PKK êdî di asta navneteweyî de pêşengiyê dike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku PKK bi têkoşîna azadiyê ya gelan ku pêşengiyê jê re dike, êdî bûye xwedî karaktereke gerdûnî û got, ev rastî wê di sala 42’an a têkoşînê de bêhtir xurt bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivî.

Karayilan destnîşan kir ku Tevgera Apoyî di esasê xwe de weke hêzeke mezin a fikrî derkete holê û wiha got: “Rastiya dagirbûna Kurdistanê ku Rêber Apo bi du gotinan anî ziman, di nava şert û mercên wê demê de xwedî wateyeke mezin û kûr bû. Di heman demê de du gotinên zehmet bûn ku bersiv û hewldaneke mezin jê re diviyabû. Rêberê me hîn di dema gavên destpêkê de kûrbûna di îdeolojî û felsefeyê de ji xwe re kir esas.”

Karayilan anî ziman ku dijminê li hemberî wan ku rewşeke hov û qirkeriyeke li derveyî mirovahiyê afirandibû, rêbaza xwe kuştin û tinekirin bû û wiha got: “Bi biryar bû ku civaka kurd bi vî rengî ji aliyê fîzîkî û çandî ve qir bike û teslîm werbigire. Li pêşberî vê rastiya mêtingeriyê ya înkar û tunekirinê, komê bêyî parastinê nekarîbû hebûna xwe bidomîne.”

Gava destpêkê û fedayîtî

Karayilan got ku koma Apoyî ya ku ji bo gelekî şûrê qirkirinê timî li ser digeriya dest bi têkoşîna hebûnê kir, haya xwe jê hebû ku metirsiyên mezin hene û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî nedibû ku bi rengekî saf tevbigere. Lewma koma pêşeng hîn di nîqaşên destpêkê de pirsa ‘Derfet hene ku li Kurdistanê xeteke azad û serbixwe bê meşandin, derfetên xweparastinê hene yan na?’ nîqaş dikir. Ji ber ku gelek kesan digotin ku bilêvkirina van mijaran jî mîna întixarê ye. Mijareke gelekî metirsîdar dihate dîtin.”

Karayilan destnîşan kir ku nîqaşkirin û têkoşîneke bi vî rengî bi tena serê xwe fedakariyeke mezin û sekneke fedayî bû.

Karayilan anî ziman ku di nava şert û mercên wê demê de dewamkirina hebûna xwe, parastina nêrîn, rastiya îdeolojîk û felsefî tenê bi xweparastinê dibû û got, “Ev tespît tespîta sereke ya komê bû. Ji ber vê yekê têkoşîna çekdarî ji bo PKK’ê tercîh nebû, ji neçarî bû.”

Karayilan anî ziman ku sedemeke din a xweparastinê jî rastiya heyî ya Rojhilata Navîn bû û destnîşan kir, ku zext û tundiya dewletên netewe yên bi destê hêzên desthilatdar ên li Rojhilata Navîn hatin avakirin yek ji sedemên xweparastinê bûn.

Karayilan destnîşan kir ku nebûna xweparastinê dihat wateya tunebûnê.

Rastiya parastina rewa

Karayilan got, “Bêguman xweparastin rasteiyeke ku xwe dispêre parastina rewa. Ev rastî di heman demê de ji bo hemû zindî, civak û çandan derbas dibe. Ji ber vê yekê parastina bi her şêweyî ya rastî, hebûn û nirxên civakî mafê herî rewa ye. Ev maf yek ji qanûnên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî ye. PKK’ê jî di çarçoveya vî mafê rewa de weke xeta parastina rewa, hêz û partiya pêşeng a gelekî biryara xweparastinê wergirt.”

Karayilan wiha got: “Îdîayên ku dibêjin, ‘Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê li pêşiya siyasetê astenge’ bêbingeh in. Eger hêza te, îrade û xweparastina te nebe tu nikare gotineke bi tenê jî bêje. Ev rastî wê demê jî hebû, niha hîn bêhtir eşkere ye. Li pêşberî zîhniyeta hovane ya qirker mêtinger eger tu xwe neparêze, tu sîstema xwe ya xweparastinê ava neke, tu ti carî nikare bibe hêz û nikare qala têkoşîna azadiyê bike.”

Karayilan di berdewama axaftina xwe de wiha got, “Rastiya ku êdî eşkere bûye wiha ye: Di nava şert û mercên Kurdistanê û Rojhilata Navîn de bêyî sîstema xweparastinê ti hêz nikare têbikoşe. Ti tevgera azadiyê nikare bi pêş ve bikeve û nikare xwe biparêze. Eger îro hinek hebin û sîstem wan qebûl dike, ev yek ji ber rewşa hevsengiyê ya şerê navbera PKK’ê û dewleta tirk pêkan e. Ji vê hevsengiyê sûdê werdigirin û bi vî rengî hebûna xwe dewam dikin.”

Şoreşa nava şoreşê

Karayilan bi dewamî got, “Rewşeke nû ye ku li Kurdistanê netewebûn, ruhê yekîtiya neteweyî afiriye, her wiha li dijî êrişên dijmin civakîbûn zindî bûye, bi taybetî paradîgmaya demokratîk ekolojîk a Rêber Apo ku xwe dispêre azadiya jinê ji salên 2000’î û pê ve li nava civaka Kurdistanê bi cih bû, jinên kurd di nava civakê de pêngavek avêtin û piştre li Kurdistanê neman her wiha gihîşt wê astê ku xîtabî gelên Rojhilata Navîn hemûyan bike. Ev yek şoreşa nava şoreşê ye.”

Karayilan destnîşan kir, ku destpêkirina Şerê Dinyayê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn û bûyerên niha li Rojhilata Navîn diqewimin, tespîtên destpêkê yên PKK’ê piştrast dikin û got, “Dema ku mirov li rewşê dinerin dikarin bi hêsanî bibînin ku PKK’ê bandoreke bi çi rengî kiriye.

Ji wan a yekemîn ew rastî ye, ku di nava şert û mercên niha yên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de yên nebin xwedî hêza xweparastinê wê nikaribin bibin xwedî hêz, wê nikarin îradeyekê temsîl bikin. Pratîka têkoşînê ya PKK’ê û rola wê vê rastiyê careke din eşkere dike. Ev yek nîşan dide ku rêbaza siyaseta têkoşîna civaka demokratîk a xwe dispêre xweparastinê ku PKK’ê hîn ji destpêkê ve girîng didît, di kîjan astê de derbasdar e. Şerê heyî yê li Rojhilata Navîn vê yekê bi eşkere nîşan dide.”

Karayilan bi vê armancê rewşa li Rojava weke mînak nîşan da û got, “Weke ku tê zanîn Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye, lê belê rêxistinên ku ji berê ve hewl didin xwe li wê deverê bi rêxistin bikin ji bo xweparastinê xwedî bernameyekê nebûn.”

Karayilan destnîşan kir ku eger YPG’ê dest li rewşê wernedabûya wê Rojava niha nebûya û got, “Ev nebûya niha li Sûriyeyê kurd nebû. Rêxistinbûna kurdên li Rojava bi rengê YPG’ê, parastina herêmên kurdan bi vî rengî û avakirina QSD’ê ne tenê Rojava li Sûriyeyê kir hêzek, tevî ku ji bo Kurdistanê bi temamî û Sûriyeyê roleke girîng lîst her wiha bi têkoşîna xwe ya destanî ya li dijî DAIŞ’ê xizmeteke mezin ji mirovahiyê re kir ku DAIŞ têk bir. Bi vê têkoşîn û serketina xwe kurd li dinyayê da naskirin, kir ku doza kurdan navneteweyî bibe. Aşkera ye ku ev yek roleke gelekî girîng û dîrokî ye.

Ev yek bi saya rêxistinbûna xweparastinê kirin. Eger ne ji xweparastinê bûya, mîna li Serêkaniyê ku çeteyan al hildan û kurd qewirandin, wê kurd li her deverê biqewirandibûna. Bi saya rêxistinbûna xweparastinê niha eşkere bûye ku rojavayê Kurdistanê li Sûriyeyê rastiyeke, hêzeke ku ji holê nikare bê rakirin. Hewldanên dewleta tirk ên ji bo dûrxistina kurdan ji nava Sûriyeya nû wê hewldanên bi kêr neyên. Gelê kurd bi saya berxwedana xweparastinê ya li Rojava şopeke ku jê neçe li Rojava hişt, di heman demê de veguherî hêzekê ku li tevahiya Sûriyeyê bi navê herêmê û mirovahiyê pêşketinên girîng afirand.”

Karayilan anî ziman ku eger tevgera jinên kurd niha li tevahiya dinyayê gihîştiye wê astê ku balê dikişîne ser xwe û di xeta azadiya jinê ya Rêber Apo de veguheriye hêzekê, ev yek bi saya rêxistinbûna tevgera jinê ya bi rengê xweparastinê pêk hatiye.

Karayilan destnîşan kir ku sedema herî girîng a îradebûna xurt a jinên kurd ku kes ne li bendê bû, îdeolojiya jinên azad a tevgerê ye.

Karayilan bi dewamî bal kişand ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Ocalan ku ji bo mirovahiyê bûye hêviyeke nû, derfetên jiyaneke nû û got, “Xeta PKK’ê ku li hemberî modernîteya kapîtalîst bi rastiya modernîteya demokratîk tevdigere, niha hem li dinyayê hem jî li Rojhilata Navîn gihîştiye wê astê, ku ji lêgerîna gelan a azadiyê re bibe bersiv. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê ya gelan ku PKK dimeşîne û pêşengiyê jê re dike êdî bûye xwedî karakterekî navneteweyî. Ev rastî wê her mezin û berfireh bibe.”

Karayilan got, “Ji destpêkê ve xeta ku PKK’ê ji xwe re kir esas têkoşîna civakî ye. Têkoşîna ji bo afirandina civaka demokratîk e. Ji bo vê jî xwe dispêre hêza xwe û bi vî rengî xwe dike hêzeke xwedî îrade. PKK’ê 41 salan, Tevgera Apoyî jî nîv sed sal in hewl dide di vê çarçoveyê de têbikoşin. Lewma em dibêjin ku sala 42’an a PKK’ê wê bibe saleke mezin û hem li Kurdistanê hem jî li herêmê û di asta navneteweyî de wê têkoşîna xwe ya azadiya gelan bigihîne asteke bilindtir.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî