Hevserokên DBP’ê: Bingeha xebata me dê bibe yekitiya neteweyî

Hevserokên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir diyar kirin ku esasê xebata wan dê bibe çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd. Hevserokan destnîşan kir ku dê DBP’ê jinûve birêxistin bikin û hewl bidin kadroyên pêşeng ên siyasî derxînin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 30’ê mijdarê de bi şîara ‘Em bi ruhê yekitiya neteweyî ber bi yekitiyê ve dimeşin’, 5’emîn Kongreya Navendî li dar xist. Di kongreyê de Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir weke hevserokên DBP’ê hatin hilbijartin. Aydenîz piştî ku hat hilbijartin, ji meclisa HDP’ê îstîfa kir û derbasî DBP’ê bû. Bi vê yekê re êdî parlamentereke DBP’ê jî di meclisê de heye. Hevserokên DBP’ê Aydenîz û Bayindir têkildarî rol û mîsyona DBP’ê ya nû û xebatên pêşerojê ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç û Mehmet Şah Oruç re axivîn.

Der barê mijarê de Saliha Aydenîz anî ziman ku kongreya wan rastiyeke dewleta tirk jî nîşan daye û wiha got: “Hevseroka me Sebahat Tuncel zêdetirî 3 salin girtî ye. Tevî ku hevseroka DBP’ê bû, ji ber rewşa xwe ya girtî nekarî tev li du kongreyan bibe. Bi nameyê peyam şand û beşdarî kongreyê bû. Ev rewşa siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê nîşan dide. Tirkiye bi taybetî ji 5’ê nîsana 2015’an ve bi konsepta şer û hiqûqa şer tê birêvebirin. Ji 5’ê nîsanê ve maseya diyalogê ya bi birêz Abdullah Ocalan re hate qelibandin û pêvajoya darbeyê dest pê kir. Bi KHK’yan bi dehan saziyên me hatin girtin. Hevserokên me hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin. Bi hezaran kedkar hatin îxrackirin.”

Pêşxistina tifaqa Kurdistanê ji xebatên sereke ne

Aydenîz diyar kir ku rol û mîsyona partiya wan diyar e û ev yek wiha nirxand: “Ji niha ve dê ev rol bikeve pratîkê. Herî zêde em ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û pêşxistina tifaqa Kurdistanê bixebitin. Bi vê boneyê em ê bêhtir li ser perwerde, sempozyum, kongre û konferansan bisekinin. Em ê li taxan bi gel re bicivin û perwerdehiyê pêş bixin. Em ê kadroyên siyasî pêş bixin. Di rêzikname û bernameya partiyê de jî ev yek heye. Em ê bêhtir plan û rêziknameyê têxin meriyetê.”

‘Divê deriyên Îmraliyê vebin’

Di berdewamê de jî Aydenîz got ku AKP-MHP û Ergenekon bûn yek û hiqûqa xistin meriyetê. Aydenîz wiha pê de çû: “Bi vê yekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran kirin. Ji ber felsefe û fikra birêz Abdullah Ocalan ku ji demokrasî û aştiyê bawer e, Tirkiye bêhtir nêzî aştiyê bû. Lê ev yek bi kêrî îktîdarê nehat. Ji ber ku demokrasiyê bi îktîdarê da windakirin, pêvajoya şer dan destpêkirin. Me her dem got ku rêya çareserî û demokrasiyê Îmrali ye. Xeta sêyemîn birêz Abdullah Ocalan li Rojava hêvanê xwe girti ye û hemû gelên cîhan bi nirx dibînin. Pêşketina li Rojava encama felsefeya birêz Ocalan e. Ji ber vê jî tecrîd aştiya civakî birîn dike. Ji ber vê divê dîsa deriyê Îmraliyê vebe. Divê li Tirkiyeyê aştiya civakî û mekanîzmayên demokratîk pêş bikevin.”

‘Ji bo yekitiyê firseneke dîrokî li pêşiya me ye’

Aydenîz bi bîr xist ku li aliyekî hêzên hegemonîk êrîşên xwe zêde dikin, li hêla din kurd êdî xwe bi xwe birêve dibin û bûne xwedî hêzeke mezin. Aydenîz wiha got: “Di vê pêvajoyê de ger ku em wekî partî, sazî, rêxistin, bawerî û gelên 4 parçeyan bibin yek, em ê pêşeroja xwe mîsoger bikin. Lê ger em nebin yek, emê vê firsenda dîrokî winda bikin. Dê destkeftiyên me ji dest biçin. Ji ber vê jî divê em rola xwe bilîzin û xwedî li destkeftiyên derkevin. Kobanê mînaka vê ye. Ger ku Kobanê îro azad be, di serî de ji ber têkoşîna yekitiya neteweyî ya Kurd û têkoşîna yekitiya gelên Kurdistanê ye. Divê em dîsa bi ruhê Kobanê li 4 parçeyên Kurdistanê em li nirxên neteweyî xwedî derkevin. Boykota li Başûr, israra daxwaza yekitiya neteweyeyî ya kurd e. Erk û berpirsyariya partiyên kurd a îro, avakirina yekitiya neteweyî ye. Hemû partiyên kurd xwedî fikra yekitiyê ne. Heta niha çi diket ser milê me yek û dê ji vir û şûnde jî bikin. Firseneke dîrokî li pêşiya me heye û divê hemû hêz, partî û rêxistinên civakî vê berpirsyartiya xwe pêk bînin.”

‘Em ê DBP’ê jinûve birêxistin bikin’

Hevserok Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku wan hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê di aliyê fîzîkî de xwe biçûk kirin û wiha derbirî: “DBP tu caran ji rol û misyona xwe nereviya. Em bi biryarin ku dê bi rêbaz û fikrên cuda kadroyên xwe bêhtir birêxistin bikin. Ji bo siyaseta demokratîk em ê kadroyan pêş bixin. Her wiha em ê kesayetên li qada siyasetê bi biryar, berxwedêr pêş bixin û tev li qada siyasetê bikin. Ev di serî de erka DBP’ê ye. Armanca me ew e ku em DBP’ê jinûva ava bikin û birêxistin bikin.”

‘Tirkiye dixwaze destkeftiyên kurdan tune bike’

Bayindir bal kişand ser êrîşên li dijî DBP û HDP’ê û ev nirxandin kir: “Ev nîşan dide ku komploya li dijî me didome. Duh êrîşî Bakur, îro jî êrîşî Rojava dikin. Kurdan li her çar parçeyan destkeftiyên mezin bi dest xistin. Dema em li êrîşên dawî dinihêrîn, dibînin ku li dijî van destkeftiyên kurdan in. Li Rojava kurd ji bo hemû gelan têdikoşin. Ji bo statû, ziman, çand û nasnameya kurd êdî bingehek hatiye avakirin. Lê Tirkiye îro bi êrîşên xwe dixwaze vê bingehê tune bike. Li ku dibe bila bibe êrîşî nirxên kurdan dikin.”

‘Yekitî dê moraleke mezin bide gelê me’

Di berdewamê de jî Bayindir bal kişand ser yekitiya neteweyî û wiha got: “Gelê kurd yekitiya neteweyî dixwaze. Vê berpirsyariyê jî didin ser milên part, sazî û rêxistinên kurd. Di êrîşên ser Kerkûk, Mûsil, Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê de ev daxwaz berbiçavtir bû. Ruhê hevpar ê gelê kurd derket holê. Êdî kurd û kurdistanî xwedî heman bertek û daxwazanin. Em jî dê xebatên xwe li ser esasê yekitiya neteweyî pêş bixin. Em ê bidisîplîn û bi pilantir bixebitin. Di wê baweriyê de me ku em ê yekitiya siyasî, civakî, çandî û dîrokî zûtir pêş bixin. Di her alî de dê kurd li ser axa xwe vê yekitiyê bijîn û weke civakeke birûmet nirxên xwe bijî. Yekitiya neteweyî dê moral û hêzeke pir mezin bide kurdan.”

‘Êdî zarokekî 7 salî jî bi polîtîkaya qeyûman naxape’

Herî dawî jî Bayindir ev tişt destnîşan kir: “Bi qeyûman dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin. Gelê me dengê xwe da vîna xwe. Xwest xwe bi xwe birêve bibe. Rejîma AKP-MHP’ê dît ku nikare pêşî li vê bigire û dest bi polîtîkaya dagirkirinê kir. Gelê kurd bi rêya şaredariyan li çand, ziman û dîroka xwe xwedî derdikeve. Divê dîsa em saziyên xwe ava bikin û bi saziyan re jî bi gelê xwe re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li hêla din jî girtin û binçavkirin zêde bûne. Dixwazin vîna gel bişikînin. Lê êdî bi polîtîkayên qeyûm nikarin zarokekî 7 salî jî qanih bikin. Ev jî nîşan dide ku qeyûm êdî bê wate ye. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku bi pênûs, bi huner, bi fikr, bi gotin û bi dengê xwe ji bo yekitiya neteweya kurd û jiyaneke birûmet têbikoşin.” AMED

Dikarî Biecibînî