‘Divê kurd bihevre bifikirin û bihevre tevbigerin’

Nivîskar û lêkolîner Îhsan Colemêrgî bal kişand ser yekitiya neteweyî û ji partiyên siyasî û saziyên kurdan re ev bangî kir: “Bi hev re tev bigerin. Heger hûn difikirin bi hev re bifikirin.”

Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ji her carê bêtir yekitiya neteweyî bû rojeva kurdan. Nivîskar û lêkolîner Îhsan Colemêrgî, hegemonyaya hêzên serdesta a li ser erdnîgariya kurdan, sedemên pêk nehatina yekitiya neteweyî ya kurdan, îxanetên çê bûne, têkiliya di navbera partî û saziyên kurdan de û tiştên divê ji bo yekitiya neteweyî bên kirin nirxandin.

Colemêrgî destnîşan kir ku sedemeke sereke ya pêk nehatina yekitiya kurdan erdnîgariya wan ê çiyayî ye û diyar kir ku di dîrokê de serdest tim û tim sûd ji vê belawelabûyînê girtine û xwestin kurdan perçe bikin û wiha got: “Serdestên li Rojhilata Navîn bi sedan sal in li ser navê dîn polîtîkayên xwe li ser kurdan pêk tînin. Di destê wan de du şûr hene; berê yekî dane asîmana, yên din di erdê de çikandine. Kirinên şûrê xwe yê di erdê de çikandî, bi yê ber bi asîmanan ve bilind kirine paqij dikin. Serdestên ku li Rojhilata Navîn warê kurdan dagir kirine, bi salan e vê nîjadperestiya xwe di bin navê dîn de dimeyînin. Dîn, ji bo kesên di dest wan de çek hene şûrekî tûj e; ji bo nekeve destê kurdan jî bûye gopalek. Îbn-î Haldûn, dibêje ‘erdnîgarî qeder e.’ Bi ya min ev gotin li cîhanê tenê ji bo kurdan hatiye gotin. Loma ev erdnîgara perçekirî bûye qedera kurdan.”

‘Her kes hespê xwe li erdnîgariya kurdan bezandiye’

Di axaftina xwe de Colemêrgî anî ziman ku 2 hezar sal in erdnîgariya kurdan ji hêla hêzên serdest ve hatiye dorpêçkirin û wiha domand: “Erdnîgariya kurdan dişibe pêncerêya li Wanê. Li cîhanê kîjan hêza serdest xwestiye li Rojhilata Navîn dijminê xwe biqedîne, pêşî hespê xwe li axa kurdan li Kurdistanê bezandiye. Her wiha li Rojhilata Navîn kîjan hêz bi hêzeke din re şer kiriye, wan jî hespê xwe li axa kurdan bezandiye û ev hêz tevî dijminên xwe li erdnîgariya Kurdistanê şer kirine. Îskender û persî li Hewlêrê, Yavûz Sûltan Selîm û Şahê Îranê li Çildiranê, Fatîh Sûltan Mehmet û Akkoyûnî li Erziromê şer kirine. Niha erdnîgariya kurdan di navbera Ewropa, welatên Rojhilata Navîn de hatiye parvekirin. Ev perçebûn bûye sedem ku heta niha kurd nikaribin yekitiya xwe çê bikin. 400 sal berê osmanî û Îranê di navbera hev de peymanek çê kirine û ev peyman hîn jî didome. Ev sirf ji bo kurd nebin yek. Yanî mînaka herî baş Peymana Qesr-î Şîrîn e.”

Berjewendiyên şexsî 

Colemêrgî diyar kir ku sedemeke din ku li pêşiya yekitiya neteweyî ye, partiyên kurdan, kesên pêşengiyê dikin berjewendiyên xwe yên neteweyî û berjewendiyên xwe yên herêmî ji yên neteweyî bêtir esas digirin û got ku heta ev rewş ji holê ranebe dê yekitî pêk neyê.

Heger bêdengî bidome destkeftiyên kurdan ji dest biçin

Di berdewamê de Colemêrgî bal kişand ser dagirkirina Kerkûk û Efrînê û ev tişt anî ziman: “Welatê kurdan wekî qesrekê bifikirin. Pencereya wê qesrê Efrîn, cihê xwarên lê dipije jî Kerkûk e. Ma qesreke bê pencere û metbax mimkun e? Nebûna yekitiya neteweyî bû sedema windabûna pencere û metbaxê. Heger bêdengî bidome hûn ê bibînin ku wê Bexdayê dest deyne ser destkeftiyên kurdan. Wê Bexdayê di nêz de vê bêhêzî û perçebûnê bibîne û careke din xala 140’emîn nîqaş bike. Çima vê dikin? Çimkî yên gelekî xurt dikin saziyê wê ne. Veguherînên civakî ne bi kesan, bi saziyên wan ê xurt pêkan e. Heta ev sazî neyên avakirin, wê ew gel tim û tim bi xerabiyan re rû bi rû bimîne. Pêdiviya kurdan bi guherîn û veguherînê heye. Rewşa niha em diêşînin û li xweşa me naçe. Nexwe divê demildest pergala me biguhere. Biçûk an mezin divê partî û saziyên li her çar perçeyan ne berjewendiyên xwe, pêşî berjewendiyên gel û civakê esas bigirin. Çimkî li ber kurdan tuneleke dirêj û tarî heye. Heger di destê vî gelî de ronahiyek û meşaleyek tunebe, em ê nikaribin wê tunelê derbas bikin. Meşaleya di dest me bîr û vîn e.”

Îxanet ji Enkîdo heta niha didome

Colemêrgî bal kişand ser îxanetên li ber yekitiyê dibin asteng û anî ziman ku di dîroka hemû gelên hatine dagirkirin îxanet heye û wiha pêde çû: “Di dîroka Kurdistanê de şerên mezin di navbera deştî û çiyayiyan de pêk hatiye. Îro şerê li Rojava, Kerkûk û derdorên wê didome 4 hezar û 500 sal in didome. Bi sedan sal in deştî hewl dane Mezopotamyayê bi dest bixin û çiyayan jî li ber xwe dane. Akaq, babîlî asûrî û ereb deştî ne. Yên 4 hezar û 500 sal in li hemberî wan li ber xwe didin jî Med, Mîtanî, Ûrartî û kurd in. Tişta ecêb jî gava di navbera deştî û çiyayiyan de şer dest pê kirine, aha wê çaxê dîroka îxanetê jî derdikeve holê. Bi sedan sal berê Asûriyan hevdîtin bi kurdan re çê kiriye û xwestine wan ber bi xwe ve bikişînin. Ev rewşa belawela û perçebûyî ya kurdan, bûye sedema îxanetên mezin jî. Gelek eşîretên kurdan carinan li gel Safewiyan, hin jê li cem osmaniyan, asûrî û ereban cih girtine. Ev îxanet ji Enkîdo heta niha didome. Çima? Çimkî di tu serdemê de mîrekî kurdan rêz ji bo mîrekî din nîşan nedaye. Eynê wekî Enkîdo. Enkîdo, çiyayî ye lê li cem Gilgamêşê deştî cih digire û dibe sedema tunebûna piraniya çiyayiyan. Eynê tişt hat serê Împaratoriya Medan jî. Pismamê qralê Medan Harpagos, gava şer gur bûbû derbasî hêla Persan bû kir ku gelê wî di şer de têkbişikê. Mixabin ev îxanet hîn jî didome. Ji ber van tiştan em dibînin ku kurd nebûne yek. Heger yekitiya neteweyî hebûna, wê ev îxanet heta niha dewam nekirana.”

Îxaneta Zeynel Begê

Her wiha Colemêrgî ji bo îxanetên çê bûne jî bal kişand ser Zeynel Begê û birayê wî Bîdax Begê ku xwestine bibin mîrê Colemêrgê û axaftin xwe wiha bi dawî dike: “Di sala 1550’yî de Zeynel Beg û birayê wî Bîdax Beg hene. Bîdag, ji bo bibe mîrê Colemêrgê berê xwe dide Îranê, diçe cem Şah Tahmaz. Zeynel Begê jî berê xwe dide Stenbolê, cem Osmaniyan. Di sala 1548’an de Wan dikeve destê Osmaniyan. Osmanî, ji bo Zeynel Begê bibe mîr talîmatekê dişîne. Zeynel Beg tê Wanê û li Waliyê Wanê Ferhat Paşa dibîne. Ferhat Paşa jê re dibêje; ‘Tu nikarî wisa bi rihetî li ser wî textî rûnê. Birayê te Bîdag çûye Îranê cem Şah. Divê tu yan wî bi saxî yan jî mirî bînî, paşê bibî mîr.’ Zeynel Beg jî diçe birayê xwe zevt dike û radestî Waliyê Wanê dike û dibe mîrê Colemêrgê. Ev bûyer di sala 1550’yî de diqewime lê ev qas sal di ser re derbas bûne hîn jî qedera kurdan heman tişt e. Gava ev bûyer qewimiye, hîn Amerîka nebûye dewlet. Ev birîn birîneke pir kevn e. Niha ev serdest li vê xakê hebûna kurdan jî tamûl nakin û ji bo kurd bibin 7-8 perçe têdikoşin. Bi van qewimînan em dibînin ku îxanet bûye sedema çi. Divê kurd piştî evqas tiştan êdî stratejiya xwe biguherînin û teqez bihevre tevbigerin. Heger hûn difikirin bi hev re bifikirin” WAN

Dikarî Biecibînî