15’ê Tebaxê şoreşa demokratîk afirand

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûsafa Karasû diyar kir, ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê hewldaneke leşkerî bû, di heman demê de şoreşeke demokratîk pêk anî ku civak guhert

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya Dilistan a radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

Mûstafa Karasû ku di dema pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an de li Girtîgeha Amedê dîlgirtî bû anî ziman, ku beriya pêngavê agahî jê re hatibû û qala wê demê kir: “Piştî ku rojiya mirinê di Çileya sala 1984’an de bi dawî bû em li nexweşxaneyê dihatin dermankirin û malbatên me dihatin dîtina me. Di hevdîtinekê de malbatek hat gel me û got, ‘ez ê tiştekî gelekî girîng ji we re bêjim’. Anî ziman ku heval derketine çiyê, amadekarî kirine û wê di demeke kurt de dest bi têkoşînê bikin. Got, ‘Ji min xwestin ku vê agahiyê bidim te, lê anîn ziman ku divê ji kesî re neyê gotin’. Bi rastî jî dema min bihîst kelecanî bûm. Bi taybetî di nava şert û mercên zindanê de, di rewşeke ku têkiliya me qet bi tevgerê re nebû, li devereke mîna zindana Amedê ku êşkence lê giran bû, li devereke ku gelek hevrêyên me yên hêja lê şehîd bûn wergirtina agahiyeke bi vî rengî êş bi me re nehiştibû.”

Bihîstina pêngavê

Karasû got, “Dema ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat piştî rojek du rojan me bihîst. Nîqaşan dest pê kirin ku her kesî meraq dikir ku ji aliyê kê ve çawa hatiye kirin. Ji ber ku haya min ji amadekariyên wê hebû, min ji hevalan re got, ‘hevalên me kirine, wekî din ji kesî nayê ku bike’. Heval jî gelekî kêfxweş bûn. Di demekê de ku faşîzma 12’ê Îlonê li Kurdistanê û Tirkiyeyê teror dikir di nava şert û mercên zindanê yên 12’ê Îlonê de wergirtina agahiyeke bi vî rengî, destpêkirina pêngaveke bi vî rengî ne tenê ji bo dîroka Kurditsanê, her wiha ji bo dîroka Tirkiye û Rojhilata Navîn jî gelekî girîng bû. Bû sedema pêşketinên gelekî girîng.

Girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê

Eger Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî nebûya rewşa niha ya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn wê gelekî cuda bûya. Wê rejîmên gelekî paşverû û gelekî otorîter serdest bûna; li Rojihlata Navîn wê têkoşîn û hesreta azadî û demokrasiyê gelekî lawaz bûya. Mîna ku faşîzma 12’ê Îlonê plan kiribû wê li Tirkiyeyê hêzên dmeokrasiyê, gel û her kes bêdeng bûya, wê Tirkiye 50 salan bêdeng bûya. Ji xwe yên ku faşîzma 12’ê Îlonê pêk anîn û Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê amade kirin, plansaziyeke ji pêncî salî re amade kiribûn. Pêngava 15’ê Tebaxê derb li vê yekê xist, ew têk bir.”

Karasû diyar kir, ku Pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê encamên bêhempa afirand û got, “Eger Pêngava 15’ê Tebaxê nebûya wê piştî faşîzma 12’ê Îlonê li tevahiya Kurdistanê wê qirkirin bihata kirin û rastiyeke bi vî rengî ya civakî biafiriya. Eger îro li Rojhilata Navîn gel di nava lêgerîneke mezin de ne, ji bo azadiyê têdikoşin, li dijî mêtingerî û qirkeriyê têdikoşin, di nava vê rastiyê de para têkoşîna me ya azadiyê mezin e. Eger ev têkoşîna mezin nebûya, tevgerên gel ên jê re ‘Bihara Ereb’ tê gotin wê pêk nehatibûna. Wê ti civak li dijî hêzeke paşverû ranewestiyabûya. Gelê Kurd bi dehan sal in li ser piyan e. Bi dehan bi sedan bi hezaran tevgerên civakî dest bi têkoşînê kirin. Bajar, bajarok, gund, kolan, tax neman ku ranebûn ser piyan. Civak bi giranî tevlî vê têkoşînê bû.

Ne tenê tevgereke leşkerî ye

Lewma Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê tevgereke leşkerî bû, di heman demê de şoreşeke demokratîk afirand ku bi serhildanan civak guhert. Şoreşa ku Pêngava 15’ê Tebaxê afirand, şoreşeke siyasî û leşkerî ya ji rêzê nîne. Bandoreke ewqasî kûr û mezin li civakê kir, ewqasî guhert ku zext, zilm çiqasî bidome jî bi nirxên hatin afirandin her li ber xwe da, li ber xwe dide û wê li dijî hemû êrîşan her tim li ser piyan be. Wê teqez Kurdistanê azad bike û Rojhilata Navîn demokratîk bike. Rêber Apo ev êşketina mezin a şoreşgerî bi paradîgmaya nû kiriye ku ti carî têk neçe. Ji ber vê yekê di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim, şehîdan bi rêzdarî û minet bi bîr tînim.”

Karasû di salvegera şehedata wan de Sari Îbrahîm, Huseyîn Mahîr û Atakan Mahîr bi bîr anî û got, “Her sê hevrê dema ciwan bûn tevlî têkoşînê bûn. Nabe ku ciwanên Kurd hinek ên li derveyî xwe ji xwe re bikin mînak. Divê felsefeya jiyanê, felsefeya têkoşînê ya ciwanên Kurd Alî Çîçek, Necmî Oner, Atakan Mahîr, Huseyîn Mahîr û Sari Îbrahîm bin. Ciwanên Kurd ciwanên ji rêzê nînin. Ciwanên gelekî ne ku tê qirkirin. Gelê Kurd tê qirkirin. Di rewşeke wiha de ku gelê Kurd tê qirkirin divê ciwanên Kurd ji bilî têkoşîna demokrasî û azadiyê, ji bilî têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd nebin xwedî felsefe û jiyaneke cuda. Di vê çarçoveyê de bang li ciwanan dikim ku bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibin.” BEHDÎNAN

Çavkanî: Toprak Eren / ANF

Dikarî Biecibînî