Çiya Kurd: Dewleta tirk dixwaze El Nusra û DAIŞ’ê li Rojava bi cih bike

Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd got ku êrîşên li dijî Rojava bi erêkirina Trump pêk hatin. Çiya Kurd da zanîn ku heta ku êrîş li ser Rojava hebin ew jî dê li ber xwe bidin. Kurd da zanîn ku dewleta tirk dixwaze li Girê Spî û Serêkaniyê çeteyên El Nusra û DAIŞ’ê û malbatên wan bi cih bike

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî qewimînên li herêmê û rewşa dawî pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) nirxand.

Bedran Çiya Kurd got ku dewleta tirk di 9’ê cotmehê de bi tevlêbûna nêzî 15 hezar çete û hemû teknolojiya xwe bi awayekî dijwar êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kir. Kurd wiha dom kir: “Wisa plan kiribûn ku di 2-3 rojan de hemû herêmê dagir bikin. Lê berxwedaneke bêhempa hat nîşandan. Berxwedanê li raya giştî ya cîhanê deng veda. Êrîşên ku tê de çekên qedexekirî tên bikaranîn hê jî didomin. Dewleta tirk û çeteyên wê agirbestê binpê dikin. Li dijî êrîşên hovane jî hemû gelên herêmê di heman eniyê de li ber xwe didin.”

‘Herî kêm 510 sivîl hatin kuştin’

Kurd da zanîn ku di êrîşên heta niha de 510 sivîl hatine qetilkirin û zêdetirî hezar û 700 sivîl jî birîndar bûne. Kurd wiha pê de çû: “Zêdetirî 350 şervanên HSD’ê jî şehîd bûn. Heta ku dagirkerî hebe dê berxwedan jî bidome. Dewleta tirk û çeteyên wê ji saetên destpêkê yên agirbestê ve agirbestê binpê dikin. Dewleta tirk ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe li pey firsendê digere. Mal û milkê gel talan dikin. Li dijî sivîlan hemû cureyên sûcên mirovahiyê tên kirin.”

‘Hevdîtina Trump û Erdogan bêencam ma’

Bi berdewamê jî Kurd wiha got: “Trump û çend rayedarên DYA’yê dibêjin ‘agirbest baş diçe.’ Lê Trump ê ku berpirsyarê agirbestê ye, ji vê berpirsyariyê direvin. Divê Trump xwedî helwest be. Lê xuyaye ku bê helwest e. Agirbest baş naçe û şer roj bi roj girantir dibe. Dema di hevdîtina Trump û Erdogan a di 13’ê mijdarê de ku Trump di got; ‘agirbest baş birêve diçe’ de jî dagirkeran êrîşî Til Temirê dikir. Li dijî herêmên xiristiyanan êrîş hatin kirin. Li gorî min hevdîtina dawî ya Erdogan û Trump bêencam bû. Li gorî me ev hevdîtin desteka ji bo êrîşên dewleta tirk bû. Ji bo dewleta Tirk hê bêhtir êrîşên xwe giran bike cesaret girt.”

‘Dixwazin DAIŞ û El Nusrayê birêxistin bikin’

Bedran Çiya Kurd bi lêv kir ku heta hişmendî û siyaseta dewleta tirk a niha bidome, dê DAIŞ bi dawî nebe û wiha pê de çû: “Tirkiye naxwaze DAIŞ bidawî bibe. Êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya tolhildana DAIŞ’ê. Dewleta tirk dixwaze li herêmê HSD’ê lawaz bike û komeke weke DAIŞ û El Nusrayê ava bike û birêxistin bike. Dewleta tirk çeteyên El Nusra yên li Idlib û Efrînê di êrîşan di bi kar anîn. Ev hemû weke nav, dîrok û cih hatiye îspatkirin. Dixwaze li Girê Spî û Serêkaniyê van komên çete û malbatên wan bi cih bike. Di nava van koman de beşeke biyanî jî hene. Têkiliya dewleta tirk û DAIŞ-El Nusrayê careke din derket holê. Ebubekir Bexdadî û berdevkê DAIŞ’ê li herêma di bin kontrola a wan de hatin kuştin. Ev jî vê têkiliyê radixe ber çavan. Van çeteyan li dijî Ewropa û cîhanê weke gef bi kar tîne û dixwaze ji bo qirkirina kurdan piştgiriyê bigire.”

Hevdîtinên bi Şamê re

Têkildarî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de jî Kurd wiha got: “HSD û Rêveberiya Xweser her tim bi erênî nêzî diyalogên bi Şamê re bûye. Ji ber ku li Sûriyeyê çareseriya hevpar esas digre. Ev serî de stratejiyeke. Girîngiyê dide diyaloga bi hemû aliyên li Sûriyeyê re. Şam her demê vê diyalogê asteng dike û amade nîne. Xwedî proje nîne. Ev yek ji daxuyaniyên Beşar Esad jî diyar dibin. Di daxuyaniyê de dixwaze em teslîm bibin. Dixwazin bêyî ku lihevkirin hebe, vegerin beriya 2011’an û li saziyên girêdayî me bicih bibin. Bi vê helwestê re jî diyalog nabe. Tirkiye û Îran jî dixwazin diyalogê asteng bikin. Daxuyaniyên ku dibêjin Rêveberiya Xweser diyalogên bi Şamê re rawestandine, nerastin. Rûsya ji bo van hevdîtinan gelek caran bang kir û bû navbeynkar. Me nexşeyeke çareseriyê pêşkêşî Rûsyayê kir. Em naxwazin bibin qurbanên nakokiyên dinavbera Rûsya û Amerîkayê de.”

Peymanên bi rejîmê re

Çiya Kurd da zanîn ku piraniya peymanên wan ên bi rejîmê re, mijarên leşkerî ne û wiha dom kir: “Di vê mijarê de heta niha gavên girîng hatine avêtin. Bi navbeynkariya Rûsyayê de di nav bera me û Şamê de li Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Dirbesiyê û heta Dêrikê li ser xeta sînor peymanekî leşkerî hate kirin. Li gorî peymanê dê HSD e paşve vekişe û dê dewriyeya rûs-tirk pêk were. Peymana me ya bi Rûsya-Şamê re hê didome û gavên girîng hatine avêtin. Hinek pirsgirêk û astengî hene. Divê hemû aliyên peywendîdar peymanê li ber çavan bigrin û pirsgirêkê çareser bikin. Pêkanîna vê peymanê û gihandina encamê ji bo me gelek girîng e.”

Stratejiya Rêveberiya Xweser

Der barê nexşerê û planên Rêveberiya Xweser ên ji bo pêşeroja  herêmê jî Kurd ev tişt destnîşan kir: “Ji destpêkê ve em xwedî xeteke siyasî ne. Li ser vê xetê jî parastina herêmê, rêveberî, avakirina Sûriyeyeke yek parçe û tifaqa bi rejîma Sûriyeyê re heye. Plan û stratejiya me ya bingehîn ev e. Di mijara yekparçebûna Sûriyeyê de di çarçoveya Rêveberiya Xweser, hêza leşkerî û parastina hebûna wê em pêşerojê difikirin û kar dikin. Ji bo vê em dixwazin bi Şam ê re peymanekî mayînde çêbikin. Nexşerêya me bi vî awayî ye. Em dixwazin Rûsya-DYA û Koalîsyona Navneteweyî ji bo diyaloga me ya bi Şamê re rolekî aktîf bilîzin.”

Sekna Trump

Kurd destnîşan kir ku ew li dijî planên qetilkirinê yên dewleta tirk alîkariyê ji hêzên navdewletî dixwazin û wiha derbirî: “Lê mixabin helwestekî diyar a DYA û Rûsyayê ya ji bo sekinandina êrîş û qirkirinên dewleta tirk nînin. Ev helwest hêz û cesaretê dide dewleta tirk. Ger di roja yekem de Trump leşkerên xwe venekişandibûna dewleta tirk nedikarî êrîş bike. Ger DYA’yê qada hewayî qedexe bikira ne mimkun bû ku dewleta tirk êrîşî herêmê bikira.”

‘Dewleta tirk di her alî de hate dorpêçkirin’

Herî dawî jî Bedran Çiya Kurd ev tişt anî ziman: “Helwesta hemû dost û gelê cîhanê ya li dijî êrîşan ji bo me rûmete. Rêveberiya Xweser, YPG, YPJ û HSD’ê cara yekem ji derve piştgiriyek wiha girt û bûn xwedî dost. Li dijî êrîşan hema bêje hemû cîhanê li cem me cih girt. Ji bilî Macaristan û Qeterê tu kesî piştgirî neda dewleta tirk. Li dijî êrîşan, berxwedana HSD’ê, gelê heremê û cîhanê û û saziyên dost zexteke mezin li dewleta tirk û çeteyên wê kir. Bû sedem ku di her alî de dorpêç bibe. Em vê rewşê gelek girîng û bi nirx dibînin. Em dixwazin ev helwesta siyasî û fermî tenê di gotinan de nemîne. Tenê şermezar kirin û qebûl kirin ji bo dewleta tirk girîng nîne. Em li bendê ev derdor gavên pratîkî biavêjin.”

Dikarî Biecibînî