Mazlum Kobanê: Ger ku Tirkiye êrîş bike dê şer pir berfireh bibe

Navenda Nûçeyan

Fermandarê HSD’ê Mazlum Kobanê diyar kir ku ger ku dewleta tirk êrîşî cihekî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike, dê li temamiya sînor şerekî berfireh ku dê bi salan bidome dest pê bike. Kobanê got ku rojhilatê Firatê naşibe Efrînê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanê têkildarî nîqaşên ‘Hêrêma bi ewle’ û geşedanên li herêmê, pirsên rojnameger Fehîm Taştekîn bersivand. Mazlum Kobanê da zanîn ku rewşa rojhilatê Firatê naşibe rewşa Efrînê û ger ku dewleta tirk êrîş bike, dê berxwedana wan bi salan berdewam bike.

Mazlum Kobanê di serî de bal kişand ser êrîşeke îxtîmalî ya dewleta tirk û wiha got: “Ger ku êrîşeke wiha çêbibe dê YPG ku hêza bingehîn a HSD’ê ye, bi temamî vekişe bakur. Ev jî dê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê qels bike. Heta ku DAIŞ dê xwe berhev bike û DAIŞ an jî artêşa Sûriyeyê dê valahiya heyî dagire. DYA ku vê yekê naxwaze di vê mijarê de bi muxatabên xwe yên tirk re hevdîtinan dikin. Tirkiye ji ber rewşa Efrînê xwe dixapîne. Rojhilatê Firatê û Efrîn naşibe hev. Ji erdî heta esmanî ji hev cuda ne.”

Ger ku dewleta tirk êrîş bike?

Kobanê diyar kir ku aktorên navneteweyî li hêlekî, ger ku ew û artêşa tirk bên beramberî hev, rewş cuda ye û ev nirxandin kir: “Şerekî bi mehan heta ku dê bi salan berdewam bike dê rû bide. Ev der herêmekî berfirehe. Me li Efrînê biryarekî stratejîk da û şer tenê bi Efrînê re bi sînor hişt. Lê dê li vir wisa nebe. Ger ku dewleta tirk êrîşî cihekî bike, dê veguhere şerekî giştî. Ger ku êrîşî Girê Spî yan jî Kobanê bikin, dê enî ji Dêrikê heta Minbicê berfireh bibe. Ev biryara me ye û me ji her kesî re jî gotiye. Ez vê ne ji bo Bakur, tenê ji bo Rojava dibêjim. Ne bawerim kesek vê mudaxaleyê qebûl bike. Li ser ereban hesaban dikin lê ereb dê vê yekê qebûl nekin. Weke HSD’ê jî em ê destûra vê nedin.”

Gefên dewleta tirk

Di berdewamê de jî Kobanê da zanîn ku dibe dewleta tirk di 2 hefteyên pêşde zextên xwe zêde bike û hêzên wan tehrîk bike. Kobanê wiha pê de çû: “Lê xelete ku mudaxale bikin û ne bawerim vê xeletiyê bikin. Niha hêzên xwe kom dikin. Em jî wisa dikin. Ger ku di nava vê rageşiyê de xeletiyek bê kirin û ev çirûsk dê veguhere şer û ev jî talûke ye. DYA jî ji bo pêşîlêgirtina vê yekê, xebatên dîplomatîk dimeşîne.”

Kobanê gefên Erdogan ên di meha kanûnê de ku di got; ‘Em ê di nava 3 rojan de operasyonê bidin destpêkirin’ bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Em li benda şer bûn. Me jî xwest bizanin bê ka Erdogan çi dixwaze. Li ser daxwaza me jî hevdîtin çêbûn. Me ji hevalbendên xwe xwest ku ji wan bipirsin bê ka çi dixwazin. Navbeynkariya me jî Nûnerê Taybet ê DYA’yê James Jeffrey kir.”

Plana ‘Herêma bi ewle’

Fermandar Mazlum Kobanê piştre jî bal kişand ser pêşniyara wan a ji bo herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê û ev agahî dan: “Pêşniyara me gelek baş bû. Me got ku 30 km nabe lê 5 km dikare bibe. Em ê hêzên YPG’ê ji vir bikişînin û li şûna wan jî hêzên herêmî bi cih bikin. Ji bo vê jî me li hemû bajaran meclisên leşkerî ava kirin. Em dikarin çekên giran jî ji vê herêma 5 km’yan vekişînin. Hinek çekên me yên ku menzîla wan 20 km, hene. Em ê wan jî 20 km’yan paşve bikişînin. Lê li hemberî vê jî dê dewleta tirk teahûdê bide ku êrîşan nake. Bila li vê herêmê hêzên navdewletî jî hebin. Lê me qebûl nekir ku Tirkiye hebe. Tirkiye hêzeke ne bêalî, alî ye. Ew jî dibêjin ku dê li herêma 30 km’yan penaberan bicih bikin, hêzên ku Efrîn dagir kirin jî dê li vir bin û leşkerên tirk jî dewriyeyan biavêjin. Me ev red kir. Ger ku êrîşî Efrînê nekiribûna, tevlêbûna me ya pêvajoya siyasî veto nekiribûna û dijminatî nekiribûna dibe ku me erê bikira.”

Şertên HSD’ê yên ji bo dewleta tirk

Kobanê diyar kir ku şertê wan ew e ku hemû efrînî li welatê xwe vegerin, malên wan ên hatine desteserkirin paşve lê vegerînin, yên ku ji derve anîn Efrînê ji wir bên derxistin, veger di bin mîsogeriya hêzên navdewletî de be û Meclisa Efrînê jî vê pêvajoyê bişopîne ye. Kobanê wiha pê de çû: “Ger ku geşedaneke wiha çêbibe Tirkiye dikare dewriyeyan biavêje. Derxistina leşkerên tirk a ji Efrînê mijareke ji bo demên pêştire. Lê heta niha geşedanek çênebûye.”

‘Stratejiya Tirkiyeyê her tim vala derket’

Mazlum Kobanê bi lêv kir ku stratejiyên dewleta tirk ên li Sûriyeyê her tim vala derketin û ew stratejî wiha bibîrxist: “Di sala 2011’an de ji ewilî xwestin bi hêzên kurd ên din re bibin desthilatdarên herêmê, lê têk çûn. Di salên 2012-2013’an de bi OSO’yê xwestin mudaxale bikin lê em hîn mezintir bûn. Piştre bi destê El Nusrayê, ji Efrînê heta Dêrikê êrîş kirin lê me hemû êrîş jî têk birin. Em hîn mezintir bûn. Herî dawî bi destê DAIŞ’ê êrîş kir. Lê em bi tenê derxistina DAIŞ’ê ya ji Kobanê re bisînor neman, me ji Reqqayê heta Dêrazorê ew herêm bi temamî rizgar kir. Di vê pêvajoyê de hevalbendên me yên navdewletî jî çêbûn. Ev hemû jî têkçûnên Tirkiyeyê ne. Êrîşa li ser Efrînê bi tena serê xwe serkeftina wan nîne. Tenê bi Efrînê re bisînor man. Lê dixwestin ji Şehbayê heta Minbicê, ji rojhilatê Firatê heta Dêrikê êrîşan berfireh bikin. Lê ew jî pêhesiyan ku ev yek ne pêkane. Em kengî bixwazin em dikarin bi êrîşeke berfireh Efrînê rizgar bikin. Ew hêza me heye. Me hê jî ji bo şer biryar nedaye. Ji ber ku pirsgirêka me ya bi Tirkiyeyê re tenê bi Efrînê re bisînor nîne. Amerîkiyan jî xwestin çareser bikin lê encam li holê ye. Niha jî pêdiviya wan bi hewldanên Ocalan heye.”

Nameya Ocalan

Têkildarî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêşniyara ‘Stratejiya Rêya Sêyemîn’ dike jî fermandarê HSD’ê ev nirxandin kir: “Ez hûrgiliyên hevdîtinê baş nizanim. Ocalan dibêje; ‘Ez dikarim rolekî erênî bilîzim.’ Ne tenê Sûriyeyê, qala Tirkiyeyê jî dike. Em jî tev li dibin. Ocalan xwedî wê hêzê ye. Ger ku pêşî li muzakereyan bên vekirin, pirsgirêk dikare demildest bê çareserkirin. Ji bo çareseriyê jî dixwaze ku hesasiyetên Tirkiyeyê li ber çavan bên girtin û hêz neyê bikaranîn. Em jî li vê yekê baldarin. Di peyamên Ocalan de tê xwestin ku pirsgirêka bi Tirkiyeyê re bi rêyên diyalogê û bi jidestberdanan ve bê çareserkirin. Em wisa fêm dikin. Gotinên Ocalan û nêrînên me weke hevin. Em jî bi salane heman tiştan dibêjin. Em jî dixwazin ku pirsgirêk di çarçoveya yekparetiya Sûriyeyê de, bi rêya diyalogê çareser bibin. Ji Şamê du daxwazên me hene. Ya yekemîn ew e ku Şam rêveberiya xweser nas bike û ya din jî ew e ku HSD xweserbûna xwe biparêze. Ger ku wisa nebe dê li herêmê komkujî pêk bên.”

‘DYA li dijî hevdîtinên me yên bi Şamê re nîne’

Kobanê li ser pirsa ‘DYA muzakareyên we yên bi Şamê re asteng dike gelo?’ jî ev bersiv da: “Pirsgirêk di navbera me û Şamê de ye. DYA aliyeke vê pirsgirêkê nîne. Tenê DYA dibêje ku rejîm ji çareserkirina pirsgirêkê hê jî dûre. DYA li dijî diyalog û lihevkirinan nîne. Ji me re nabêjin; ‘rawestin’. Tenê dibêjin ku ‘Dê ji van hewldanên we encamek dernekeve.’ Ji hewldanên heyî jî ev encam derdikeve û rastiyê vê heye. Hevdîtinên me yên bi Sûriyeyê re hene lê hê jî negihaştiye tu encaman. Ger ku Sûriye gavên erênî biavêje, em ê bersivên erênî bidin. Ne bawerim ku DYA di vê mijarê de mudaxale bike. Di vê mijarê de înîsiyatîf ji sedî sed di destê me de ye. Em Şamê baş nas dikin. Zîhniyeta wê, rê nade çareseriyê. Tenê teslîmiyetê dixwazin. Divê rejîm êdî bibîne ku ne di hêla leşkerî û ne jî di hêla aborî de nikare me bide zorê. Divê êdî bizane ku dê nekare di hêla leşkerî de bikeve van herêman. Ger ku ji vê bawer bike dikare zîhniyeta xwe biguherîne. Ev der naşibe bakurê Iraqê. Heta ku bakurê rojhilatê Sûriyeyê nebe, dewleta Sûriyeyê nikare biserkeve. Bakurê Iraqê ji bo Sedam Hisên nedibû astengî. Lê li Sûriyeyê hêza esasî li vir e. Ger ku tu ji vê herêmê bêpar bimînî, dê nekarî biserkevî.”

Biryara DYA’yê û rûdanên piştî wê

Der barê hevdîtinên piştî ku DYA’yê xwest hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişînin de jî Kobanê wiha got: “Dema ku DYA’yê xwest hêzên xwe ji herêmê vekişînin, rejîm hat û ji me re got; ‘DYA diçe. Bila Tirkiye nekeve şûna wan. Em dixwazin li şûna wan bi cih bibin. Bila nebe weke Efrînê. Werin em lihev bikin.’ Hevdîtin li ser daxwaza wan pêk hat. Lê dema ku dîtin DYA venakêşe, nêzikatiyên wan guherîn. Lê nihêrîn ku em bi hêzin, ev yek nexwestin. Naxwazin bi bakurê Sûriyeyê ya bihêz re lihev bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ger em û Şam lihev bikin û ji DYA’yê re bibêjin vekêşin, dê ew bi xwe ji herêmê vekêşin.”

Têkiliyên rêveberiya xweser ên bi Rûsyayê re

Têkildarî hevdîtinên bi Rûsyayê re jî Kobanê wiha got: “Sedema têkiliyên me yên neyînî yên bi Rûsyayê re ew e ku Moskov çareseriyê pêşnaxe û li cem Tirkiyeyê cih digire. Rejîm çawa dixwaze, Moskov  wisa tevdigere. Li Efrîn û Şehbayê piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Li hemberî Efrînê, lihev kirin ku herêmên din kontrol bikin. Têkiliyên me bi Efrînê re qels bûn. Jidil nînin û çareseriyeke wan nîne. Lê ji ber ku Rûsya hêzeke mezine, têkiliyên me berdewamin. Îran tev li operasyona Idlibê nebû. Îran bi qewlê ku Îsraîl li hêzên wan nexe û qala derxistina hêzên Îranê ji Sûriyeyê neyê kirin, dixwaze tev li şerê Idlibê bibe. Dema ku Îran nebe têk diçin. Rêveberiya Şamê û Rûsyayê xwestin jy em jî tev li bibin lê me red kir. Şertên me jî hebûn. Mijara me jî Efrîn e. Li Laziqiye û Hemayê tu karê me nîne.”

Çima ji Efrînê vekişiyan?

Mazlum Kobanê ji bo vekişîna ji Efrînê jî ev agahiyên girîng dan: “Hemû hêzên herêmî û navdewletî yên li rojavayê Firatê li ser platforma Soçî-Astanayê lihev kiribûn. Heta ku neşxe amade kiribûn. Me di serî de li ber xwe da. Efrîn komployeke navdewletî bû û hemû kes di nav de bû. DYA, Fransa, Brîtanya û koalîsyon jî nerasterast jî be erê kirin. Bi vekirî gotin ku ‘Em nikarin tiştekî bikin.’ Beriya wê jî di gotin; ‘Tu karê me li Efrînê nîne.’ Me lê nihêrî ku hinek hêzên navdewletî di nava vî karî de ne, hinek dê tiştekî nekin, nexşe heye, me hezar û 500 şehîd dane û em 3 hezar şehîdan bidin jî dê li gorî wê nexşeyê tevbigerin, wê demê me jî hêzên xwe paşve vekişandin.”

Îdiayên der barê Îranê de

Herî dawî jî Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Kobanê bal kişand ser îdiayên ‘DYA dixwaze HSD’ê li dijî Îranê bikarbîne’ û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo berjewendiyên me ya herî baş çibe, em ê li gorî wê tevbigerin. Li vir gelek heye. Beriya her kesî em ê berjewendiyên xwe biparêzin. Îraniyan gotinên ku qaşo em ê tev li êrîşeke li dijî wan bibin, dikirin. Lê tiştekî wiha nîne. Xeteke me ya parastinê ya rewa heye. Yê ku êrîşî me neke, em jî êrîşî wan nakin. Ji ber wê hinek alozî çêbibû. Lê famkirin ku em di nava projeyeke li dijî Îranê de nînin.”

Dikarî Biecibînî