‘Seyîd Riza û hevalên xwe dê her tim di têkoşîna me de zindî bin’

Navenda Nûçeyan

FEDA’yê û hevserokên HDP’ê bi boneya 82’yemîn salvegera Seyîd Riza û hevalên wî daxuyanî dan û bi bîr anîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku zîhniyeta ku duh Seyîd Riza û hevalên wî qetil kirin, îro jî li ser kar in

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi boneya 82’yemîn salvegera qetilkirina Seyît Riza û rêhevalên wî daxuyaniyên cuda dan.

FEDA’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku di salvegera Terteleya Dêrsimê de ku mezintirîn qirkirina elewiyane, wan Seyît Riza û hevrêyên wî ji bîr nekir û dê ji bîr nekin. FEDA’yê destnîşan kir ku dewleta tirk ku rêveberiya ummetiyê ya Osmanî dewr girt, kevneşopiyeke dewletê ya tekpereste ku li ser înkar û tunekirina elewiyan ava bûye.

Daxuyanî wiha dom kir: “Xwestin ku Seyîd Riza û hevalên wî yên pêşeng qetil bikin, bi vî rengî berxwedanê bêpêşeng bihêlin û qirkirinê bikin. Heman zîhniyet niha jî didome. Ger ku neyê xwestin ku komkujî û qirkirinên nû yên mîna Dêrsimê rû bidin divê mirov rabirdûyê ji bîr nekin û li xet û berxwedana wan xwedî derkevin. Divê êdî elewî ne tenê bixwazin, divê xwe bigihînin wê astê ku bi rengekî rêxistinbûyî li gel têkoşerên ji bo mafên mirovan tevbigerin. Xwedîderketina li Seyîd Riza û kevneşopiya berxwedana Huseynî bi vî rengî dibe. Di vê çarçoveyê de em di şexsê Seyît Riza û hevrêyên wî de hemû cangoriyan bi bîr tînin.”

Daxuyaniya hevserokên HDP’ê

Daxuyaniya hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî wiha ye:

“Di salvegera 82’yemîn a bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Seyîd Riza û  hevalên wî ji ber ku pêşengên berxwedana gelê Dêrsimê bûn, di 15’ê mijdara 1937’an de hatin bidarvekirin. Bi vê îdamê xwestin berxwedana gel têk bibin. Rêveberiya wê demê ji bo ku Seyîd Rizayê 75 salî bidarve bikin, temenê wî biçûk kir û yê kurê wî yê biçûk jî mezin kir. Wan daxwaza dawî ya Seyîd Riza bi cih neanî û kurê wî li ber çavên wî bidarve kirin.

‘Berxwedana wan her dem dê zindî be’

Îro jî gora Seyîd Riza ji malbat û gelê kurd tê veşartin. Em kiryarên Komkujiya Dêrsimê û vî sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin û dê nedin jibîrkirin. Berxwedana wan dê her tim di wijdan û têkoşîna me de zindî bin. Komkujiya Dêrsimê rûpeleke reş û tarî ya vî welatî ye. Rûbirûbûneke civakî dê rêya heqîqetê veke û aştî û demokrasiyê ava bike. Em di salvegera 82’yemîn de jî Seyîd Riza û hevalên wî yên ku li ber zilmê serî netewandin, bi wêrekî ber bi mirinê ve çûn û ji dewletê re bûn kul û derd bi minet bi bîr tînin.”

Dikarî Biecibînî