Hesabên Tirkiyeyê li hev derneket

Akademîsyen Arzû Yilmaz, diyar kir ku encama herî girîng a lihevkirina “Korîdora ewlekariyê” pêşiya operasyonek pêkan girt û got: “Di cewhera polîtîkayên Tirkiyeyê ya Sûriyeyê de, ‘stratejiya berfirehbûnê’ heye. Lê ev hesabên Tirkiyeyê li hev derneket.”

Di encama hevdîtina dinavbera şandeyên Tirkiyeyê û DYA’yê ya sê rojan berdewam kirin de, her du aliyan aşkere kirin ku li ser mijara “herêma ewlekariyê” lihev kirin. Dûre Wezareta Parastina Netewetî diyar kir ku wan li ser 3 madeyan li hev kirine. Daxuyaniya Wezareta Parastinê ji aliyê Balyozxaneya DYA ya Enqereyê ve jî hat piştrast kirin.

Akademîsyen Arzû Yilmaz, pirsên ajansa me yên derbarê hevîtinên têkildarî “Korîdora ewlekariyê” hatin kirin û lihevkirina hat kirin de bersivandin.

Gelo ev lihevkirin ji bo aliyan dem da qezenckirin?

Bêguman. Pêşiya mudaxileya yek alî ya Tirkiyeyê girt. A rastîn gelo Tirkiyeyê dikarîbû beyî DYA’yê bikeve rojhilatê Firatê? Ev yek mijara nîqaşê ye. Ji xwe encama herî girîng a vê lihevkirinê di vir de veşartiye.

Gelo lihevkarina “Korîdaro ewlekariyê” encama nîqaşên 3 rojan de pêk hat? 

A rastîn lihevkirina derket holê, mirov nikare weke encama nîqaşên sê rojan de bigire dest. Dê ev yek ne rast be jî. Ji ber ku di mijara rojhilatê Firatê de, ji meha Kanûna 2018’an û vir ve, dibin navê ‘Koma Xebatên Sûriyeyê ya Asta Bilind’ de hevdîtin di navbera Tirkiye û DYA’yê de pêk tên. Lê her du aliyan jî derbarê hevdîtinên dikarin de tu daxuyanî ne didan. Berevajî, tim digotin lihevkirin çêbûye. Lê niha wisan xuya dike ku dê gavên şên ber avêjin. Bes hîna derbarê naveroka wê de tu parvekirin nehatin kirin.

Di yekemîn madeya lihevkirinê de, behsa “Fikarên ewlekariya Tirkiyeyê tê kirin û tê xwestin ku bi lez tedbîr bên girtin.” Gelo ev yek tê çi wateye? 

Berî her tiştî, wisan xuya dike ku wê hin pêngav bi demê re bên hiştin. Gotina ‘Pêşgiriyên yekemîn’ vê yekê nîşan dide. Dibe ku hûn bêjin ev tê çi wateyê? Li gorî min dibe ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk (HSD) ji hin qadên sînor xwe paşve vekêşe. Lê şika ku wê Tirkiyeyê demildest bikeve van qadên sînor an neke jî heye.

Dîsa di madeya duyemîn de behsa avakirina “Navenda Tevgera Hevpar” hat kirin. Gelo bi vê çi armanca dikin?  

Ev nîşaneya amadekariya operasyoneke leşkerî ya hevpare. Avakirina vê navendê, berî her tiştî pêşiya operasyoneke leşkerî ya yek alî ya Tirkiyeyê girt. Li aliyê din DYA dixwaze hebûna xwe ya li rojhilatê Firatê bixwe bin ewlekariyê û garantî bike.

Di madeya 3’yemîn de hat gotin ku ewê penaberên Sûriyeyê di “korîdora ewlekariyê” de bi cih bikin. Hûn ji bo vê çi dibêjin gelo? 

Tirkiyeê di raya giştî de dixwaze polîtîkayên xwe yên li dijî Sûriyeyê di şexsê penaberên Sûriyeyê de meşrû bike. Di salên dest pê kê yên krîzê de, nîşaneya zilam Esad weke amûr bi kar anî. Dûre bi Ewropayê re ket nava bazaran û penaber weke gef bi kar anîn. Di encamê de kir hinceta operasyona lerşkerî ya li dijî Sûriyeyê. Êdî kes nikare ser vê yekê bigire. Îro di hûndir de li dijî penaberên Sûriyeyê bertek hene. Lê di rastiyê de a girîng ne bertekên hûndirin, nêzîkatiyên rayagiştî yên derve de ne.

Tê gotin ku ji bo guhertina demografiya Bakûrê Suriyeyê, dixwazin penaberan di “Korîdora ewlekariyê” de bi cih bikin. Gelo hûn jî wisan difiririn?  

Ji xwe demografiya Sûriyeyê ser û bin kirine. Tirkiyeyê jî li gorî polîtîkayên xwe dixweza vê ser û binî dizayn bike. Ji xwe vê jî bi awayekê pir aşkere dike. Li Efrînê jî wiha kir. Lê di vir de a girîng, avakirina xeta fay a nijadê û oliye. Di vê çarçoveyê de, ya herî bi taloke ew ku pevçûnek di navbera kurd û eraban de rû bide ye.  Lê li hevkirina siyasî û leşkerî ya kurd û ereban a dibin banê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, niha ev taloke beralî kiriye.

Gelo Tirkiye tenê bi hinceta “gefa ewlekariyê” pêdivî bi vê korîdorê dibîne, yan jî dibin vê tiştên cuda hene? 

Di cewhera polîtîkayên Tirkiyeyê ya Sûriyeyê de, ‘stratejiya berfirehbûnê’ heye. Dema ku mîkrofon dirêjî leşkerên ku êrîşî Efrînê kirin, hat kirin gotin ‘Hedefa me Sêva Sore.’ Mîna Kerkuk û Mûsilê, Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî şerê mîrateya Osmaniyan dide. Palpiştiya vê stratejiye, tenê tenê aliyên dîrokî û bîrdozîne. Di polîtîkayên rasteqîn de jî, beramberiyek vê heye. Piştî xizmetên Iraq û Afganîstanê, DYA’yê raste rast deftera mudaxileya Rojhilata Navîn girt û hebûna xwe ya leşkerî pir kêm kir.  Bi vê re şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, bi taybetî ji bo sê herêman, sê hêzên mîna Tirkiye, îran û Îsraîlên ferzendên nû avakirin. Her sê hêzan jî xwestin valetiya heyî dagirin. Ji ber vê giranî dan ser hêzên leşkerî û siyasî. Bi vê re jî xwestin sînorên xwe berfihe bikin. Di encama vê de, Îranê Ji Tehranê heya Beyrûtê berfireh bû, Îsraîlê Golan dagir kir û bi destûra DYA’yê zemîne rewabûnê ava kir. Tirkiyeyê  jî, sêguşeya Cerablûs, Bab û Efrînê kir bin kontrola xwe.

Li şûna “korîdoreke ewlekariyê” Tirkiyeyê bi rêyên aştiyane li gel rêveberiya Bakûrê Sûriyeyê li hev kiriba ne baştir bû, yan wê qezencên wê zêdetir nebûna? 

Tirkiyeyê bi binavgîn aştiya bi Bakurê Sûriyeyê re ceriband.  Îmralî dinava vê pavajoya binavgîn a aştiyê de bû. Hesabên qezencê jî wiha hatibû kirin. ‘Kurd wê Tirkiyeyê dabeş nekin û Tirkiyeyê wê bi Kurdan mezin bibe’ bû. Lê ev hesab negirt. Di encamê de ne Tirkiyeyê, kurd mezin bûn. Tirkiyeyê li ser vê pêşketinê, giranî da ser polîtîkayên berfireh kirine. Ger Tirkiye mezin nebe, wê biçûkbûna wê ne dûre be. Li ser vê baweriyê AKP û MHP’ê, koalisyona Îslamger û netewperest li hev kirin.

Di vê mijarê de gelo wê helwesta Rûsyayê çawa be? 

Ez di wê baweriyê de me, bertek Rûsyayê wê niha li ser Îdlîbê berdewam bike. Ji xwe çawan k u Tirkiye û DYA’yê li hev kirin, peyamên Rusyayê yên li ser Îdlîbê hişk bûn. Lê wisan xuya dike ku Rûsya wê helwesta xwe li gorî pêgavên bên avêtin diyar bike.

Em bandora Rûsyayê ya li ser hikumeta Sûriyeyê dizanin. Gelo em dikarin bêjin Rûsyayê di warê “korîdora ewlekariyê” de, di mijara Îdlîbê de hin tişt ji Tirkiyeyê girtine? 

Tirkiye di bazara Îdlîbê de, bi Rûsyayê re ne bi tenê ye. Bi Tirkiyê re rejîma Esad, welatên Ewropa, muxaletên Sûriyeyî û DYA’ya heyen. Li pişt deriyên girtî çi tên axaftin em nizanin. Lê di mijara korîdora aştiyê û Îdlîbê de, operasyona Şaxa Zeytûnê û Mertala Firatê de, em nikarin bêjin ku bazartiya bigire û bide heye. Lê divê neyê jibîr kirin ku, dema Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA’yê James Jeffrey hat peywirdar kirin, gotibû ku “Êdî dema kaşkirina fîşa pêvajoya Astanayê hatiye.” Ji ber vê lihevkirina herêma ewlekariyê, bêguman wê bandorê li ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bike.   STENBOL

 

Hevpeyvîn: Sadiye Eser / MA

 

Dikarî Biecibînî