‘Em bi Tirkiyeyê ne bawer in’

Rayedarekê Partiya Aşûrî ya Demokratîk a şaxê Sûriyeyê Waêl Mîrza diyar kir ku pêwîst e herêma ewle di bin parastina navneteweyî de be û diyar kir ku ew ji Tirkiyeyê ne bawer in

Dîroka dewleta tirk tijî komkujî û dagirkerî ne. Di dîrokê de qirkirin li ser gelê ermen, suryanî, keldanî, ereb û bi hezaran xiristiyan anî.

Niha jî dewleta tirk a dagirker bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Li herêmê hemû pêkhateyên kurd, ereb, suryan û aşûrî bi hev re dijîn û diyar dikin ku dewleta tirk hewl dide komkujiyên nû li ser pêkhateyên herêmê pêk bîne. Ji wê jî zêdetir çeteyan ji nû ve vejîne û planên xwe yên bicihkirin û guhartina demografî pêk bîne. Wan çeteyan jî qaşo li herêma ewle cih bike.

Rayedarê Partiya Aşûrî ya Demokratîk şaxê Sûriyeyê Waêl Mîrza diyar kir ku gefên dewleta tirk ne nû ne, ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bi awayekî neyînî destwerdan dike û wiha got: “Hemû dizanin ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi hezaran gelê Sûriyeyê kuştine, piştevaniya xwe ji dewleta tirk a dagirker werdigirin.”

‘Tişta ku dewleta tirk pêk tîne dagirkerî ye’

Mîrza di axaftina xwe de Komkujiya Sefoyê bi bîr xist û anî ziman ku dewleta tirk di Komkujiya Sefo de bi hezaran xiristiyan qetil kirin û wiha domand: “Em li hember gefên dewleta dagirker a tirk matmayî neman. Gefên wê ji bo tevahî gelên herêmê ne û ne tenê ji pêkhateyekê re ye. Divê hemû gelên herêmê refên xwe bikin yek da ku li hember dagirkeriya tirk û êrîşên wê yên li ser xaka Sûriyeyê bisekinin. Ji ber tişta ku Tirkiye pêk tîne, dagirkerî ye.”

Di berdewamê de Mîrza da zanîn ku pêwîst e herêma ewle di bin banê parastina navneteweyî be û wiha pêde çû: “Ji ber baweriya me bi Tirkiyeyê nayê. Divê parastina wê di bin banê navdewletî de be. Ne ku di bin serweriya dewleta tirk a darker de be. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker bi rêya avakirina herêma ewle hewl dide xaka Sûriyeyê dagir bike.”

Korîdora Tirkiyeyê korîdoreke ewle nîne

Mîrza korîdora ku Tirkiye hewl dide ava bike, bi korîdora neewle bi nav kir û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Tirkiye komkujiyan li ser gelan pêk tîne. Di vî warî de jî pê ne bawer in ku dê tiştekî erênî li herêmê ava bike.”

Her wiha Mîrza axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hewldana derbaskirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî yên siyasî û aborî ne.” HESEKÊ

Dikarî Biecibînî