Divê ‘Herêma ewle’ di bin parastina NY’ê de be

 

Endamê rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd a li Sûriyeyê Xebat Mihemed diyar kir ku herêma ewle di ve pêvajoyê de divê li gorî şert û mercên gelê herêmê û di bin parastina NY’ê de be

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekİtiya Demokratîk a Kurd a li Sûriyeyê, Xebat Mihemed têkildarî hewldanên dewleta tirk a ji bo avakirina ‘herêma ewle’ ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Mihemed diyar kir ku gefên Tirkiyeyê ne nû ne û da zanî ku dewleta tirk ne tenê siyasetek an jî neteweyek dike armanc û wiha got: “Armanca sereke ya dewleta tirk dijminahiya gelê kurd û tunekirina jiyana hevpar a di navbera pêkhateyên herêmê de ye.”

Mihemed destnîşan kir ku dewleta tirk bi rêya gefên xwe hewl dide NATO`yê razî bike, bi taybet piştî kirîna S-400 û têkîliyên wê bi Rûsyayê re û wiha domand: “Tevî wê jî Tirkiye dijminahiya gelê kurd dike, bi taybet piştî destkeftiyên ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine û danîna nexşeriyek nû ji Sûriyeyê re.”

‘Tirkiye dixwaze Amerîkayê razî bike’

Di axaftina xwe de Mihemed teqez kir ku MSD di xêzkirina nexşerêya Sûriyeya nû de dê bibe mijara sereke ya danûstandinên Cenevreyê û wiha pêde çû: “Ev jî li dijî siyaseta Tirkiye û hevkarên wê yên di îtîlaf û rejîma Sûriyeyê ye ya ku Rûsya desteka wê dike. Di vê pêvajoyê de Amerîka hewl dide Tirkiye bi rêya avakirina herêma ewle razî bike. Tirkiye jî bi hinceta herêma ewle hewl dide destwerdana  bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike. Ger peymana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pêk hat, divê rola HSD`ê di dewriyên çavdêriya herêma ewle de sereke be.”

‘Herêm dijminatî bi tu dewletên cîran re nake’

Mihemed qala serkeftinên HSD`ê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê kir û wiha berdewam kir: “Herêma ewle di vê pêvajoyê de divê li gorî şert û mercên gelên herêmê û di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de be. Berovajî îdiayên van dewletan, herêm dijminahiya tu dewletên cîran nake. Têkiliya cîrantiyê ya baş ji berjewendiya herêmê re ye. Ji ber ku doza gelê kurd di her çar parçeyan de mafeke rewa ye û divê doza wan li gorî erdnîgariya dewletên ku kurd lê dimînin çareser bibe.”

Hevkariya ENKS’ê ya bi dewleta tirk re

Di berdewamê de Mihemed têkildarî hevkariya ENKS’ê ya bi dewleta tirk re ev tişt anî ziman: “MSD`ê bi ENKS û nûnerên wê re nîqaş kir da ku lihevkirinan bi aliyên siyasî re biserkevin. Îtîlafa Sûriyayê ya girêdayî tevgera Ixwan Muslimîn, ew jî wek beşek ji AKP`ê tê hesibandin û bi dijminahiya xwe bi gelê kurd tê naskirin. Ev jî xizmeta lihevkirinên ku li Parîs û herêmê pêk hatine ji bo peydakirina atmosfera lihevkirina di navbera aliyên kurd de nake. Hebûn û mayîna ENKS`ê di îtîlafa Sûriyeyê de nakeve xizmeta projeya kurd.”

Bang li aliyên siyasî kir

Her wiha Xebat Mihemed bang li aliyên siyasî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hemû alî morala gelên herêmê li hember rûdanên ku li herêmê rû didin bilind bikin. Ji berxwedan û serkeftinan re. Ne tenê li ser asta leşkerî, heman demê de li ser astên siyasî, dîplomasî û civakî.  Bi rêya van hêz û pêkhateyan em dikarin desteka HSD`ê di şerê li dijî DAIŞ`ê û alîgirên wê bikin.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî