tirkan ava bike. Lê îktîdara AKP’ê dîsa weke her carê têk çû. Îktîdara AKP’ê êdî ketiye qozîkê û nikare rabe ser xwe. Ji ber vê jî Tirkiyeyê imhaya topyekûn û qirkirinê wek polîtîka daniya ber xwe. Êrîşên li hemberî Başûr berdewamiya polîtîkaya tunekirina kurdan a ku hikûmeta AKP’ê bi salane didomîne. Tehemulî destkeftiyên kurdan nakin û hewl didin bi şer destkeftiyan tune bikin, an jî dixwazin destkeftiyên kurdan bi dest bixin.”

AKP çareseriyê di şer de dibîne

Unat diyar kir ku operasyonên ku piştî hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin gelek balkêş in û wiha pêde çû: “Dewleta tirk siyaseta çareseriyê napejirîne û di siyaseta şer de israr dike. AKP bi şer emrê xwe dirêj dike. Di hevdîtinên ku bi birêz Ocalan re hatin kirin de birêz Ocalan daxwaza avakirina aştiyê kir. AKP jî çareseriyê di şer de dibîne.”

‘Ev êrîş li dijî hemû kurdan tê kirin’

Her wiha Unat anî ziman ku divê gelê kurd êrîşa li hemberî başûrê Kurdistanê baş bixwîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev êrîş ne tenê li dijî başûrê Kurdistanê tê kirin, ev êrîş li dijî hemû kurdan tê kirin. Ji ber vê jî divê têkoşînek yekbûyî pêk bê. Divê kurd bi hev re li dijî polîtîkayên dagirkeriyê derkevin. Em neçar in ku bi hev re tev bigerin û têbikoşin. Her wiha em bang li hemû partiyên din jî dikin ku xwedî li Başûr derbikevin.” ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî