KNK’ê bi wesîleya Roja Mafên Mirovan daxuyaniyek weşand

Navenda Nûçeyan

KNK’ê bi daxuyaniyekê binpêkirinên mafên mirovan şermezar kir û bang li sazî, dezgeh û dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî kir ku rêzê ji bendên derbarê mafen mirovan de bigirin ku li ser sond xwarine û îmzekirine

Komîteya Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Roja 10’ê Kanûna Pêşîn, salroja Cîhanî ya Mafên Mirovan e. Îro ev roj dikeve nava 71 saliya xwe. 71 sal berî niha, di 10’ê kanûna 1948’an ku hê dinya di serûbendê dûkêl, komir û xweliya şerê cîhanê ya duyemîn ne qediya bû. Behna barûda wê hê digeha pozên malwêranbûyî, birîndar û cegerşewitiyên wî şerê bêbext û xwînelû.

Helbet Kurdistan û xelkê wê jî, ji derdeserî û felaketa wî şerî bê behir nebûn. Çawa piştî şerê yekemîn axa Kurdistanê bû qurban û kete ber parçebûnê û li ser çar welatên hov û ne mirovdost de hate parvekirin. Her wiha piştî şerê duyemîn yê cîhanê jî gihiştin bi mafên xwe yên bingehîn bi heq nehate dîtin. Mînak: herifandina Komara Kurdistan li Mehabadê, tenê yek sal berî ragehandina vê carnameya Cîhanî ya Mafên Mirovan bû.

Ev carnameye, ji alî civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve bi piraniya dengan hate qebûl kirin. Piştî berfirehbûna rêxistiya Neteweyên Yekbûyî û girêdana wê bi piraniya welatên cîhanê re, welatan bendên wê carnameyê îmze kirin. Di nava wan welatan de her çar welatên dagirker jî tên dîtin ku ev bendên carnameyê tê de, îmze kirin.

Roj li pey rojên vê ragehandinê, ji bo demekê kin be jî, binpêkirina mafên mirovê kurd û kurdistanî bi neşirîntirîn corên hovatiyê ji alî dewletên dagirker ên Kurdistanê derbas nebûne. Heta digehê roja Îro, di demekî de keç û lawên kurd û kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê bûne pêşeng û serkarwanê berxwedan û parastina nirxên mirovatiyê li navçeyê û cîhanê şer kirine û bedelên mezin dane. Ew li hember hovîtirîn û mezintirîn rêxistiya terora cîhanî ya DAIŞ’ê û dewlet û rejîmên nemirovdost ên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê, di bin zilm û zordariyê de ne. Her di peravêza vê rastî û maf perwerî û mirovdostiya gelê Kurdistanê de:

Dîsa ew pêşêlûkarî – binpêkirina li dijî bendên mafê mirovan, ên ji alî dewletên dagirkerên Kurdistanê Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ve tên encamdan, dixîne ber sîngê rêxistiya cîhanî ya mafên mirovan û her wiha hemû welat û neteweyên endam NY’yê da. Her çawa em wan reftar û kiryarên wan şermezar dikin, ew jî bi heman şêwe li gor bendên wê carnameyê, serederî pê re bê kirin û bêne siza dan.

Komara Îslamiya Îranê ji bilî zindankirin, îşkence, revandin, îdamkirin, birçîkirin û hemû pêşêlûkirina mafên mirovan li li dijî xelkê me li rojhilatê Kurdistanê tiştekî din bi rewa nabîne û li binpêkirina pîroziyên mirovî berdewam e. Gelê Kurdistanê li hember mezintirîn zilm û zordariya vê rejîma hov û nemirovdost de ye.

Dewleta nijadperesta tirk, ji bilî erdnîgariya dewleta xwe, li ber çavê dinyayê, tenê siyaseta dij Kurdistan, demokrasî û mirovatiyê didomîne. Wek gurê har leşker û polîsên xwe berdaye giyanê xelkê, bê dadgerî û mehkeme xelkê kurd û kurdistanî zindanî dike! Qetlîama welatiyan – sivîlan, wêrankirina bajar û gundan encam dide. Piraniya deverên Kurdistanê kiriye navçeyên leşkerî û serbazgeh. Bê minetî sînorên dewletên cîran dişeqîne û çiya, deşt, gund û avahiyên hevwelatiyên sivîl bi bombe û çekên qedexekirî qetlîman dike. Bi balafirên xwe yên şer kampa Mexmûrê ya sivîlan û Şengala wêrankirî wêrantir dike. Bi hevkariya grubên terorîstî yê mîna DAIŞ û El Nusrayê û yên din li rojavayê Kurdistanê demorafiya deverê bi plan û plan diguhure û xelkê resen û xwediyê axê aware û sererdan dike.

Ev û bi sedan pêşêlûkirina mafên mirovî yên din, li hemberî xelk, hevwelatî û jiyan û proseya siyasî û civakî yên xelkê Kurdistanê û heta li hember jînge – xwezayê wê jî berdewam in.

KNK, di roja îro de ku roja cîhanî ya cardana mafên mirovan e, tevahiya van pêşêlûkirinên mafên mirovan şermezar dike. Wan dide ber guh û singê welat û neteweyên endam û bang dike ku rêzê li wan bendan bigrin.”

Dikarî Biecibînî