Ji siyasetmedar Pênciwênî hişyarî û banga yekitiyê

Siyasetmedarê navdar Mihemed Emîn Pênciwênî bal kişand ku pirsgirêka kurd ku li tevahiya cîhanê deng vedaye û diyar kir ku tu carî kurd evqas di nav cîhanê de nebûne xwedî destek û hevkariyê. Pênciwênî da zanîn ku planên mezin li dijî kurdan hene ger ku hêzên kurd nebin yek dê hemû destkeftiyên kurdan ji dest biçin

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî êrîşên li ser bakur û rojhilatê Suriyeyê, helwesta kurdan û hewldanên ji bo yekitiya neteweyî nirxandin kir.

Mihemed Emîn Pênciwênî destnîşan kir ku li rojavayê Kurdistanê di encama şoreşa gelên herêmê de sîstemek îdarî derketiye holê û mînakek gelekî pêşketiye. Pênciwênî bal kişand ku ev sîstem di warê rêveberiya civak û îdareya herêmê de mînakek nû ye û karîbûye di demeke kurt de xizmetek baş pêşkêşî xelkê herêmê bike û da zanîn ku di vê rêveberiyê de hemû pêkhate û bawerî li hev civiyane û jinan jî roleke sereke lîstiye.

Di axaftina xwe de Pênciwênî bal kişand pergala mînak ku dijminên kurdan xistiye nav metirsiyê û wiha domand: “Ditirsin ger ev mînak hîn zêdetir pêşbikeve, dê kurd statuyek ava bikin. Dewleta tirk vê yekê ji xwe re wekî metirsî dibîne. Ji ber vê yekê ev planên êrîşkar çêkirin. Amerîka jî roleke bê exlaqan e lîst û kurd di cih de hêlan.”

Pergala serweran li ser madî hatiye avakirin

Pênciwênî anî ziman ku di vê serdemê de sîstema serwer li ser bingeha berjewendiyên madî hatiye avakirin û wiha domand: “Amerîka jî hêzên xwe vekişandin, tenê hêzek ji bo parastina bîrên petrolê hêlaye. Berê siyasetê hinek disiplîn û pîvanên xwe hebûn. Lê niha siyaseta tevayî dewletan li ser qezancên madî ye. Wisa têgihiştine ku kurd ji bo wan tu qezancek madî çênake, ji ber wê pişta xwe dane kurdan.”

Mihemed Emîn Pênciwênî da zanîn ku kurdan li rojavayê Kurdistanê çend herêmên coxrafîk ji destdane, lê di aliyê siyasî û dîplomatîk de bi pêşketine û wiha got: “Pirsgirêka kurd li tevahiya cîhanê deng veda. Tu caran kurd evqas di nava cîhanê de nebûne xwedî destek û hevkariyekê.”

‘Divê rêveberiya xweser pêwendiyan bi gelek aliyan re çêbike’

Di berdewama axaftina xwe Pênciwênî da zanîn ku siyaseta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Suriyeyê heta niha gelekî bi aqilane ye û li gorî rastiya herêmê tê birêvebirin. Pênciwênî ji bo rêveberiya xweser ev pêşniyaran jî kir: “Bi nêrîna min dema têkoşîna dijî dagirkeriyê dikin, bila hemû hêkan nexin nava yek sepetê. Li Sûriyeyê hêzên wekî Îran, Rûsya, Amerîka, Tirkiye û Hizbûllaha Lubnanê hene. Rêveberiya Xweser ji bilî dewleta tirk dikare bi yên din re siyasetek bimeşîne û pêwendiyên wan bi hemûyan re hebe. Ji ber ku ya girîng ew e ku êrîşên dewlet tirk bidin sekinandin. Ev yek dê di qezenca xelkê Sûriye û rojavayê Kurdistanê de jî be. Ji ber ku êrîşên Erdogan di vê demê de pêk anîne, beşek ji wê planê ye ku di qonaxa duyem de 2 milyon koçberên ereb li herêmên kurdan bi cih bikin.”

‘Hemû kurd di metirsiyê de ne’

Pênciwênî destnîşan kir ku niha hemû kurd di bin metirsiyê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kîjan dema ku kurdan ji bo serxwebûnê xebatek kiribin û nêzî armanca xwe bibin, wê demê dijminên gelê kurd komployek pêkanîne û gavên hatine avêtin rûxandine. Mînaka Komara Kurdistan (Mahabad) li holê ye. Planên hevbeş ên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê li dijî kurdan hene. Tirkiye pêşengtiya ji van planan dike, dixwazin pirsgirêka kurd bixin çarçoveya hemwelatîbûnê. Her wiha dixwazin destên kurdan ji çavkaniyên xwezayî û aborî dûr bixin. Ji ber ku bi derfetên aborî dikarin hîn zêdetir derfetên siyasî ava bikin. Piraniya hêzên serdest jî ji vê planê hatine agahdarkirin.”

Aliyên siyasî yên kurd ji hev fêm nakin

Siyasetmedar Pênciwênî bal kişand ku serkirdeyên kurd dizanin ku planên hêzên dagirker ên wiha hene, lê heta niha nehatine cem hev û dijî planên dijminên kurdan gavek ne avêtine û anî ziman ku ger kurd neyên cem hev, tevî evqas têkoşîn, xebat û berdêlên hatine dayîn jî, dê dijminên gelê kurd bixwazin hemû destkeftiyên kurdan ji holê rakin.

Pênciwênî da zanîn ku ew bixwe jî ev sê sal in balê dikişîne ser vê metirsiya mezin û wiha axivî: “Bila hêzên kurd, hizb û aliyên kurdî werin cem hev û bizanin ka wê çawa xwe bi parêzin û li dijî vê planê bisekinin.”

Pênciwênî anî ziman ku aliyên siyasî yên kurd ji hev fêm nakin, hîna hişmendiya gotubêjkirin û jihevtêgihiştinê di nava hizbên kurd de pêknehatiye, lewma heta niha yekitiyek ava nekirine.

Mihemed Emîn Pênciwênî bi lêv kir ku piraniya rewşenbîr, hunermend û kesayetên kurd wekî wî difikirin û li ser girîngiya yekitiya neteweyî lihev dikin lê serkirdeyên hizban bi rengekî din nêzî pirsgirêkê dibin û gav nayê avêtin.

‘Bila hemû hêz li Hewlêr, Silêmanî yan jî Helepçeyê bicivin’

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî diyar kir ku heta aqilê siyasî yên kur dli ser mijara netewî û yekbûnê kamil nebin dê bi hezaran şehîdên din jî werin dayîn û nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Dijmin jî vê yekê dizane, yên kar ji bo tekbirin û xerabkirina yekitiya kurdan dikin vê xala lawaz a nav siyaseta kurdan dizanin. Me di civata giştî ya KNK’ê de jî daxwaz ji tevayî hizban kir ku li Hewlêrê di jêr sîwaneya PDK û YNK’ê de bicivin û bêjin pirsgirêka kurd di jêr metirsiyê de ye. Bila hemû hizb werin li Silêmaniyê yan jî li Helebçeyê bicivin. Bila planek deynin ka wê çawa bikarin metirsiyan ji holê rakin.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî