Li ser weşandina rêzefîlmên tirkî hişyariya dawî

Rêveberiya Giştî ya Çap û Belavkirinan kanalên televîzyonê yên ku niha rêzefîlmên tirkî diweşîne hişyar kir û da zanîn ku ger ew kanalên televîzyonê weşandina rêzefîlmên bê armanc û tirkî li ber çavan derbas nekin, ew ê neçar in helwestek nîşan bidin û bi rêya lijneyê lêkolînê bi wan re bikin

Pêngava rêveberiya giştî ya Çap û Belavkirinan a ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî ku di dema borî de Wezareta Ewqaf bi daxuyaniyek diyar kir ku weşandina rêzefîlmên dublajkirî bi taybet rêzefîlmên tirkî bi çanda civaka kurdî re neguncev e, fireh dibe.

Her wiha Wezareta Ewqaf dabû diyarkirin ku rêzefîlmên tirkî sedemê zêdebûna rêjeya jihevcûdabûna malbatê ye, ji bo vê daxwaz ji Wezareta Rewşenbîrî kiribû da ku weşandina rêzefîlman sînordar bike. Lê heya niha komek kanalên televziyonê hîn jî wan rêzefîlman diweşîne.

Rêveberiya Çap û Belavkirinan ya li Wezareta Rewşenbîrî ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku piştî daxuyaniya Wezareta Ewqaf a di derbarê rêzefîlmên tirkî de, wan agadarnameyek radestî kanalên televziyonê kirine.

Kanalên televîzyonan agahdar kirine

Li ser vê mijarê rêveberê giştî yê Çap û Belavkirinan Şêrwan Abdula ji Rojnews re axivî û ev tişt anî ziman: “Berê jî me bi daxuyaniyek çapemeniyê de behsa nivîsa Wezareta Ewqaf kir. Her wiha me pîvanên Wezareta Rewşenbîrî yên derbarê kalîteya ragihandinê ku kar pê tê kirin û binpêkirinan de destnîşankir. Me bi aşkera diyar kir ku pêwîst e kanalên televziyonê çawa kar bikin û bernameyên xwe biweşînin. Her wiha me derbarê xeletiyan de jî cezayên bên dayîn agadar kirine. Me ji wan re gotiye ger di dema borî de li gorî pîvanan kar nehatibe kirin, em ê di dema bê de xal bi xal li ser we bicih bikin. Ji bo vê em ê bernameyan lêkolîn bikin. Bi taybet pêwîst e rêzefîlmên ku tên weşandin aliyê çareseriyê biweşînin, ne ku weke niha hinek rêzefîlm tên weşandin û tu armancek wan nebe.”

Divê rêzefîlman li ber çavan derbas bikin

Her wiha Şêrwan Abdula anî ziman ku wan ji rêveberên kanalan re diyar kirine ku divê rêzefîlmên diweşînin ber çavan re derbas bikin û wiha got: “Ger ew bi xwe vê yekê nekin, piştre em neçar in nerazîbûn nîşan bidin. Di heman demê de li ser pêşniyara Wezareta Ewqaf me ji aliyên peywendîdar, daxwaza hemahengiyê kir. Niha em neçarbûne nerazîbûna xwe nîşan bidin, ji ber ku ew kanal li gorî pîvanên me birêve neçûne û weşandina rêzefîlmên bê armanc dewam dikin. Ji bo vê em ê lêkolîn bikin û pîvanên xwe bicihbikin.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî