Li herêmên hatine dagirkirin polîtîkaya asîmîlasyonê

Artêşa tirk a dagirker di çarçoveya projeya asîmîlekirin û parçekirina Sûriyeyê de binpêkirinên li ser şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî de didomîne, zimanê tirkî li ser şêniyan ferz dike,  dibistanan veguherandiye baregehên leşkerî

Di çarçoveya parçekirina Sûriyeyê û qutkirina herêmên ku ji aliyê dewleta titk û çeteyên girêdayî wê de, dewleta tirk a dagirker hewl dide bi heman rêbazan hemû herêmê dagir bike, ji Sûriyeyê qut bike, senaryoya Lîwa Skenderon dubare bike, imperatoriya osmanî û hevpeymana Milî vejîne.

Di vê dawiyê de di çarçoveya asîmîlekirinê û parçekirina Sûriyeyê bi biryara wezareta perwerdehî ya Tirkiyeyê zanîngeh û peymangeh li herêmên ku Tirkiye dagir kirine, li gorî meteryalên tirkî li Efrîn, Ezaz û Babê hatine vekirin.

Her wiha bi çavdêriya wezareta perwerdehiyê û zanîngeha Gazî Entab zanîngeha El-Şerîa li Ezazê û fekulteya aborî li bajarê Babê û fekulteya perwerdehiyê li Efrînê hatin vekirin. Ev zanîngeh bi koordîneya doktor Xesan Camûs ê ku di 2015`ê de xwe wek endamê DAIŞ`ê ragihandiye û çûye bajarê Reqqayê ji bo ku birîndarên DAIŞ`ê derman bike, hatin vekirin.

Doktor û çeteyê DAIŞ`ê Xesan Camûs bijîşkê hestiyan e û ji bajarokê Tîba El-Îmam ê parêzgeha Hemayê ye. Li kantona Efrînê ya dagirkirî xwe wek endamê DAIŞ`ê ragihand. Ew di nexweşxaneya Qenber de ya li Efrînê ku navê wê di nav çeteyan de bi navê nexweşxaneya Efrînê ya navendî tê naskirin, dixebite. Iyadeta wî li rex dibistana amadehî ya şerîayê ye. Artêşa tirk a dagirker wî wek çavdêrê zanîngehên ku li herêmên dagirkirî vekirine erkdar kiriye.

Dewleta tirk a dagirker li gel ku şêniyên herêmên dagirkirî neçarî xwendina bi zimanê tirkî û rakirina alên tirk li dibistan û saziyan dike, cilên dibistanên tirkî li ser xwendekaran ferz dike.

Dagirkerî û çeteyên wê bi zanabûn dibistanên wan herêman veguherandine bargehên leşkerî û cihên îşkencekirina sivîlan.

Li rex van binpêkirinan li ser asta perwerdehî, li piraniya herêmên dagirkirî tevliheviyek heye. Rojane çete li ser parvekirina milkên sivîlan bi hev dikevin.

Piştî ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an de Efrînê dagir kirin, bi zanabûn navên gundan veguherandin zimanê tirkî ji bo ku demografiya wê biguherin û sivîlan neçar bikin ku nasnameya tirkî rakin.

Ji aliyekî din ve teqînên ku li her derê rû didin û jiyana sivîlan dikin xeteriyê şêniyan nerehet dikin.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ji Cerablusê, Babê heya bigihêje Efrînê binpêkirinên xwe ji kuştin, revandin û îşkencekirina sivîlan zêde kirine. Êdî jiyan li wan herêman dijwar bûye.

Her wiha artêşa tirk a dagirker bi deh hezaran ji malbatên tirkmen li ser xeta sînor bi cih kirin û ji bo mayîna wan dabîn bike, alîkarî ji wan re pêşkêş kirin. Da ku ji rêxistinên navdewletî re bêje gundên Efrînê û herêmên dagir kirine bi xwe axa Tirkiyeyê ne.

Dorpêça rejîmê ya li ser efrîniyan

Xwendekarên Efrînê ji bo ku xwendina xwe temam bikin, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê dibistanên wêrankirî û yên ku çeteyan beriya ku ji herêmê werin qewirandin kiribûn bargehên leşkerî sererast kirin.

Lê xwendekarên herêma Efrînê ji ber tunebûna pêdiviyên xwendinê tevî wê jî rejîma Sûriyeyê Şehba kiriye bin dorpêçê, azar û zehmetiyan dikişînin. Rejîma Sûriyeyê bi wê tenê nekir lê belê şêniyên Efrînê weke ku ne ji gelê Sûriyeyê ne dihesbîne.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Hemêd Ristem û xwendekarên Efrînê axivîn.

Di destpêkê de Hemêd Ristem teqez kir ku di destpêka dagirkirina artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê de kantona Efrînê zêdetirî 70 dibistan li Efrînê wêran bûn, yên din jî veguherîne bargehên leşkerî û girtîgehan û diyar kir ku tevî wê jî dagirkerî bi biryara wezareta perwerdehî ya Tirkiyeyê zanîngeh û peymangeh di çarçoveya dagirkirina bakurê Sûriyeyê û dubarkirina senaryoya Lîwa Skenderon de vekirine.

Ferzkirina hegemoniyaya osmanî

Ristem destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker ji sedan salan ve hêvî dike ku bakurê Sûriyê dagir bike û hegemoniya osmanî ferz bike û wiha got: “Ew jî rêya guhertina demografiya herêman, ferzkirina zimanê tirkî û rakirina ala tirk li ser dibistan û saziyên mîna bajarên Tirkiyeyê.”

Her wiha Ristem ev tişt teqez kir: “Tirkiye hewl dide Sûriyeyê parçe bike, xêrûbereketa wê talan bike, çand û dîroka herêmê biçewsîne. Tevî bicihkirina malbatên tirkmenan, ji bo ku wê wek hincet li pêşiya rêxistinên navdewletî bigire û bêje herêm tirkî ye û gelê wê bi tirkî diaxive.”

Bi dehan dibistan hatin wêrankiri

Xwendekarê bi navê Ehmed Reşo yê di asta amadehî de diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrîşên xwe li ser Efrînê bi dehan dibistan wêran kirine û hinek din veguherandin bargehên leşkerî û girtîgehan ji bo ku şêniyan tê de îşkence bikin û got ku zimanê tirkî li şûna ya zimanê kurdî ferz kir.

Xwendekara bi navê Zêneb Meimo rave kir ku ew qebûl nake Tirkiye zanîngehan li kantona Efrînê veke û wihagot: “Em di şertên dijwar de li dibistanên hema bêje wêrankirî, li kantona Şehbayê xwendina xwe temam dikin.”

Di dawiyê de Zêneb bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dagirkeran ji Sûriyeyê derxînin û şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne vegerin warên xwe. Çavkanî: ANHA / Fîras Ibrahîm – Şehba

Dikarî Biecibînî