Leyla Guven: Divê yekitî û tifaqa kurdan bê pêşxistin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di konferansa HDP’ê ya li Amedê de axivî. Guven di serî de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û got ku ew deyndarên wan berxwedêranin. Guven da zanîn ku divê HDP kêmasiyên xwe nîqaş bike û ji bo dema pêş gavên serkeftî biavêje. Guven herî dawî jî bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a li ser Başûr û wiha got: “Divê Barzanî xaka me ya pîroz pêşkeşî Tirkiyeyê neke. Divê yekitî û tifaqa kurd bê pêşxistin.”

Konferansa Herêma Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya  Amedê bi dirûşma ‘Em bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin’ dest pê kir. Di konferansê de hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, endamên meclis û Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê, parlementer, hevşaredarên bajêr û navçeyan, endamên MYK û Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) amade bûn.

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre ji bo dîwana konferansê alîkarê hevserokê giştî yê Berpirsê Rêxistinkirina HDP’ê Alîcan Onlu, endama MYK’a HDP’ê Ozlem Gunduz, hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan û endamê Meclisa HDP’ê Îzzet Karadag hatin hilbijartin.

‘Konferansa avakirinê ye’

Endamê MYK’a HDP’ê Alîcan Onlu axaftina vekirinê konferansê kir û bal kişand ser 37’emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan a li Girtîgeha Amedê. Onlu berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û wiha got: “Em konferansa xwe û xebatên xwe yên rêxistinkirinê di vê çarçoveyê de pêk tînîn. Ji bo ku li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve, teqez divê faşîzm hilweşe. Êdî dem dema avakirinê ye. Ev konferans jî konferansa avakirinê ye. Heya ku faşîzm têk neçe, ne pêkane ku li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve.”

Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê

Piştre jî hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven axivî. Leyla Guven diyar kir ku ew di demekî dîrokî de konferansê li dar dixin û wiha dom kir: “Tevahiya gelê kurd dizane ku 14’ê Tîrmeh ji bo gelê kurd dîrokeke çawa ye. Dîrokeke ji agir e. Di dîroka ji agir de hevalên me li zindana Amedê serî rakirin. Gotin ’em vê sîstema we, vê îşkenceya we û qirêjiya we qebûl nakin. Ya din her roj li ser rêxistina me zext û zor heye. Ji bo ku em van tevaan şermezar bikin, protesto bikin, em dest bi rojiya mirinê dikin’. Ev weke şîmaqakê li rûyê sîstema Kenan Evren û Esat Oktay ket. Wê rojê dîrok hate guhertin, kesî bawer nedikir ku hevalên di zindanê de gelo dê çi bikin. Çekên wan tune bûn, derfetên wan tune bûn, tiştekî wan tune bûn. Lê wan laş û bedena xwe kirin kursî, kirin çek û li hemberî sîstemê serî rakirin. Wê çaxê tiştek derket holê; îradeya gelê kurd di vê têkoşînê de derket holê. Li çar parçeyan, gelê kurd bi çanda xwe, bi zimanê xwe nikaribû tevbigerin. Ev helwest ji wê sîstemê re bû bersiveke xurt.”

‘Em deyndarên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ne’

Di berdewamê de jî Guven wiha got:

“Di ê pêngavê de gelek kesên hêja û qehreman di vê dozê de şehîd bûn. Lê em bifikirin, wê demê hezaran mirov ketin zindanan. Lê gelo navê kê niha di dîrokê de heye? Yê ku di wê sîstemê de bi îşkenceyê derketin meydanê, navê wan niha nayê xwendin. Lê navê Kemalan, Xeyriyan, Mazlûman û Sarayan hîn jî di dîroka Kurdistanê de deng dide. Em gelek tişt deyndarê wan in. Niha di ser vê berxwedana mezin re 37 sal derbas bûn. Îro dîsa em dibînin ku ev sîstem ji me bedel dixwaze. Diyar e ku dibêjin ‘ew îradeya gelê kurd ne qayîm e, êdî kurd nikarin li vîna xwe xwedî derkevin, li nasnameya xwe xwedî derkevin. Kurd ne li ser soza xwe, ne girêdayî doza xwe ne’. Sîstema qirêj wisa difikire.

Çalakiyên fedaî yên li zindanan

Niha jî heval Zulkuf, heval Ayten, heval Mahsûm û hevalê di vê pêngavê de jiyana xwe ji dest dane, tiştek diyarî me kirin û tiştek anîn bîra me û gotin tiştek nehatiye guhertin. Ew ruhê 14’ê tîrmehê hîn jî zindî ye. Ev ê zanibin ku birêz Ocalan ji me re xeta sor e. Ger hûn gav neavêjin, tecrîdê neşikînin û vê daxwazê qebûl nekin, ligel heval Leyla, hevalên me yên din yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne hûn dengê wan nebihîzin, em ê dîsa zindanan bikin qada berxwedanê. Ji bo wê, wan ev çalakiyên fedaî pêk anîn. Ez wan hevalan dîsa yek bi yek bi bîr tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Ger Îro derketibim pêş we û bi hezaran hevalên zindana dijîn, ez ji sedî sed dizanim ku bi xêra wan hevalan e. Çalakiya wan hevalan bi rastî dilê sîstemê qetand. Sîstem çû bi zindan zindan geriya û ji hevalan re got ‘nekin’ û ew tirsiyan. Ew zanin ku ev biryara ji aliyê qîz û xortên kurdan hatiye dayîn, kes nikare li hemberî wan bisekine. Ji bo vê yekê ez tevahî hevalan bi bîr tînim û ez dibêjim soza me ji wan hevalan re ew e ku êdî ne tenê tecrîd, êdî azadiya rêberê gelê kurd û gelê kurd xeta sor e. Ji bo wê jî em hewl bidin ku em bigihijin armanca xwe.

Ev civîn jî dê ji bo wê gelek girîng e. Partiya me HDP bi mehan e, bi awayekî seferberî xebatên rêxistinê dimeşîne. Em dizanin ku azadî bêrêxistin nabe û hûn jî hevalên berpirsyar in. Hûn hevalên wekîl, hevşaredar, serokê rêxistinên bajar û navçeyan, endamên dîwana KCD’ê, endamên meclisan û rêveberên partiyê, hûn berpirsyar bi xwe ne. Ev herêma di destê me de ye. Guhertina tiştan lazim e, guhertin beriya her tiştî bi zihniyetê tê kirin. Niha em gelek konferansan li dar dixin, civînan pêk tînin û biryaran digirin. Em dibêjin em ê wiha wiha bikin lê em derdikevin, pratîka me em wek berê dimeşin. Wiha nabe.

‘Divê em kêmasiyên xwe nîqaş bikin’

Hevalên me jî anîn ser ziman, li başûr dîsa operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin. Û dîsa dixwazin ku destkeftiyên kurdan tune bikin û erdnîgariya kurdan bombebaran bikin. Li hemberî van înkar, îmha û asîmîlasyonê rêxistin û sekneke xurt û îradeyeke xurt lazim e. Li dijî vê yekê 200 roj me li ber xwe da û em bi ser ketin. Ew mecbûr man û bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Lê pêvajo jî îro şûnda girêdayî rêxistina me ye. Ji bo wê jî divê em van civînên xwe bikin. Em kêmasiyên xwe nîqaş bikin û wextê em ji vir derketin em ji kesî bendewariyê nekin. Em nebêjin nabe û em nakin. Navend em in. Nebêjin ‘li vir tiştek qewimî, parlementerên me ne li vir in û em nikarin tiştekî bikin.’ Hemû tişt em in, kî dibe bila bibe, em bi serê xwe dikarin gelek tiştan bikin. Em li benda hevdu nesekinin.

‘Girîngiya HDP’ê careke din derket holê’

Dem demeke pir girîng e. 100 sal li pêşiya me ye. 100 sal li Rojhilata Navîn yan em ê qezenc bikin, yan jî em 100 salan dîsa bisekinin ku sîstem were guhertin. Ji bona wê ez van civînan gelekî watedar dibînim. Ez dibêjim ji îro pê ve jî partiya me, di nava tevahiya Tirkiyeyê de jî partiyeke muhîm e. Ji ber ku partiyên din hatine ceribandin û tiştek neguheriye. Tenê maye HDP. HDP ne tenê ji bo kurdan, ji bo tirkan jî ji bo gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, hêviyeke mezin e. Me ev yek tim digot, lê nedihat fehmkirin. Ez bawer dikim niha hat fehmkirin di hilbijartina dawî de gelek tişt derketin holê. Ji bo wê jî ez van civînan gelek muhîm dibînim. Pêwîst e ku rêxistinên me di nav xwe de di demeke nêz de rêxistina xwe xurt bikin û derkevin qadan.

Gel li benda me ye, di çalakiyan de careke din derket holê. Hinekan digotin ku gel li ku ye lê gel li benda me ye. Gel bi hêvî ye û her tiştî ji me baştir dizane. Mîkrofon dirêjî endamekî kurd dikirin û digotin ‘ez di nav rêxistinê de nîn im.’ Lê dema dipeyivîn, weke fîlozofekî/ê dipeyivin. Dayikên me çalakî li dar dixistin û kesî nedikaribû li hemberî wan bisekinin. Ev jî nîşan dide ku gel li ser soza xwe, li ser doza xwe ye û li benda me ye.

‘Divê zilam di çarçoveya bîrdozî de nêzî pirsgirêka jinê bibe’

Jinan tu carî qad bernedan. Jinên birêxistî yên di nav me de, di vê çalakiya mezin de qad bernedan. Ji bo vê yekê jî divê rêxistina jinan li her derê were bipêşxistin. Divê hevalên me yên zilam ne wek taktîkî, divê weke îdeolojîk nêzî pirsgirêka jinê bibin. Ez dibîhizim û xemgîn dibim ku hinek kes li gelek qadan dibêjin ‘hevserok jin be, nabe.’ Me ev tişt qedandin hevalno, ez rica dikim, nêzikatiya li jinê, nêzikatiya li dozê ye. Divê em wisa bizanibin û wisa fehm bikin. Em bi hev re weke hevaltî xebatên xwe bimeşînin dê baştir be. Em destkeftiyên xwe paşguh nekin.

Bang li hikûmeta Başûr kir

Herî dawî banga min ji hikûmeta Başûr re ye. Hikûmeta Başûr niha di nav xwe de hilbijartinek kirin û serokê xwe hilbijartin. Bêguman em ji serokê wan re jî serkeftinê dixwazin. Em dixwazin bi ser bikeve, çimkî li kîjan parçeya Kurdistanê tiştekî baş biqewime, bi kêfxweşî em ê wê pêşwazî bikin. Lêbelê divê ew axa pîroz ji dewleta Tirkiyeyê neyê vekirin. Ew şaşitiyeke mezin e. Birêz Mesûd berê gotibû ‘Em birakujiyê naxwazin.’ Ger birakujiya nexwazin, divê axa xwe ji Tirkiyeyê re venekin. Ew ax ne tenê axa KDP’ê ye, ew ax axa temamiya gelê Başûr e, axa çar parçeyên Kurdistanê ye.

‘Yekitî û tifaqa kurdan xurt bikin’

Çawa wexta ew çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, kurd bi ruhekî yekitiyê hatin cem hevdu û ew ax azad kirin, çawa wextê êrîşî Şengalê kirin, tevahiya hêzên kurdan hatin cem hev û ew der azad kirin, niha jî hewce ye ku axa Kurdistana Başûr ji Tirkiyeyê re neyê vekirin. Li hemberî vê em bêdeng namînin. Em temaşe nakin. Li hemberî vê em bêdeng namînin. Ew êrîşên li wir em ê weke êrîşên li dijî Amed, Wan, Êlih û Rihayê bihesibînin. Tu ferqa me ji hevdu tune ye. Hevalan gotiye, em ê cardin bibêjin. Em bangî wan dikin û dibêjin yekitî û tifaqa xwe xurt bikin. Ji bilî kurdan, tu dostên we nînin. Wextê referandûmê, kî li we xwedî derket? Dîsa kurdên çar parçeyên Kurdistanê. Tirkiyeyê wê çaxê dîsa got; ‘Em vî tiştî qebûl nakin.’ Ji bo wê, em dibêjin ev şaşîtiyek e û ji vê bizivirin. Ez serkeftinê dixwazim. Serkeftin nêzik e. Di wê baweriyê de me ku HDP bi seferberiya rêxistinê dê di demeke nêz de li Tirkiyeyê, siyaseteke berbiçav bimeşîne. Ku kêmasî hebin, ew kêmasî yên me ne, ne yên gel in. Ez serkeftinê dixwazim, serketin ya me ye.” AMED

Dikarî Biecibînî