Hatîp Dîcle: Ocalan destê rizgarkirinê dirêjî Tirkiyeyê kir

Endamê Heyeta Îmraliyê û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dawî û wiha got: “Ocalan carek din destê rizgarkirinê dirêjî Tirkiyeyê kir. Divê Tirkiye qîmeta vî destê ku hatiye dirêjkirin baş zanibe. Ger qîmet bide vî destê rizgarkirinê wê ji gelek tengasî û zoriyan xelas bibe. Tirkiye wê li Rojhilata Navîn bibe navenda dilkêşiya demokratîk.”

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan yekem caran di 2’yê gulanê de bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin kir. Piştî 18’ê hezîranê carek din hevdîtin qut bû û herî dawî piştî 2 meh navberê di 7’ê tebaxê de parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re kirin. Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de li ser çareseriya demokratîk û aştiya civakî rawestiya. Endamê Heyeta Îmraliyê û Hevserokê KCD’ê yê berê Hatîp Dîcle ku piştî ceza jêre hat û çû Ewropayê têkildarî peyamên Ocalan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.

Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ewil li ser mutabakata navbera Tirkiye û DYA rawestiya û wiha got: “Tiriye ewil xwest ka DYA çavê xwe ji vê tevgera Rojhilatê Firatê re digire ya na gav avêt. Dema Tirkiye ket Efrînê bi Rûsya re li hev kir û piştre ket Efrînê. Rûsya sehaya hewayê ji Tirkiye re vekir û piştre Tirkiye ket Efrînê. Rûsya destûr da ku Tirkiye Efrînê dagir bike. Ger ku Rûsya destûr nedabûya, ne pêkan bû Tirkiye têkeve Efrinê. Niha ji bo Rojhilatê Firatê jî xwest heman tiştî bike. Ji bo vê yekê xwest DYA destûr bide wê. Heta ku DYA destûr nede nikare derbasî Rojhilatê Firatê bibe. Lê DYA destûr neda. Wezîrê Parastinê yê DYA bi xwe got ‘Ger ku têkevin Rojhilatê Firatê teqez wê bên astengkirin’ û helwesta xwe nîşan da. Piştî vê yekê Tirkiye xwest bi DYA re li ser masê rûnên. Em hurgulê vê peymanê hêj baş nizanin. ”

‘Tirkiye bi herêma tampon armanc kir ku kembera rejîmê bidomîne’

Dîcle anî ziman ku Tirkiye ji bo herêmê dagir bike dixwaze hincetan ava bike û wiha lê zêde kir: “DYA jî û Neteweyên Yekbûyî jî baş dizanin ku heta niha ji Rojava guleyek li Tirkiye neketiye. Bi gotina ‘Daxwazên me yên ewlehiyê û fikarên me yên Ewlehiyê’ armanc dikin ku herêmê dagir bikin. Sê armancên Tirkiye yên ketina Rojava hneye. Ya Yekemîn, dixwaze sînorê Misakî Millî ji nûve bi rûh bike. Dixwaze li ser axa ku kurd lê dijîn dewletekê ava bike. Axa Misakî Millî di rastiya xwe de ya gelên hevpar e. Ya gelan e. Dixwaze bi vê yekê kurdan bikin tirk û kole bikin. Dixwazin wekî sala 1915’an çi anîn serê Ermeniyan, vê yekê bînin serê kurdan jî. Dixwazin kurdan li ser axa wan tune bikin. Ya Duyemîn jî dixwaze rê li pêşiya rêveberiya Xweseriya demokratîk bigirin. Ev rêveberiya xweser Tirkiye ditirsinê. Rêveberiya xweser li pêş dewletbûnê û îktîdarê asteng dibîne û ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze vê yekê xera bike. Ya Seyêmîn jî li ser axa Sûriye herî zêde kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kir. Tirkiye ji destpêkê de got ‘Mislimanên Bira’ û bi Nusra û DAIŞ’ê re têkilî danî. Lê ev pêk nehat.”

Dîcle anî ziman ku di serdema rejîma Baas de xwestin kembera ereban çêkin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye dixwaze tişta ku rejîma Baas bi ser neket niha pêk bîne. Dixwaze wekî Efrinê kurdan ji axa wan derxe û herêmê ji gelê kurd vala bike. Dixwaze li “herêma Ewle” jî wekî Efrînê kurdan vala bike. Piştî mutabakatê êdî bêyi distûra DYA Tirkiye nikare sînorê Sûriye derbas bike. DYA Kurd baş nas kirin. Şerê HSD’ê yê li dijî DAIŞ’ê dît. Ji nêzik ve dît ku gelê kurd çawa tekoşîna demokrasiyê didin û çawa pergala demokrasiyê ava dikin.”

‘Brêz Ocalan destê rizgarkirinê dirêjî Tirkiye kir’

Dîcle bal kişand ser peyamên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk û wiha got: “PKK di rêbertiya birêz Ocalan ji serdema Turgut Ozal ve gelek caran agirbesta yek alî îlan kir. Herî dawî brêz Ocalan di 7’ê tebaxê de bi rêya parêzeran pirsirêk dikare bi ruhê serdema 1919-1922’an û Makeqanûna 1921’an dikare bê çareserkirin. Makeqanûna 1921’an li Tirkiye têgeha gelan heye. Nasnameya gelan nayê red kirin. Ruhê ku her kesî bikin tirk tune ye. Her gel bi çand û nasnameya xwe dijî û tê naskirin. Dîsa brêz Ocalan pir girîngiyê dide rêveberiya xwecihî. Rêgeza Vilayetan, tê wateya Meclisên Giştî yên Bajaran. Erk û rêveberî di destê wê meclîsê de ye. Dişibe rêveberiya xweseriya demokratîk. Birêz Ocalan vê rê û rêbaza çareseriyê nîşanî wan dide. Brêz Ocalan, di vê rewşa krîza aborî û siyasî ya Tirkiye de bi vê pêşniyarê dîsa destê rizgariyê dirêjî Tirkiye kiriye. Dîsa dibêje ‘Werin mafê kurdan qebûl bikin û li şûna şer bi rêbaza muzakere û aştiyane em pirsgirêkan çareser bikin. Ez amade me.’ Bê guman dema vê yekê dibêje gelê kurd jî û Tevgera Azadiya Kurd jî ji vê yekê re amade ye. Ger ku Tirkiye vê yekê rast binirxîne û qîmeta vê yekê zanibe gelên xwişk û bira wê karibin vê pirsgirêkê di nava xwe de çareser bikin. Lê wisa xuya dike ku Tirkiye herî dawî bi daxwaza “Korîdora bi ewle” manavraya polîtîk kir. Ger ku têketa Rojava wê wekî şerê Vietnamê pêş biketaya. Mirov dikare bêje DYA Tirkiye ji ve yekê rizgar kir.”

‘Ji ber Ocalan daxwaza Tirkiye ya Rojava qebûl nekir mase xera kirin’

Dîcle, bal kişand ser sedema xerakirina maseya çareseriyê û wiha lê zêde kir: “Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Kobanî jî daxuyanî da û diyar kir ku ew ne li dijî Koordîtora bi ewle ne. Lê xwest ev yek bajaran nexe nava xwe û 5 kîlometre kûr be. Wisa xuya ye ku li 4 cihan dibe ku derkeve 15 kîmometreyan. Li hin cihan jî 5 km ye. Wê bi leşkerên DYA re bi hevre tev bigerin. Lê em berfirehiya wê baş nizanin. Dibe ku di rojên pêş de rêveberiya Rojava vê yekê aşkere bike. Ji ber ku birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê jî mijara rojava red kirin masa çareseriyê xera kirin. Pêvajo bi dawî kirin. Ji ber mijara Rojava tecrîda li Îmraliye dest pê kir. Wê demê Tirkiye Salih Muslim dawet kirin û jêre gotin ‘Bi van rêxistinên cihadîst re hevkariyê bikin. OSO  têxin bin baneyê xwe. Li dijî Sûriye şer bikin. Ev yek li dijî xeta birêz Ocalan a Rojava bû. Li diji xeta 3’emîn bû. Ji ber vê yekê deriyê îmraliyê girtin û mase xera kirin.”

Tirkiye qîmetê vê hewldana Ocalan zabine wê hemû pirsgirêkan çareser bike

Dîcle anî ziman ku li ser maseyê Tirkiye dixwest daxwazên xwe bi Ocalan û Tevgera azadiyê bide qebûlkirin û ji ber ku birêz Ocalan ev yek qebûl nekir nigê xwe li maseyê xistin û wiha berdewam kir: “Brêz Ocalan dibêje ‘Her çend li vir girtî bim jî mejiyê min azad e. Ve azadiyê destûr neda ku van daxwazan qebûl bike. Brêz Ocalan herî dawî balê dikişîne ser serdema 1071’an ku Tirkiye ji Milazgirtê dikeve Anatoliyê. Wekî em dizanin Fermandarê Bîzansiyan Romen Diyojen li Milazgîrtê bi Selçûkiyan re dikeve şer. Ji ber Gelê Milazgîrtê piştgiriyê didin Sultanê Selçûkiyan Alp Arslan Bîsansî têk diçin. Wê demê li wir Mervanî hebûn. Wê demê navenda wan Farqîn bû. Selçûkiyan piştgiriyek mezin ji kurdan stendin û Bîzansî têk birin. Piştî di 1071’an de ketin Anotoliyê carek din pêdivî bi piştgiriya kurdan dîtin. Di salên 1500’an de Yavuz Sultan Selîm, dîsa dema ketiye talûkeyê alikarî ji kurdan xwestine. Cara sêyemîn jî di şerê Rizgariya Tirkiye de ye. Geşedanên di navbera salên 1919 û 1922’an de di makeqankûna 1921’an de bi ruh dibe. Di civînên meclîsê yên 1922’an de belgeya ku ji Kurdistanê re xweserî bê dayîn jî heye. Brêz Ocalan carek din helwest û sekna xwe ya ji bo çareseriyê danîye holê. Carek din destê aştiyê dirêjî Tirkiye kiriye. Ger ku Tirkiye qîmetê vê dest dirêjkirina birêz Ocalan zanibe û gavan bavêje wê hemû krîz û pirsgirêkan derbas bike. Birêz Ocalan divê bi ruhê 1071’an û tev bigerin û qîmetê vê hewldanê zanibin. Brêz ji ber vê têkiliya kurd û tirkan dibêje ‘Ne kurd bê tirk û ne jî tirk bê kurd dikarin bijîn. Ne Anadolu bêyi Mezopotamya û ne jî Mezopotamya bêyî Anotoliya dikare bijî’. Ji ber vê yekê birêz Ocalan dixwaze li ser esasê rêyên aştiyane û demokratîk pirsgirêkê çareser bikin. Herî dawî Brêz Ocalan dibêje ‘Pêdivîya me ji dewletê tune ye. Ya esasî wê hiqûqa kurdan çi be ye.”

 

‘Wê heq û hıqûqa kurdan çı be’ 

Dîcle, têkildarî gotina Ocalan a ‘Ya esasî hiqûqa kurdan wê çi be?’ jî rawestiya û wiha bi dawî ki: “Hiqûq, piraniya mafên gelan e. Di vê wateyê de dibêje wê mafê gelê kurd ên neteweyî çibe ji dewletê dipirse. Brêz Ocalan di paraznameya xwe de ev yek berfireh vegotiye. Ji ziman bigire heta perwerdehiyê, ji rêveberiya cewherî biigire heta çandê her tiştî berfirehî di paraznameyan de tîne ziman. Ger ku ev daxwaza Brêz Ocalan li ber çavan bê girtin wê Tirkiye bibe navenda dilkijîna Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê dibêje ez amade me û ji xwe bawer im. Lê dibêje ya muhîm dive aqilê dewletê têkeve meriyetê. Redkirina kurdan rêbaza Saddam e. Ger ku encama Saddam çawa bû yên di rêya İttihat û Terakkiyê de Ergenekon, AKP, MHP ji wê encama wan wisa be. Ji ber ve yekê di vê pêvajoya ku Tirkiye di milê siyasî, aborî, çandi û civakî de ketiye rewşek zahmet ev pêşniyara Ocalan simîtê rizgariyê ye. Destê xelasiyê ye. Hevî dikim ku Tirkiye bi vî destê rizgariyê bigire û bibe dilkişîna Rojhilata Navîn. Hêvî dikim ku li Tirkiye êdî hêsirên dayikan nerijin. ”

‘Brêz Ocalan li muxatab digere’

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, herî dawî li ser hewldan û lêgerîna Ocalan a muxatab rawestiya û wiha bi dawî kir: “Brêz Ocalan li muxatabekî digere. Ev muxatab hêzên demokrasiyê ne. Lê ew jî bi hêz û rêxistinbûna xwe xwe komî ser nev nekirine. Ji ber vê yekê nikarin bibin alternatif. Ji ber vê yekê HDP niha heviyek e. Ozal, di rastiya xwe re Serokwezirekî ku herî zêde bi awayekî dijwar li dijî kurdan şer dikir bû. Di sala 1983’an de dema bû Serokwezîr tevgera gerîla di sala 1984’an de dest pê kir. Têkoşîna gerîlla di serdema wî de dest pê kir. Ozal 9 salan wekî serokwezîr û Serokomar li dijî Tevgera Azadî bi awayekî herî dijwar şer kir. Di serdema Ozal de cerdevaniya gundan, tîmên taybet û OHAL hatin avakirin. Ev hemû li dijî kurdan pêş ket. Di hemûyan de îmzeya Ozal hebû. Lê piştî vana tevan Ozal ji nûve tahlîlek kir û ferq kir ku pirsgirêka kurd bi çekan û tundiyê çareser nabe.

Di encamê de  ji Ocalan xwest ku bi rêya Mam Celal, rojnameger Cengîz Çandar di 17’ê Adarê de agirbestê îlan bike. Em jî di wê civîna çapemeniyê de amade bûn. Brêz Ocalan qîmet dida aştiyê û xwest şansekê bide aştiyê. Wê demê Brêz Ocalan li hemberî vîna Ozal di 16’ê Nîsana 1993’an de agirbest ê dem dirêj kir. Beriya ku em ji Şamê bên Tirkiye di 17’e Nîsanê de agahiya mirina Ozal hat. Piştre zelal bû ku Ozal jahrînî kirine û kuştine. Ji ber vê yekê birêz Ocalan balê dikişîne ser vê  vîn û biryarê. Wê demê vînek hebû. Niha dibêje ez li vîneke ku bibe muxatab digerim. Di hikûmeta niha de ev vîn û muxatabûn tune ye. STENBOL

 

Dikarî Biecibînî