‘Îro yekitiya kurdan ji her tiştî girîngtir e’

Rêveberê şehîdan û enfaliyên Qeladizê got ku îro yekitiya kurdan ji her tiştî girîngtir e û diyar kir ku kurd encax bi yekitiyê dikarin bi ser bikevin. Her wiha welatiyên Germiyanê jî dan zanîn ku sedema dagirkeriyê ne yekbûna gelê kurd e û banga yekitiyê kirin

Li başûrê Kurdistanê her diçe kampanyayên alîkariyê ji bo rojavayê Kurdistanê berfireh dibe. Rêveberê şehîdan û enfaliyên bajarokê Qeladiz a ser bi Silêmaniyê Îbrahîm Mihyedîn li ser girîngiya kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava û yekitiya neteweyî axivî.

Mihyedîn diyar kir ku kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava girîng in, erkek niştimanî, olî û exlaqî ye.

Divê her kes ji bo yekitiyê kar bike

Di axaftina xwe de Mihyedîn destnîşan kir ku ew weke kurdên ên Başûr rastî êrîşa kîmyawî û enfalê hatine û wiha got: “Li rexmê hemû êrîşan jî gelê kurd têk neçûye, berevajiyê wê îradeya gelê kurd hîn zêdetir bi hêz bûye. Ji bo vê wê carek din îradeya gelê kurd li Rojava bi ser bikeve.”

Her wiha Mihyedîn bal kişand ser girîngiya yekitiya gelê kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro yekitiya gelê kurd ji hemû pêngavî girîngtir e û divê hemû hizb û aliyên siyasî berjewendiyên xwe yên kesî bidin aliyekê. Bila ji bo yekitiya nîştimanî kar bikin. Ji ber ku dijminên gelê kurd tu cûdahiyê naxe nava kurdan. Ji bo vê jî li hemberî dijmin yekitiya gelê kurd pêwîst e.”

Sedema dagirkeriyê ne yekbûna gelê kurd e

Têkildarî yekitiya neteweyî welatiyên Germiyanê jî axivîn ûn diyar kirin ku sedema dagirkeriya Kurdistanê ne yekbûna gelê kurd e û bang yekitiyê li hemû aliyên kurd kirin.

Welatiyê bi navê Ednan Mela Saleh da zanîn ku ji ber berjewendiyên takekesî, erk û hizbatiyê, kurd di nava xwe de ne yekdeng in û diyar kir ku kêmbûna hestên kurdewariyê, sermaye komkirin û daxwazkirina kursiyê desthilatê sedemên ne yekbûna kurdan in.

Ednan di dewamê de destnîşan kir ku ger kurd yek bin dê hîn zêdetir di qada navnetewî de dengê wan bê bihîstin û wiha got: “Ger em bi xwe ne yekbin, bê hêz û parçe bin, wê kes peyamên me nebihîse. Niha piştî destpêkirina dagirkeriya ser Rojava li her çar parçeyên Kurdistanê yek dengiyek heye. Bêguman ev yekdengî hîn zêdetir rolê gel tê dîtin.”

Di nav kurdan de yekdengî çênabe

Welatiyê bi navê Goran Rehîm jî li ser heman mijarê axivî û da zanîn ku ji ber ku hizb û hêzên siyasî xwedî bernameyên cuda ne û her aliyek jî bernameya xwe rast dibîne, yekdengî çênabe û ev tişt anî ziman: “Gelek hêzên siyasî, bi taybet hêzên xwedî desthilat, welatên dagirker pişta wan digirin û bernameyên wan welatan bicih dikin. Ew welat jî naxwazin kurd bibin yek. Mînaka vê jî kongreya neteweyî ye, ji ber ku heya niha jî ew welat astengiyê ji bo çêbûna kongreya neteweyî çêdikin.” SILÊMANÎ / GERMIYAN

Dikarî Biecibînî