AKP şerê man û nemanê de ye

Ji avakarên AKP’ê Fatma Bostan Unsal bilêv kir ku Erdogan jî di nav de gelek AKP’iyên din, ji ber îstifayên di nav partiyê de nerihet in û wiha got: “Ev ji bo partiyê şerê man û nemanê ye.”

Her diçe hejmara kesên ji AKP’ê îstifa dikin zêde dibin. Herî dawî piştî serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû jî di nav de 4 kesên ji bo îxrackirinê sewqî dîsîplînê hatin kirin û îstifaya wezîrê berê Alî Babacan, pirsgirêkên navxweyî yên AKP’ê mezintir kirin. Ji avakarên AKP’ê Fatma Bostan Unsal, bilêv kir tiştên diqewimin ji bo partiyê şerê man û nemanê ye.

Fatma Bostan Unsal destnîşan kir ku di demên dawî de hejmara kesên ji AKP’ê îstifa dikin zêde dibin û got, serokê partiyê jî di nav de gelek partiyî ji ber van îstifa û îxrackirinan nerihet in. Bostan Unsal, bi bîr xist ku berê jî hin kes ji AKP’ê veqetiay bûn û got: “Lê belê yên niha ji AKP’ê îstifa dikin û tên îxrackirin, ne wekî îxrackirinên munferît û îstifayên din in. Ev ji bo partiyê şerê man û nemanê ye.”

AKP ji binî ve hejiya

Bostan Unsal bilêv kir ku rewşa niha ji îstifa û îxrackirinên bêtir bala civakê dikişîne û got, sedema vê jî polîtîkayên ku di demên dawî de AKP dişopîne. Bostan Unsal, diyar kir ku du sal in siyasetmedarên AKP’î û hilbijêr ji polîtîkayên AKP’ê nerazî ne û got: “Hem siyasetmedar hem jî hilbijêr ji ber welat ji dewletek hiqûqê dûr dikeve û ji ber krîza aborî ya ji ber polîtîkayên çewt rû daye qet enrihet in. AKP, di hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an de baş bi ser ket, lê belê piştî vê hilbijartinê Serokê Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ji serokatiya partiyê û serokwezîrtiyê hat girtin. Ev yek teşkîlata partiyê ji bin ve hejandibû. Her wiha piştî vê gelek şaredarên bajarê mezin ji peywirê hatin girtin. Ev yek jî teşkîlata partiyê hejandibû.”

Unsal diyar kir ku piştî helwdana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, ji ber polîtîkayên AKP’ê hejmara hilbijêran kêm bûye û got: “Piştî hewldana darbeyê Rewşa Awarte hat îlankirin, KHK hat derxistin, Tirkiye veguherî girtîgeheke vekirî. Ev yek bi xwe re gelek pirsgirêk anîn. Beriya hilbijartina 31’ê Adarê aşkere bûbû ku wê hêza AKP’ê kêm bibe. Loma ev îxrac û îstifa ne munferît in. Wê ev di AKP’ê de bie sedema hin şikestinan. Mirov tam nizane dê ev rewş AKP’ê ber bi ku ve bibe. Lê belê tişta dixuyê ku AKP gihaştiye sînorên xwe yên xwezayî.”

Êdî aşkera AKP’ê rexne dikin

Unsal bilêv kir ku di çar salên dawî de di nav AKP’ê de gelek kes li pişt deriyan îktîdarê rexne dikin, lê belê cara ewil e ku hin rexne bi awayekî aşkere tên kirin. Unsal, got: “Wisa xuyaye wê ev qewimîn AKP’ê pir bihejîne. Îktîdara AKP’ê ku êdî bi faîzên mezin pereyên bi desyn bi dets dixe, mebûr e demokratîk bibe. Ji bo vê jî hewl dide hin tiştan bike: stratejiya reforma darazê, biryarên binpêkirinê yên derbarê akademîsyenan de ku Dadgeha Qanûna Bingehîn dide…”

Tayînkirina qeyûman

Unsal, tayînkirina qeyûman jî nirxand û destnîşan kir ku îktîdara AKP’ê bi awayekî aşkere li rojavayêw elat pergalekê û li bajarên kurda pergalekê pêk tîne. Unsal, bal kişand ser nakokiyên di warê îdarî û hiqûqî de û got: “Divê bê gotin, berkesê vê nayê qebûlkirin. Di vî warî de di serî de partiya muxalefetê ya sereke û big iştî hemû partiyên muxalif û hilbijêr divê îtiraza xwe ya ji bo vîna xwe nîşan bidin. Helbet di hilbijartina Stenbolê de desteke HDP’ê pir girîng e.” STENBOL

Çavkanî: Ferhat Çelîk / MA

 

Dikarî Biecibînî