Leşkerên Amerîkayê hatin Rihayê

Koma yekemîn a leşkerên Amerîkayê yên ji bo ‘Navenda Tevgera Hevpar’ ku di hevdîtinên navbera Tirkiye û Amerîkayê de damezrandina wê hatibû ragihandin, hatine peywirdarkirin, hatin Rihayê

Di mijara ‘Herêma Ewle’ de ku avakirina wê di hevdîtinên navbera Tirkiye û Amerîkayê de hatibû ragihandin, gava yekemîn hat avêtin. Hat angaştkirin ku 90 leşkerên Amerîkayê ji bo ‘Navenda Tevgera Hevpar’ ku di hevdîtinên navbera Tirkiye û Amerîkayê de damezrandina wê hatibû ragihandin, hatine Rihayê. Leşkerên ku li Balefirgeha GAP’ê pêya bûn ji vir derbasî navenda Rihayê bûn.

Wezareta Parastina Neteweyî têkildarî hatine leşkerên Amerîkayê daxuyaniyek da û diyar kir ku têkildarî ‘Herêma Ewle’ di çarçoveya xebatên pêş ên ‘Navenda Tevgera Hevpar’ de heyeteke Amerîkayê ku ji 6 kesan pêk tê, gihîştine Rihayê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tê plankirin ku di rojên pêş ‘Navenda Tevgera Hevpar’ bikeve meriyetê. RIHA

Dikarî Biecibînî