KCDK-E’yê ji bo protestokirina Erdogan bang kir

Navenda Nûçeyan

KCDK-E’yê ji bo protestokirina Erdogan ku dê di 17-18’ê kanûnê de li Cenevreyê tev li forumekê bibe, bang li hemû kurdistanî û dostên wan kir ku dakevin qadan. KCDK-E’yê da zanîn ku dê çalakiyên xwe bi dirûşma ‘Kujer Erdogan bicehime, kujerê zarokan Erdogan, Erdogan ê dîktator û faşîst, şefê DAIŞ’ê ya barbar Erdogan tu nebixêr hatî’ li dar bixin

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê têkildarî tevlêbûna serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a li forûma li Cenevreyê, bi daxuyaniyeke nivîskî banga çalakiyên protestoyê kir.

Daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê wiha ye:

“Erdogan ku dîktator, kujerê zarokan, dijminê demokrasiyê û azadiya jinane,  dê di 17-18’ê kanûnê de tev li Forûma Penaberan a Global a 1’ê ya li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe. Erdogan dîktatorekî wiha ye ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê zext û zordariyê dike, qirker e, bi hişmendiya DAIŞ’ê ye û dijminê mirovahiyê ye. Erdogan dîktatorekî wiha ye ku siyaseta xwe ya gemarî li hemû cîhanê berbelav dike, çeteyên xwe yên barbar bi ser Şengalê kurdên êzdî de, li Iraqê bi ser asuran de, li Rojava bi ser Kobanê de şandiye û xwîn rijandiye.

Di serî de swîsrî, em bang li kurdistaniyan, dostên wan û dilxwazên mirovahiyê dikin ku li dijî Erdogan xwedî li çalakiyên protestoyê yên mezin derkevin. Dewleta tirk li dijî kurdan qirkirinê dike. Herî dawî jî li Til Rifatê 8  zarok qetil kirin. Em bang li gelên ewropî dikin ku li dijî vî dîktatorê devbixwîn, ji bo aştî û demokrasiyê bi mebesta protestoyê derkevin meydanan.

Di 17-18’ê kanûnê beriya civîna li Ofîsa Cenevreyê ya NY’yê û dema civînê kurd, dostên wan û dilxwazên mirovahiyê, gelê Swîsre ku xwedî rêça demokrasiyê dê li meydanan bin, hemû bi hev re bi dirûşma, ‘Kujer Erdogan bicehime, kujerê zarokan Erdogan, Erdogan ê dîktator û faşîst, şefê DAIŞ’ê ya barbar Erdogan tu nebixêr hatî’ li dijî hatine Erdogan li meydanan bin.

Em bang li gelê kurd dikin ku di 17-18’ê kanûnê de li dijî Erdogan li kuçeyên Cenevreyê bin.”

Dikarî Biecibînî