Bayik: Tirkiye li Rojava dê derbên mezin bixwe

Navenda Nûçeyan

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir li Rojhilata Navîn statû û hevsengiyên nû çêdibin û têkoşîna gelan dê di vê pêvajoyê de diyarker be. Bayik dagirkeriya dewleta tirk a li Rojava jî weke ketina nava bîreke kûr pênase kir û diyar kir ku îxtîmaleke mezin dê derbên mezin bixwe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV’yê bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tunç.

Çend xalên sereke yên axaftina Cemîl Bayik wiha ne:

“Li rojavayê Kurdistanê berxwedaneke rûmetê heye. Di vê berxwedanê de gelê leheng, şervanên fedaî li dijî dagirkeriya dewleta tirk berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Gelê me, şervanên li dijî dagirkeran têdikoşin silav dikim û hurmetên xwe ji bo wan nîşan didim. Hemû şehîdan jî bi bîr tînim.

Li Rojhilata Navîn, Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye. Du aliyên esasî yên vî şerî hene. Aliyekî xwe ji bo cîhanê ye û aliyê duyemîn jî ji bo Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn ne mîna herêmên din ên cîhanê ye. Xwedî taybetmendiyekê ye. Her tiştî li Rojhilata Navîn dest pê kir. Di bingeha cîhanê de Rojhilata Navîn heye. Rojhilata Navîn di hevsengiyên cîhanê de esas in.

Hilweşîna Sovyetan û hewldanên DYA’yê

Piştî ku Sovyet ji hev belav bû, li Rojhilata Navîn jî hevsengî têk çûn û valahiyek afirî. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku xwe weke pêşengê kapîtalîst modernîteyê dibîne, xwest vê valahiyê dagire û bi vî rengî dest li Rojhilata Navîn werda. Bi vî rengî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dest pê kir. Xwest desthilatdariyên berê yên ku ji bendewariyên wan re nedibûn bersiv biguherîne û desthilatdariyeke nû ava bike ku bikeve xizmeta sîstemê.

Rewşeke nû li Rojhilata Navîn diafire

Rojhilata Navîn di nava têkoşîn û şerekî mezin de ye. Gelek guhertin çêbûn û dê hîn bêhtir jî çêbibin. Rojhilata Navîn, gelên herêmê, desthilatdariyên herêmê êdî mîna berê nabe. Statuya beriya Şerê Sêyemîn a Cîhanê hebû êdî nameşe, dê tê de guhertin pêk were. Rewşeke nû li Rojhilata Navîn diafire.

Cîhaneke nû tê avakirin

Di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de eniyên dijberên hev hebûn. Eniyên desthilatdaran li hemberî hev şer dikirin û wan piştre statuyek ava dikirin. Lê belê di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de hate dîtin ku êdî mîna berê eniyên dijberî hev nînin. Desthilatdar hem li dijî hev şer dikin û hem jî bi hev re di nava têkiliyê de ne. Her wiha gelên herêmê xwe bi rêxistin kirine û têdikoşin. Anku statuya nû tenê ji aliyê desthilatdaran ve nayê afirandin. Desthilatdar nikarin li gorî xwe statuyê çêbikin. Têkoşîna gelan bandorê li wan jî dikin. Lewma hevsengî û statuya nû dê li ser vî esasî biafire. Ango têkoşîna gelên Rojhilata Navîn dê bandorê li vê bike. Şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime dê ne tenê statu û hevsengiyên nû li Rojhilata Navîn biafirîne, di heman demê de dê diyar bike bê ka dê cîhaneke çawa biafire.

Cîhanê rastiya kurdan qebûl kir

Tirkiye dixwaze bi navê kurd û Kurdistanê tiştek li holê nemîne. Dixwaze kurd ji holê bê rakirin. Yên ku niha li Rojhilata Navîn serkêşiyê ji sîstemê re dikin, ew naxwazin kurd bi temamî ji holê rabin. Ji ber ku dibînin ku êdî ne mimkûne kurd ji holê rabin. Berê siyaseta wan jî bi wî rengî bû, piştgiriya Tirkiyeyê dikirin. Lê belê êdî dibînin ku ew ne mimkune, kurd têgihiştî bûne û têdikoşin. Ji ber wê ew mîna Tirkiyeyê nêzî kurdan nabin. Bêguman ew Tevgera Azadiyê, kurdên azad qebûl nakin, dixwazin kurdekî di xizmeta wan de hebe. Dixwazin kurdan bixin xizmeta xwe. Ev yek di navbera wan û dewleta tirk de nakokiyek afirand. Ji ber ku weke hev nafikirin. Yek dixwaze ji holê rabike yek jî dixwaze bixe xizmeta xwe. Ev di navbera wan de nakokiyan çêdike lê ev nakokî taktîkî ne. Dema ku gel têkoşîna azadiyê bi pêş ve diçe, yekser li ber radibe. Weke mînaka Rojava.

Amerîka bi tena serê xwe nikare pêşengiyê ji kapîtalîzmê re bike

Amerîka pêşengiyê ji sîstema modernîteya kapîtalîst re dike. Amerîkayê xwest bi tena xwe li Rojhilata Navîn guhertinê çêbike. Lê belê nekarî bû. Ji ber ku ne sîstema kapîtalîzmê weke berê ye, ne jî pêşengiya Amerîkayê ji bo sîstemê weke berê ye. Ji ber vê yekê Rûsya û Çîn li Rojhilata Navîn ketin dewrê. Bi taybetî jî li Sûriyeyê ketin dewrê. Lewma di navbera hêzên kapîtalîst modernîteyê de hem nakokî hene û hem jî bi hev re kar dikin. Weke berê eniyên dijberî hev çênabin. Di heman demê de hêzên kapîtalîst modernîte û desthilatdariyên herêmê pêwîstiya xwe bi hev hene, lewma wê bi hev re tevbigerin.

Gelên herêmê jî çawa ku ew hêz bi hev re tevdigerin, ew jî dê bi hev re tevbigerin. Ev li Rojava tê dîtin. Her ku diçe ev yek li Rojhilata Navîn jî bi pêş dikeve. Ji ber ku ger gel bixwaze encamê werbigire divê ew jî bi hev re tevbigerin. Şerê ku niha li Rojhilata Navîn tê meşandin jî li ser vî esasî bi pêş dikeve.

Jinên kurd şoreşa Neolîtîkê bi şêwazên nû didomînin

Li vê herêmê, li Kurdistanê jinên kurd li dijî her desthilatdariyê radiwestin. Şoreşa Neolîtîk di serdema heyî de bi şêwazeke nû didomînin, temsîl dikin. Jinên kurd ne tenê ji bo xwe lê belê ji bo tevahiya jinan azadiyê diafirînin. Ev yek jî bandoreke mezin li tevahiya mirovahiyê, bi taybetî li jinan dike.

Statûyên bêyî vîna gelan dê neyên qebûlkirin

Sîstema kapîtalîst modernîte ger hewl bide statu û hevsengiyên ku bêyî hesabkirina îradeya gelan ava bike, dê gelên herêmê vê yekê qebûl nekin, dê li dijî wê rawestin. Gelên herêmê êdî koletiyê qebûl nakin, dê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bidomînin. Rêber Apo ji bo gelan, ji bo mirovahiyê paradîgmaya nû afirand. Ev paradîgma dewletê, desthilatdariyê esas nagire. Xweseriya demokratîk, neteweya demokratîk esas digire. Jiyaneke azad li ser bingeha demokratîk, ekolojîk azadiya jinê diafirîne. Ev yek li Rojava şênber bû. Vê yekê bandor li gelên herêmê jî kir, bandor li yên cîhanê jî kir. Her ku diçe cîhan li vê xwedî derdikeve. Ji ber ku cîhaneke nû, jiyaneke nû di nêrîna Rêber Apo de dibîne. Gel û tevgera ku vê paradîgmayê esas digirin her ku diçe xurtir dibin. Lewma desthilatdar çi dikin bila bikin nikarin gelan asteng bikin.

Hêzên herêmê, gelên herêmê divê tenê parastinê ji xwe re esas negirin. Taybetmendiya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ew e ku her kes dixwaze berjewendiyên xwe xurt bike. Destkeftiyên xwe xurt bikin, yên nû biafirînin. Ji bo wê kar dikin. Gel û şoreşger di Şerê Cîhanê yê sêyemîn de divê hîn bêhtir bixebitin, têbikoşin. Bi destkeftiyên heyî îdare nekin. Divê li ser wan ên nû, yên mezintir bi dest bixin, vê yekê ji xwe re esas bigirin. Divê bi vî ruhî têkoşînê mezintir bikin. Ji bo karibin şerê azadiyê bikin, xwe ji desthilatdariyê rizgar bikin, lazime demokrasiyê ji bo xwe esas bigirin. Divê xwe li tax, kolan, gund, bajar û her deverê birêxistin bikin. Di binî de demokrasiyê biafirînin. Demokrasiya herêmî pêk bînin ku karibin encamê bigirin.

Dewleta tirk dijminê esasî ye

Dewleta tirk ji bo hemû gelên herêmê û hêzên demokratîk dijminê esasî ye. Ji ber wê hem kurd hem jî gelên din divê vê rastiyê baş fêhm bikin. Li dijî dewleta dagirker, qirker bi hev re têbikoşin. Wê demê dikarin encamê wergirin. Dewleta tirk bi hêza ji hêzên navneteweyî û herêmî werdigire êrîşên dagirkeriyê dike. Gelên herêmê jî divê hêza xwe bikin yek û li dijî vê têbikoşin. Wê demê dikarin encamê wergirin.

Têkiliya Amerîka, kurd û tirkan

Amerîka siyaseta xwe çi bû? Dixwest hem kurdan hem jî Tirkiyeyê ji bo xwe li Sûriyeyê bi kar bîne. Bi vî rengî karibe Sûriyeyeke li gorî armancên xwe ava bike. Amerîkayê tu carî dest ji Tirkiyeyê berneda. Ji ber ku Tirkiye endamekî NATO’yê ye. Bi kurdan re jî têkilî danî, lê bi Tirkiyeyê re jî têkiliya xwe domand. Amerîkayê xwest ku kurdan û Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên xwe, li gorî bernameya xwe bimeşînin û nêzî xwe bike. Lê belê Tirkiyeyê qebûl nekir, ji ber ku Tirkiye dijminahiya kurdan dike. Dixwaze kurdan ji holê rake. Bi rengekî aşkera digot, ya tu yê bi min re bî yan jî tu dê dijminê me bî.

Xwestin kurdan qels bikin û bixin xizmeta xwe

Amerîkayê jî xwest ku di navbera Tirkiye û kurdên Rojava de têkiliyekê pêk bîne ku herduyan jî bike xizmeta xwe. Texmîn dikir ku wê di vê siyasetê de encamê werbigire. Dema ku dît ku Tirkiye vê qebûl nake, hingî Tirkiye esas wergirt. Ji ber ku berjewendiyên xwe hîn bêhtir bi Tirkiyeyê re dît. Ji ber ku dewleteke NATO’yê ye. Rast e bi kurdan re li dijî DAIŞ’ê têkiliyeke taktîkî meşandin. Piştî ku derb li DAIŞ’ê ket, hingî têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re meşand. Piştre bi Tirkiyeyê tifaqek ava kir. Bi vî rengî karibe ‘herêmeke parastinê’ ava bike. Ji kurdan jî xwest ku vê qebûl bike. Kurdan ev qebûl nekirin. Bi vê yekê pêşî li Tirkiyeyê vekir ku bikeve rojavayê Kurdistanê, bakurê Sûriyeyê. Piştî ku berxwedanek hate nîşandan, dîtin ku pêşî li vê rewşê negire dê ji bo wan nebaş bibe. Lewma bi Tirkiyeyê re rûniştin tifaqeke çêkirin. Armanca wê tifaqê pêşîvekirina li Tirkiyeyê ye. Ji bo rewakirina dagirkeriya Tirkiyeyê bû. Bi Tirkiyeyê xwest kurdan lawaz bike, bi temamî mecbûrî xwe bike ku kurd daxwaza Amerîkayê qebûl bike ku bikeve xizmeta Amerîkayê. Bi vî rengî xwest bi Tirkiyeyê re Sûriyeyeke nû ji bo armancên xwe ava bike. Bernameyek wiha weşand.

Hem Amerîka û hem jî Rûsya ji bo qirkirinê rê didin Tirkiyeyê

Paşê Rûsya kete dewrê. Rûsyayê dît ku Amerîkayê rê da Tirkiyeyê, hêzên xwe vekişand, wan jî bi Tirkiyeyê re tifaqek çêkirin. Ji ber ku dîtin ku Tirkiye pir lawaze, bi wê tifaqê xwest ku ji lawaziya Tirkiyeyê sûdê werbigire. Hem Amerîka û hem jî Tirkiyeyê kurd kirin qurban, ji bo armanc û berjewendiyên xwe. Hem Amerîkayê û hem jî Rûsyayê pêşî li Tirkiyeyê vekirin. Tirkiyeyê li dijî kurdan bi kar tînin. Ji ber ku fêhmkirin zafiyeta Tirkiyeyê kurd in. Hem Amerîka û hem jî Rûsyayê ev kirin. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Amerîka û Rûsyaye ji bo kurdan weke hev e. Temamî dijminahî ye, ji bo qirkirina kurdan alîkariya ji bo Tirkiyeyê ye. Rastî wiha ye. Ne agirbest heye, ne hewldanek ji bo çareseriyê heye. Bi temamî pêşî li Tirkiyeyê vekirine ku tirk, kurdan qir bikin. Tirkiyeyê jî ji xwe vê yekê aşkera dibêje, dibêje ‘ez ê qir bikim’. Dibêje ‘Ez ê tirkan li wê herêmê bi cih bikim, ez ê çeteyan bi cih bikim’. Bi vî rengî tola xwe jî ji kurdan hiltîne. Ji ber ku kurdan derbeke mezin li DAIŞ’ê xistin, Tirkiyeyê DAIŞ’î kişand nava xwe, bi rêxistin kir û niha li Serêkaniyê û Girê Spî li dijî kurdan bi kar tîne.

Armanca Tirkiyeyê çi ye? Ya yekemîn dixwaze kurdan qir bike, ya duyemîn jî dixwaze demokrasiya heyî ji hole rabike. Siyaseta ku niha li derveyî welat dimeşîne dewama siyaseta li nava Tirkiyeyê ya li dijî hêzên demokrasiyê ye. Lewma dixwaze Li Sûriyeyê kurdan qir bike û sîstema demokratîk ji holê rabike. Dixwaze Sûriyeyeke weke dixwaze çêbike, bi rêya çeteyan. Ji xwe dibêje ‘min hêzeke milî ava kir ji bo Sûriyeyê. Ango li dijî Sûriyeyê artêşek ava kiriye.

AKP DAIŞ bi xwe ye

Li Sûriyeyê aramî, aştî zû çênabe. Ji ber ku Tirkiye bi zîhniyeta DAIŞ’ê kete Sûriyeyê. AKP DAIŞ bi xwe ye. Hêzên ku bi navê ‘hêza milî’ bi kar tîne jî bi temamî çete ne, çeteyên DAIŞ’ê, El Nusrayê ne. Ev çete talanê dikin, kuştinê dikin, hemû xerabiyê dikin.

Çiqas di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de tifaq heye û Rûsya û Tirkiyeyê tifaqeke nû jî çêkirin di navbera xwe de ku Tirkiye wê dagirkeriyê bidomîne, ew rewa kir. Ev heta dawiyê nameşe. Diyare ku Sûriye, Îran heta Rûsya jî heta dawiyê nerazî ne. Diyare ku ev yek dê di navbera wan de pirsgirêkan çêbike. Dibe ku bigihêje asta şer jî. Ew îxtîmala mezine.

Tirkiye dibêje, ‘Ez serkeftî me’, propagandaya vê jî dike. Ev çiqasî raste nediyare. Tirkiye kete bîreke kûr. Niha hem Amerîka û hem jî Rûsya ji bo armancên xwe bi kar tîne. Tirkiye her wiha dijminatiyê li kurdan dike. DAIŞ û çeteyên mîna wan bi kar tîne. Sûc li ser sûcan dike. Li gorî qanûnên navneteweyî ketina nava Bakurê Sûriyeyê neraste, ji xwe kes qebûl nake. Kes li pişt Tirkiyeyê nasekine lê nabe xwedî. Dewletên ku rê dan Tirkiyeyê, tifaq kirin jî nikarin ji gelê xwe re îzah bikin.

Tirkiye hem dijminatiyê li kurdan dike, her wiha ket navbera Rûsya û Amerîkayê, dê ji vir çawa derkeve nediyare. Îxtîmaleke mezin di vir de derbên mezin jî bixwe. Ew îxtîmale pir mezine.”

Dikarî Biecibînî