‘Dewlet tehemûla serkeftinên gelê kurd nake’

 

Hevşaredara Şaredariya Licê ya berê Rezan Zugurlî Ataş diyar kir ku dema di girtîgehê de tevî zarokê xwe Alîşer, zehmetiyên mezin jiyane. Zugurlî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da û wiha got: “Dewlet tehemûla serkeftinên gelê kurd nake. Bi hemû amûrên xwe dixwaze van destkeftiyan ji holê rake.”

Hevşaredara berê ya Şaredariya Licê Rezan Zugurlî Ataş di 9’ê sibata sala 2017’an de dema hevşaredar ji peywirê hate girtin û di 17’ê tebaxa 2017’an de hate girtin. Zugurlî piştî 2 sal û 15 rojên li girtîgehê, hate berdan. Zugurlî têkildarî biryara tayînkirina qeyûman û binpêkirinên li girtîgehan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Aydin Atay re axivî. Zugurlî anî ziman ku dewlet dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd ji holê rake.

Rezan Zugurlî Ataş anî ziman ku di 17’ê tebaxa 2017’an de dema bi dayika xwe re li Kolana Lîseyê ya Yenîşehîr a Amedê dimeşiyan hate derpkirin û girtin. Zugurlî pêvajoya piştre jî wiha vegot: “Piştî 21 rojên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, tevî kurê xwe ez sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Wanê hatim kirin. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li min hate ferzkirin û gardiyanan ez derb kirim.”

Pirsa Alîşer; ‘Derî çima tên girtin?’

Di berdewamê de jî Zugurlî diyar kir ku ew û kurê xwe Alîşêr di girtîgehê de mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Alîşêr hîn nû dest bi meşe kiribû. Min li ser ranzayê radizand. Min nedihişt ku tenê kêliyekê jî bi tenê bimîne. Ji ber ku ji ranzayê diket. Serê wî li hin cihan diket an jî ji derenceyan diket. Hema hema hefteyê du caran min dibir beşa lezgîn. Tiştên pir cuda bi serê me hatin. Derûniya zarokan cuda ye. Alîşêr nedizanî bê ka çima li vir e. Mînak; dema deriyên hewadariyê dihatin girtin pirsa; ‘Çima tên girtin?’ dikir. Sê meh piştre min neçarî ji şîr birî. Dema derket êdî nedixwest vegere girtîgehê. Divê ji bo dayik û zarokan çareseriyên mayînde bên dîtin.”

‘Li ser navê rayeyê tiştek di destê me de nemabû’

Zugurlî piştre jî bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha pê de çû: “Dema ez hevşaredar, qeyûm hatin tayînkirin. Beriya ku qeyûm bên tayînkirin, hemû erkên me ji destên me hatibûn girtin û me nedikarî tiştekî bikin. Di îhaleyan de rayeya îmzeyê ji me hatibû girtin. Biryara herî dawî qeymeqam dida. Heta ku wergirtina karkeran jî bi erêkirina qeymeqaman dibû. Bi kurt û kurmancî li ser navê rayeyê tiştek di destê me de nemabû. Herî dawî jî qeyûm tayîn kirin.”

Pêvajoyeke hîn girantir e

Di berdewamê de jî Zugurlî wiha got: “Piştî ku qeyûm hate tayînkirin, ji ber ku di dozeke min a berê de min hikûm xwaribû, hevserokatiya min hate betalkirin û hatim girtin. Der barê min de 3 doz hatibûn vekirin û min ji du dozan beraet kir. Îktîdar tehemûla serkeftina kurdan nake. Ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan jî bi hemû amûrên xwe êrîş dike. Me ji bo pêvajoya 2016-2017’an digot pêvajoyeke bêhiqûqî ye. Lê ya niha hîn bêhiqûqtir û bêedaletire.”

Armanca êrîşan

Zugurlî pirsa; ‘Ger ku hûn dê ji peywirê bigirin wê demê hûn çima destûrê didin ku bikevin hilbijartinê?’ kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca van êrîşan qelskirina têkoşîna gelê kurd e. Vîna gel xesp dikin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Divê ev bêhiqûqiye bi dawî bibe. Di navbera tayînkirina qeyûmên berê û yên niha de tu cudahiyek nîne.” AMED

Dikarî Biecibînî