Li Amedê mîtînga ‘Aştiya Bi Rûmet û Çareseriya Demokratîk’

Mîtînga bi şîara ‘Aştiya Bi Rûmet û Çareseriya Demokratîk’ bi tevlêbûna hezaran û rêzgirtinê li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kir

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi şîara ‘Ji bo aştiya bi rûmet çareseriya demokratîk’ li Qada Îstasyonê mîtîng pêk tîne. Bi hezaran kesên derbasî qada mîtîngê bûn, ji 4 aliyan herikîn qada mîtingê.  Mîtîngê bi rêzgirtin û axaftnan dest pê kir.

Ewil hevseroka HDP’ê ya Amedê Huyla Alokmen Uyanik axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew li dijî şer aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk dixwazin û xwest her kes ji bo aştiyek bi rûmet û neteweya gelê kurd dengê aştiyê bilind bikin.

Alokmen bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Heta bi temamî deriyê Îmraliyê venebe û diyalog pêş nekeve aştiyek bi rûmet pêk nayê. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo aştiyek mayînde û çareseriya demokratîk pêwîst e diyalogek azad pêş bikeve.”

Piştre serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çiftyurek axivî û xwest hemû gelê kurd ji bo yekitiya xwe li aştiyê xwedî derkeve.

‘Rêya Aştiyê li Îmraliyê derbas dibe’

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku  piştî hilbijartina 7’ê hezîranê li Pirsûsê, Enqere û gelek qadên din komkujî pêk hatin, li dijî HDP’ê operasyon hatin lidarxistin û wiha got: “Her dem xwestin bi tundî, kuştin û binçavkirinê terbiye bikin. Xwestin kurdan li Sûriyeyê bi çerkez, suryanî, ermenî û erebên Rojava asteng bikin. Xwestin rê li pêş Şoreşa Rojava bigirin. Ji ber vê yekê heta dawî di şer de israr dikin. Ma ji ber ku ew şer, tundiyê dixwazin em ê bisekinin? Na em nasekinin. Em kesên bêtir bedelan didin em ê dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Ma ji ber ku MHP û AKP xwe bi şer xwedî dike em ê dest ji têkoşîna aştiyê berdin? Na em tu carî dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Birêz Ocalan çawa dengê wî li Îmraliyê bilind bû dîsa got aştî. Hemû gelê cîhanê guh da wî dengî. Ji ber dîsa birêz Ocalan daxwaza aştiyê anî ziman dîsa dixwazin dengê wî qut bikin. Îro yekem rêya aştiyê ii Îmraliyê derbas dibe.”

Koçyîgît da zanîn ku niha pêvajoyek nû dest pê dike û wiha lê zêde kir: “Yê vê pêvajoya nû li ser esasê aştî û demokrasiyê pêş bixe hûn in. Birêz Ocalan dibêje ‘Ez di nokteya salên 2013 û 2015’an de me’ Yanî dibêje ‘ez alîgirê aştiyê me. Ez alîgirê yektiya gelê kurd û tirk im.’ Ji me tevan dixwaze ji bo komara demoratîk û neteweya demokratîk lihevkirina civakî em berpirsiyarê bidin ser xwe. Me di 2013’yan de şaşî kir. Me hemû berpirsiyarî da ser milê Ocalan. Lê me dît ku aştî bi têkoşîna hevpar pêş dikeve.”

 ‘Ji bo aştiyeke mayînder divê em erka xwe baş pêk bînin’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî derket ser dikê û girse silav kir. Axaftina Gunen wiha ye: “Ez bi we serfiraz im. Baş e ez jî endameke ji vî gelî me. Baş e hûn hene. Hevalên ciwan ez çavên we maç dikim. Niha teqeta min zêde tune ye. Li her derê gelê kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe jiyana xwe danî holê. Di vê rêyê de me 9 hevalên xwe bi rê kir. Zulkuf Gezen, Ayten, Mete, Zehra; Medya, Konca, Firat, Mahsum, Umit ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim bejna xwe li ber wan ditewînim. Wan rêya Îmraliyê vekir. Peyama Ocalan pir vekirî ye.

Ger ku me xebata xwe rast û baş pêk anîbûya wê tecrîda li ser Ocalan nebûya. Wê girtî azad bûna. Ji ber vê yekê em soz didin ku ji niha û şûnde xebatên xwe baştir pêk bînin. Em ê li ber xwe bidin. Bê berxwedan jiyan nabe. Ji bo wê ji em hemû saziyên me hewl bidin, ji bo dagirkeriya li Kurdistanê bi dawî bibe, aştiyek mayînde derkeve holê em ê tevbigerin. Ma ne bes e. Ji bo aştiyek bi rûmet ez tika dikim ku hemû hevalên me baş erka xwe pêk bînin ku em zû bigêjin armanca xwe. Bi taybetî ez ji dayikên me re hurmeta xwe ji dayikan re pêşkêş dikim. Hez bi rêzdarî hurmetê xwe ji hemû gelê me yê ji bajarên herêmê re hatine pêşkêş dikim. Ji ber ez îro dîsa li pêşberî we me ez gelek kêfxweş im. “

Mîtîng dê bi axaftina Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, aktîvîstên TJA’yê, Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu, berdewam bike. AMED

Dikarî Biecibînî