‘Erdogan dixwaze ji Qamişlo heta Mûsilê hemû herêmê dagir bike’

Hevseroka Kantona Cizîrê Nazîra Gavriye diyar kir ku dewleta tirk di tevahiya dîrokê de qirkirin kirine û polîtîkaya parçe bike û birêve bibe meşandî ye. Gavriye got ku Erdogan dixwaze ji Qamişlo heta Mûsilê hemû herêmê dagir bike û gelên herêmê jî li dijî vê hewldana dagirkeriyê li ber xwe didin

Hevseroka Kantona Cizîrê Nazîra Gavriye ku di çarçoveya xebatên dîplomatîk de li Ewropayê ye, têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê ji ANF’ê bi Mûrat Kûseyrî re axivî.

Nazîra Gavriye diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dizane ku dewleta tirk ji bo qirkirinê dest bi êrîşên dagirkeriyê kiriye û wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtina qirkirinê jî xwe ji hin herêman vekişand. DYA û Rûsya neçar hişt ku bi Tirkiyeyê re peymana leşkerî îmze bikin. Dewleta tirk di tevahiya dîrokê de polîtîkaya parçe bike û birêve bibe meşandiye. Qirkirin li ser qirkirinê kir. Piştî her qirkirinê hejmara me kêm bû. Gelê asur-keldan li Tirkiyeyê di nava zexteke giran de ne. Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê re, dewleta tirk oldarên li Deyrûlzafaran, keşîşxane û dêrên din neçar hişt ku ji bo leşkerên tirk ên tev li dagirkeriyê bûne dia bikin. Gelo ev leşker ji bo kuştina kê çûn? Dewleta tirk li her deverê, li dêrên me, li nava malbatên me jî sîstema sîxuriyê afirand.”

‘Malbat neçarî koçberiyê hatin kirin’

Gavriye bi bîr xist ku piştî bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re sînor diyar bûn, malbatên asur-suryanî di nava 3 dewletan de hatine parçekirin û wiha domand: “Bi taybetî yên li Sûriye û Tirkiyeyê xizmên hev in. Ji her du welatan jî gelek jê koçî Ewropayê hatin kirin. Piştî koçberiyê têkiliyên navbera malbatan qut bûn. Dema ku li hev kom bûn zehmetî kişandin ku hev fêhm bikin.”

‘Divê rejîm vekişîna HSD’ê weke firsendek nebîn’

Di berdewamê de jî Gavriye diyar kir ku parastina sînorên Sûriyeyê, erka artêşa Sûriyeyê ye û wiha pê de çû: “Heta ku pirsgirêka Sûriyeyê bi aştiyane neyê çareserkirin, zehmete ku ewlekariya gelê herêmê çêbibe. Her wiha ger artêşa Sûriyeyê hebûna siyasî ya li herêmê ji nedîtî ve bê, vekişîna HSD’ê ji bo xwe weke firsendê bibîne, li gorî xwe tevbigere û hewl bide serwer bibe wê demê rîska şer rû bide.”

‘Hin destûr da ku dewleta tirk Efrînê dagir bike’

Gavriye bi lêv kir ku dewleta tirk demeke dirêj sînorê xwe ji bo derbasbûna rêxistinên cîhadîst ji bo Sûriyeyê vekişî hişt û wiha derbirî: “Di şerê Sûriyeyê de roleke gelekî neyînî lîst. Beriya niha gef dixwar lê belê di nava çend salan de gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguhert dagirkeriyê. Hin welatan destûr dan wan û bi vî rengî Efrîn dagir kirin. Dewleta tirk û Erdogan ji bo têkbirina pergala me derewan dike û peymanên navneteweyî binpê dike.  Armanca dewleta tirk ew e ku ji Qamişlo heta Mûsilê dagir bike. Ger neyê astengkirin dê bixwaze demografyaya herêmê biguherîne û asur, suryan û kurdan ji xaka wan derxîne.”

Armancên Erdogan ên li herêmê

Bi domdarî jî Gavriye daxuyand ku Erdogan ji bo guhertina demografyayê hincetan diafirîne û wiha pê de çû: “Herî dawî PKK û kurd ji bo xwe kir hincet. Ev yek ji bo pêkanîna planên xwe yên li dijî herêmê hincete. Ji bo sîstema demokratîk ji holê rake bi her rê û rêbazê tevdigere. Komên cîhadîst ên li herêmê bi çek kir. Sîstema demokratîk a li bakurê Sûriyeyê û Gozarto (Cizîr) bi rastî jî Erdogan hejand. Li dijî vê dagirkeriyê, pêkhateyên herêmê jî li ber xwe didin. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de me 11 hezar şehîd dan. Me bakurê Sûriyeyê ji DAIŞ’ê paqij kir. Yek ji sê parên welat di destê HSD’ê de ye. Asur-suryan û gelên din di şer de li gel hev şer kirin. Bi dehan asur-suryan şehîd bûn. Lê belê em yên ku li dijî DAIŞ’ê şehîd bûn weke şehîdên xwe dibînin. Hin malbata 8-10 şehîd dan.”

Derewên çapemeniya dewleta tirk

Herî dawî jî Gavriye ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk, medyaya tirk û Erdogan derewan dikin. Dibêjin; ‘Pergala li bakurê Sûriyeyê ji aliyê kurdan ve tê birêvebirin. Kurd dixwazin Sûriyeyê parçe bikin.’ Lê belê her kes dizane ku gelên hindikahî yên li wê herêmê bi hev re bakurê Sûriyeyê bi rê ve dibin û li dijî dagirkeriyê bi hev re li ber xwe didin.” STOCKHOLM

Dikarî Biecibînî