KNK: Divê gelê me yê Rojhilat bibe yek û di eniyekê de têbikoşe

Navenda Nûçeyan

KNK’ê û Komeleyê bi daxuyaniyên cuda diyar kirin ku ew bi gelê Rojhilat û Îranê re ne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê gelê kurd li dijî rewşa heyî yekitiya xwe ava bike û li hemberî rejîma Îranê di heman eniyê de têbikoşe

Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ku ji bo protestokirina bihakirina benzînê û polîtîkayên aboriyê yên rejîma Îranê hatine destpêkirin her ku diçe berfirehtir dibin. Têkildarî mijarê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hizba Komunist a Îranê (Komele)  daxuyaniyên cuda dan û piştgirî dan çalakvanan.

KNK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku rêjîma Îranê ev bi dehan salane hemû aliyên jiyanê yên civakê xistine bin kontrola xwe û bi şêwaza tundiyê rê li pêşiya hemû bizaveke azadî û demokrasîxwaziye girtiye. Daxuyanî wiha dom kir: “Îran ji ber kûrbûna nakokiyên bi cîhana derve û bi taybet bi Amerîkayê re, ketiye dorpêçeka berfireh a aborî, darayî û leşkerî.”

Di berdewamê de jî KNK’ê wiha got: “Dewleta Îranê tenê bi rêya qeyran û xuliqandina krîzan dikare mana xwe ya li ser desthelatê didomîne. Li cihê ku çareseriyê pêş bixin, çalakvanan dixe zindanan, digire û dikuje. Kuştina gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê yên di demên dawî de mînaka rojev û karnamereşên rêjma kevneperest a Îranê ne. Divê gelên serhildêr bizanin ku serkeftina wan tenê bi tifaq û yekitiyê pêkane. Gelê kurd li Rojhilat û parçeyên din xwedî tecrubeyeke mezine. Gelê faris jî divê piştgiriyê bide daxwazên gelê kurd û gelên din.”

Piştgirî dan çalakvanan

KNK’ê wiha pê de çû: “Em piştgiriyê didin çalakiyên gelê me yê Rojhilat û gelên Îranê. Daxwazên wan rewa ne û çalakiyên wan mafekî bingehîn e. Divê rejîma Îranê dev ji kuştina gel berdeû bersivê bide daxwazên wan. Em bang li hemû kurdên li her çar parçeyan dikin ku piştevanên xelkê rojhilatê Kurdistanê bin. Ji bo pûçkirina êrîşên dagirkeriyê yên rejîma Îranê divê partî û rêxistinên me yên Rojhilat jî bibin yek, bi heman rengî bixwînin û di yek eniyê de tevbigerin.”

Daxuyaniya Komeleyê

Hizba Komunist a Îranê (Komele) jî bi daxuyaniyekê anî ziman ku rejîma Îranê li dijî çalakiyen rewa êrîşan dike û ev tişt destnîşan kir: “Bi bûyerên rojên dawî de xuya dibe ku rejîm dixwaze çalakiyan bi tundiyê tepisîne. Desthilatdariya Îranê ji bo mayîna xwe hemû sûcan dike. Lê Komara Îslamî dê li hemberî hemû çalakiyên li dijî Îranê çok dane. Ji bo vê pêwîste herkes xwe ji bo hêz û xebatek giştî amade bike û biparêze. Îro Kurdistana şoreşger bi tenê nîne. Hemû gelên Îranê bi hevre ne û ji bo armancên hevbeş daketine qadan.”

Dikarî Biecibînî