Karayilan: Li dijî komploya ser gelê me hewcehî bi yekitiya neteweyî heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku dengê gelê kurd êdî li hemû cîhanê hatiye bihîstin û pirsgirêka kurd êdî veguheriye asteke cîhanî. Karayilan got ku li dijî destkeftiyên kurdan hewldan û planên qirêj hene û ji bo valaderxistina van planan divê yekitiya neteweyî bê avakirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV’yê bû û bersiv da pirsên pêşkeşvan Serdar Yektaş. Karayilan diyar kir ku dewletên herêmê sed sal in zilmê li kurdan dikin lê belê dinyayê nebihîst. Karayilan got ku dengê kurdan îro êdî gihîşt tevahiya dinyayê û çiqas navneteweyî bibe dê ewqasî jî bi kêrî kurdan bê.

Mûrat Karayilan di serî de bi bîr xist ku du şoreşger û dîplomatên hêja di 15’ê cotmehê de li devereke nêzî Silêmaniyeyê bi rengekî namerdî hatin qetilkirin û wiha got: “Hevrê Demhat û Cemîl bi rêzdarî bi bîr tînim û em diyar dikin ku xwîna wan dê li erdê nemîne û em soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin. Em hêvî dikin ku rayedar wê ji bo ronîkirina vê êrîş û komkujiya namerdî bibin alîkar.”

Karayilan bi berdewamî jî wiha got:

“Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û di 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de kurdan û dostên wan ev her du rojên girîng bi rengekî girseyî pêşwazî kirin. Yekemcar di vê astê de bi milyonan mirov li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bûn xwedî. Ev yek asteke gelekî girîng û hêja ye. Tiştekî nû ye ku di asta dinyayê de xwedîderketin pêk tê. Ez her kesên ku li Kurdistanê û deverên cuda yên dinyayê tev li Roja Rojava ya Cîhanê bûne silav dikim. Ev helwesta xwedîderketin û piştevaniyê wê ji bo berxwedêran hemûyan bibe hêzeke mezin.

Ciwanên Başûr silav kir

Di vê pêvajoyê de hestên neteweyî yên gelê me bêhtir xurt bû, li tevahiya Kurdistanê xwedîderketineke mezin pêk hat û ev yek her mezin dibe. Bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê yê hêja di vê de xwedî roleke girîng in. Di dema Berxwedana Kobanê de gelê bakurê Kurdistanê pêşengî ji xwedîderketina gel kiribû. Niha jî pêşengiyê ji xwedîderketinê re dike. Bi taybetî ciwanên kurd ên hêja yên ji başûrê Kurdistanê tev li berxwedanê bûn silav dikim, serkeftinê ji wan hemûyan re dixwazim.

Pîrozkirina rojên Kobanê û Rojava

Rewşeke pir girîng e ku 2’yê Mijdarê weke Roja Rojava ya Cîhanê hate pîrozkirin û li tevahiya dinyayê raya giştî piştgiriyeke xurt nîşan dan. Di serdema heyî de dema ku qala hêz û dînamîkên bingehîn tê kirin, ji bo medya ango hêza raya giştî weke hêza sêyemîn tê gotin. Lê belê bûyerên ku qewimîn nîşan didin ku hêza raya giştî xurtir dibe û ger rast bê bikaranîn hêza sereke ye. Zexta hêza raya giştî li ser desthilatdariyê mezin e û ji ber vê xwedî roleke girîng e.

Êrîşên di 9’ê cotmehê de

Êrîşên ji 9’ê cotmehê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin komployeke. Ev êrîş belasebep di 9’ê cotmehê de dest pê nekir. Ev komplo hîn bêhtir berfireh e. Ev pêvajoya nû ya komployê tevî ku Rêber Apo dike hedef, her wiha li dijî destkeftiyên kurdan hemûyan e. Taybetmendiyeke xwe ya bi vî rengî heye. Tifaqa AKP-MHP-rejîma Ergenekonê ku niha li Tirkiyeyê desthilatdar in û nîjadperest û neteweperestên bi wan re tifaq kirine desthilatdariyeke welê ji rêzê nîne. Van hêzan ji bo pêvajoyeke nû ya li dijî azadî, hebûn û destkeftiyên kurdan, konsepteke nû afirandin. Ji ber vê yekê êrîş gelekî berfireh e.

‘Li dijî gelê kurd planeke nû heye’

Ji bo vê armanca xwe pêk bînin rewşa jeo-stratejîk a Tirkiyeyê pêşkêş kirin. Amerîka û Rûsya ku ji wan re hêza super tê gotin, bi rê û rêbazekê tev li vê pêvajoya komployê kirin. Kes nizane ku Erdogan û Trump li ser çi axivîn, kîjan bazariyên qirêj hatin kirin. Ev rewş ji bo Pûtîn û Erdogan jî derbas dibe. Wan bi hev re planek amade kirin. Armanca vê planê tunekirina sîstema neteweya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Erdogan got ku dê bi berfirehiya ji 32 kîlometreyî û dirêjahiya 444 kîlometreyî ‘herêma ewle’ ava bike. Xuya ye di vê çarçoveyê de bi hêzên hegemonîk re li hev kiriye. Gladiyoya NATO’yê jî li pişt wî ye. Aşkera bû ku li dijî gelê kurd planeke nû amade kirine.

Sekna gelê herêmê

Li dijî duyemîn mezintirîn artêşa NATO’yê, li dijî teknolojî û çeteyên wan, hêzên HSD’ê 10 rojên destpêkê û 26 rojên piştî wê berxwedaneke bi wate nîşan dan û hîn jî didome. Em vê berxwedanê silav dikin. Di heman demê de gelê me piştgiriyeke xurt pêşkêş kir. Ereb, asur-suryan û gelê kurd bûn yek û hev bi tenê nehiştin. Hem şervanan hem eşîran hem jî tevahiya gelê herêmê li dijî êrîşên dagirkeriyê helwesteke bi wate nîşan dan. Vê yekê bandoreke mezin kir.

Helwesta DYA û Rûsyayê

Berxwedana gelê kurd, rê û rêbazên wan, bi taybetî şer û têkoşîna 7-8 salên dawî ya li dijî paşverûtiya El Nusra û DAIŞ’ê, bandor li raya giştî ya dinyayê kir û ji ber vê yekê raya giştî ya dinyayê li gelê kurd xwedî derket. Ji bo şermezarkirin û rawestandina dagirkeriya dewleta tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî gelek civîn hatin kirin, pêşnûme hatin amadekirin, lê belê Rûsya û Amerîka li dij derketin û veto kirin. Nehiştin bên pejirandin. Balkêş e ev her du hêzên ku di gelek mijaran de li hev nakin, di vê mijarê de bûn yek.

Berxwedan didome

Daxwaz û armanca Tirkiyeyê heta niha pêk nehatiye lê hîn jî di armanca xwe de israr dike. Dibe ku Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dagirkeran ve hatibin dagirkirin lê belê gelê kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketin nava dilê dinyayê û piştgiriyeke xurt wergirtin. Berxwedana siyasî, leşkerî û civakî didome. Rewş û bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn nîşan didin ku li ser pêyan e, armanc û planên dagirkeran bi ser neketine û yên bi ser ketin esasî gel in. Yên bi ser neketin ew in. Bêguman berxwedan dê li ser vê bingehê bidome. Rewşa heyî bi vî rengî ye.

‘Pirsgirêka kurd navneteweyî bûye’

Ji aliyekî ve Amerîka li aliyê din jî Rûsya peymanan amade dikin ku ev yek jî nîşan dide plana hatiye kirin mezin e. Ji ber ku hêzên herî mezin ên dinyayê di nava vî karî de ne. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî siyasetekê dimeşînin. Rûsya hat herêmê, piştre hêzên dewletê yên Sûriyeyê hatin herêmê, Amerîka çû û pişte vegeriya. Ev hemû nîşan dide ku pirsgirêka kurd navneteweyî bûye, gihîştiye asta navdewletî. Pirsgirêka kurd ji xwe pirsgirêkeke navneteweyî ye. Di encama Peymana Lozanê de ku peymaneke navneteweyî ye Kurdistan kirin çar parçe û înkar kirin. Vê yekê dinixumînin. Dewletên herêmê sed sal in zilmê li kurdan dikin, hovîtiyê dikin lê belê heta niha dinyayê dengê kurdan nedibihîst. Lê belê êdî dengê gelê kurd, dengê Kurdistanê digihêje tevahiya dinyayê. Ger hêzên dinyayê îro tên Rojava ev yek zêde zirara xwe nîne. Pirsgirêka kurd çiqasî navneteweyî bibe dê ewqasî jî bi kêrî kurdan bê.

‘Pêwîstî bi têkoşîneke siyasî û dîplomatîk heye’

Ji ber ku doza hebûnê ya gelê kurd dozeke rewa ye. Her tiştên ku gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê dixwazin hemû rewa ne. Li gelek deverên dinyayê ev hatiye çareserkirin. Li Amerîkayê, li Rûsyayê, li Ewropayê meseleyên bi vî rengî hatin çareserkirin. Mafê ziman, çand û xwerêvebirinê yê gelan û neteweyan mafekî xwezayî yê gelan û neteweyane. Mafê herî xwezayî yê her neteweyê ye. Gelê kurd jî vê daxwaza xwe ya rewa dixwaze. Ji vê daxwaza mafdar a gelê kurd re ‘teror’ dibêjin, bi tundiyê bi ser ve diçin û ev yek jî dibe sedema trajediyên mezin ên li Kurdistanê. Pirsgirêka kurd çiqasî navneteweyî bibe dê kurd ji vê yekê zirarê nebîne. Bêguman pêwîstî bi têkoşîneke siyasî, dîplomatîk, civakî û afirînerî û encamgiriya li qada leşkerî heye. Dema ku ev hate kirin hingî tiştek nîne ku mirov jê bitirsin û dikarin bi pêş ve biçin.

‘Ya ku Erdogan dike qirkirin e’

Ya ku Erdogan dike, qirkirin e. Erdogan bi rengekî aşkerayî jenosîdê diparêze û vê yekê li her kesî ferz dike. Di civîna Neteweyên Yekbûyî de nexşeyek nîşan da û diyar kir ku dê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û penaberan lê bi cih bike. Wê demê kesî tiştek negot û ne pirsî ‘Çi mafê te yê dagirkirina xaka Sûriyeyê heye? Tu vê rewatiyê ji ku werdigire?’ Sekreterê Neteweyên Yekbûyî li pêşberî vê qirkirinê bêdeng dimîne û Neteweyên Yekbûyî jî di vê qirkirinê de dibe hevkar. Rastî bi vî rengî ye. Erdogan bi rengekî aşkera dibêje, ‘Min ev dever dagir kir, ez ê penaberên li gel xwe bînim, hûn jî ji min re bibin alîkar’. Gelo Sekreterê Neteweyên Yekbûyî nikare vê ji Erdogan bipirse: ‘Gelê wê herêmê bi ku ve çû? Li wê deverê 300 hezar kes nebûn penaber? Gelo ew ne mirov in? Ew ê bi ku ve biçin?

‘Ger qetilkirina zarokan teror nebe wê demê çi ye?’

Dewleta tirk li Girê Spî û Serêkaniyê çi kir? Zarok qetil kir, mirovên extiyar kuşt. Gund û xanî şewitandin. Li dijî sivîlan çekên kîmyewî yên qedexekirî, fosfora spî bi kar anî. Hovîtiyeke mezin kir. Halbûkî beriya dagirkeriya Tirk li wê herêmê aramî hebû. Mirov bi rengekî aram li xaka xwe diman. Artêşa tirk çima bi balafirên xwe yên şer bi tank û topan bombe li herêmê barand û komkujiyên mezin kir? Gelo ev ne teror be hingî çi ye? Ger zarokên 6 salî, her wiha 9 salî bi bombeyên fosforê bên qetilkirin, ger ev ne teror be hingî çi ye? Ji wê herêmê 300 hezar mirov bi zorê hatin koçberkirin, malên wan, gundên wan hatin xerakirin û şewitandin. Ev ne teror be hingî çi ye? Gelo çima kes li vê napirse? Dema ku terorîstê herî mezin Erdogan diaxive, tenê ji ber ku dewlet in jê re dibêjin ‘birêz’. Gelo dema yek dewlet be mafê xwe heye ku gelekî din qir bike? Mafê xwe heye ku jenosîdê bike? Mafê xwe heye ku terorîzmê bike? Bêguman nîne.

‘Li dijî gelê me terorekî aşkerayî heye’

Em kurd ji ber ku ne dewlet in çi bikin weke terorê tên nîşandan, yên li dijî me jî, hêzên qirker-mêtinger weke dewletên maqûl tên dîtin. Gelo tiştekî bi vî rengî pêkane? Li dijî gelê me her roj teror tê kirin. Zarokên me, mirovên me, gelê me her roj tên qetilkirin. Xuya ye Neteweyên Yekbûyî berevajî navê xwe berjewendiyên dewletan esas dibîne. Halbûkî li dijî gelê me teroreke aşkera heye ku tê meşandin û tê xwestin ku gelê me bê qirkirin. Li Sûriyeyê kurd bûn xwedî derfet ku statuyê werbigirin, lê belê TC bi israr li dij radibe û dibêje, ‘wê li wê deverê dewleteke terorê bê avakirin’. Lê kurdên li wê deverê qala avakirina dewletê nekirine, tenê di nava yekparebûna Sûriyeyê de hewl didin xweseriya xwe werbigirin. Lê belê dewleta tirk li dijî vê xweseriyê ye.

Bi saya têkoşîna gel, dostên gelê wan, doza mafdar a gelê kurd li dinyayê belav bû, kete dilê gundiyan, karkeran, kedkaran û rewşenbîran. Qirker êdî çi dikin bila bikin dê nikaribin doza mafdar a gelê me weke terorê nîşan bidin.

Yekitiya neteweyî ya gelê kurd

Yek ji pirsgirêka herî girîng a gelê kurd pirsgirêka yekitiya neteweyî ye. Em kurd hemû di heman keştiye de ne. Ger em noqî binê avê bibin hingî em ê hemû noq bibin, wê demê em ê bi hev re bi ser bikevin. Tevî vê yekê pêkneanîna yekitiya neteweyî nayê îzahkirin, nayê vegotin. Bi taybetî di vê demê de firsendeke girîng heye. Di şexsê rojavayê Kurdistanê û bi saya berxwedêrên hêja dengê kurdan îro digihêje tevahiya dinyayê. Sîstema dinyayê hemû li ser vê radiweste. Ev firsendeke girîng e. Ger em kurd stratejî û siyaseteke hevpar biafirînin, ger em pêla dagirkeriyê ya nû ya dewleta tirk têk bibin, hingî wê destkeftiyên kurdan mayinde bibin û pirsgirêka kurd çareser bibe.

Metirsiyên li ser Başûr

Li Iraqê nîqaş li ser destûra bingehîn a nû tê kirin. Hesabên dewleta tirk li ser herêmê hene. Tê gotin ku gelek kes ji Kerkûkê birine û perwerde dikin. Hewl dide suniyan bi rêxistin bike û bi DAIŞ’ê re amadekariyan li dijî herêman dikin. Ev hemû nîşan didin ku metirsî mezin in.

Ez dixwazim bang li lîderên partiyên kurd, bang li kesên ku xwe berpirsyar dibînin bikim; êdî divê em metirsiyê bibînin. Kêr gihîştiye hestî. Ger ev pêvajo ji dest biçe wê hingî gelê kurd mîna niha nikaribe dengê xwe bigihîne her deverê. Di destê kurdan de niha firsendeke mezin heye. Doza mafdar a gelê kurd niha di rojeva dinyayê de ye. Ger siyaseteke me ya hevpar û rast hebe, hingî ev pêla êrîşên faşîst ên mêtinger-qirker dikare bê têkbirin, destketiyên gelê me bên mayindekirin. Ger em nikaribin vê pêk bînin, hingî wê her tişt ji dest biçin. Hingî divê em bi cidiyet li ser rawestin, li ser bifikirin.”

Yekitiya neteweyî

Ji ber van hemûyan li ser bingeha yekitiya neteweyî divê ew gaveke girîng biavêjin. Niha KNK heye, bi rêya KNK’ê rewşenbîr, nivîskar, hunermendên bê alî yên li Kurdistanê dikarin komîsyonekê ava bikin. Bila ew komîsyon bi partiyên kurdan hemûyan re hevdîtinan bike û ji wan bixwazin ku di xeta yekitiya neteweyî de li hev kom bibin. Kî xwe ji xeta yekitiya neteweyî vedigire divê bê rexnekirin û helwest bê nîşandan. Vê yekê jî pêşniyar dikim; bernameya yekitiya neteweyî amade ye. Bernameya yekitiya neteweyî ya ku di sala 2013’an de hate amadekirin di qonaxa dawî de hatibû rawestandin. Ger hemû alî wê bernameyê bipejirînin hingî ne pêwîste ku mirov ji nû ve, ji sifirê dest bi vê helwdanê bikin. Ji ber ku bingehek heye û bi civînên li ser wê bingehê pêvajo dikare bê pêkanîn. Ya rast bingehek ji bo yekitiya neteweyî heye.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî