‘Gelê herêmê dê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide’

Siyasetmedar Necimedîn Mela Umer teqez kir ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jiyana di bin sîwana dagirkeriya Tirkiyeyê de napejirînin û dê li hember hewldana dagirkeriyê bisekinin

Dewleta tirk a dagirker di hewldana dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bi hemû bihaneyan berdewam e. Di van deman de careke din mijara ‘herêma ewle’ ya ku Tirkiyê bi rêya wê armanc dike bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, bûye rojev.

Di xebatên siyasî û civakî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de tê dîtin ku Tirkiye hewl dide herêmê dagir bike û modela demokratîk a bakurê Sûriyeyê derb bike. Li rexê vê jî gelên herêmê teqez dikin ku dê li hemberî planên dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Necimedîn Mela Umer têkildarî hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk axivî û anî ziman ku dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê metoda siyaseta dîrokî ya li dijî mafên gelan, bi taybet gelê kurd dimeşîne û wiha got: “Zîhniyeta Erdogan bi berdewamî armanc dike fitneyan biafirîne, kuştin û talankirina mafên gelê kurd li her derê pêk bîne. Niha li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.”

‘Armanc derbkirina projeya demokratîk e’

Umer îşaret bi planên dagirkeriya tirk, hikûmeta Erdogan û partiya wî  kir û wiha domand: “Armanc belavkirina zilm, bindestî, afirandina tevlihevî û derbkirina aramiya herêmê ye. Erdogan mirina xwe di pêşketin, sepandina demokratîk û aştiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê de dibîne.  Armanca wî ya bingehîn derbkirina projeya demokratîk a azad û afirandina tevliheviyan li herêmê ye.”

Dê gel li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide

Di berdewamê de Umer destnîşan kir ku cîhan tev dizane ku gelê kurd ne şer û ne jî zilm li tu kesî/e dike û wiha pêde çû: “Lê belê zilmê li ser xwe jî qebûl nake. Ji lewre gefên Tirkiyeyê yên der barê dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê rastî berxwedanê werin. Gelê me berxwedêr e û dê li hember hemû cureyên êrîşan bisekine. Jiyana di bin sîwana dagirkeriya Tirkiyeyê de û dagirkirina xakê nayê perjirandin.”

Her wiha Umer herî dawî got ku gelê herêmê dê yekdestî li hemberî dagirkeriyê bisekirin û ji azadiya xaka xwe canê xwe feda bikin. QAMIŞLO

 

Dikarî Biecibînî